Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji 2024an ber bi 2025’an ve

29/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn, sala 2024an, ji hemû salên berê pirtir tije alozî, pevçûn, şer û ceng bû.

Hir wiha tê xuya kirin ku ev şerd û mercên giran bi heman dijwariye xwe wê derbasî sala 2025’an bibe.

Îca ka em bala xwe bidin sala derbasbûyî, gelo kî serkeftî bûn, kî ne serkeftî bûn?

Weke tê zanîn du şerê mezin û balkêş; şerê Ukraynayê û Xezayê, di sala 2024’an de birêve çû û ev her du şer bê encam derbasî sala 2025an dibe.

Lê li ser van her du şeran, her du dewletên giregirên cîhanê Rûsya û DYE, di encama gelek bazarên hûr û kûr de lihevhatinek demkî pêkanîn û bi vêya re rewşa şerê cîhanê yê 3yan hinek hat guherandin.

Qasî tê dîtin DYEyê li Ukraynayê hinek herêm bi destê Rûsyayê ve berda, Rûsyayê jî Sûriye bi destê DYEyê ve berda.

Li goreyî vê encamê, zerar û ziyana Rûsyayê û hevalbendê wê Îranê zêdetir bû, ev jî tê wateya ku Rûsya û hevalbendên xwe ne serkeftî bûn di sala derbasbûyî de.

Her wiha bandora wê û ya Îranê, ya li herêma Rojhilata Navîn şikestinek mezin xwar.

Jixwe Sûriye bi tevayî ji destên wan derket û bi giranî ket destê DYEyê û hevalbendên wê Israilê û hwd, ev jî tê wateya ku DYEyê û hevalbendên xwe hinek serkeftî bûn.

Hilbet li ser van her du bûyerên mezin û bi taybetî li ser hilweşendina pergala Beşar Esad, bêdeng mayîna Çînê gelek balê dikişîne û cihê meraqê ye. Jiber ku di cenga cîhanî ya 3yan de, tê zanîn ku armanca bingehîn a DYEyê û hevalbendên wê rûxandina bandor û pêşkeftina Çînê ya li cîhanê ye. Lewma bendewariya hilwesta Çînê heye.

Bê gûman li vira ya gelê me yekser têkildar e; rewşa doza azadiya gelê me ya giştî ye û bi taybetî jî rewşa Şoreşa gelê me ya Rojava ye.

Heta nuha, li gel ewqas tevlihevî, şer û pevçûnên mezin û berfireh çêdibin, nikare were gotin ku Tevgêra Gelê me serkeftî ye an jî şikestin xwari ye.

Mirov dikare bêje; şer û pevçûnên leşkerî û hewldanên bazarên siyasî û dîplomatik, bi hemû germayî û dijwariya xwe, bi piralî dewam dike.

Sedemên Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê şikeste nexwariye û şensa wê ya karibe destkefiyên xwe bi parêze û her wiha di dema pêş de, wê karibe bibe xwedî destkeftiyên zêdetir û watedardir, jiber ku xwedî Rêberî, bîrdozî, bername, plan-proje û ya herî giringtir jî xwedî rêxistinek bi serpêhatî-tecrûbeyê dem dirêje!

Wisa diyar dibe ku sermayeya yekdestiya cîhanê, êdî dixwaze di vê pêvajoya Cenga Cihanî ya 3yan de, bi navê Dizaynkirina Nuh A Cîhanê, li Rojhilata Navîn wê dawiyê li statukopareziya netew-dewletiyê bîne.

Di encamê vê pêvajoyê de, gûman xurt heye ku sala 2025an wê bibe sala binkeftina pergala Netew Dewletê û şwîna wê bibe sala serkeftina Netewa Demokratik.

Her wiha, piştî Sûriyê û Libnanê, dibe ku li gel
Qibrisê dor tê Îranê û Tirkiyeyê, serkeftin jî dibe para Şoreşa Kurdistanê!

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.