Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Duh Komkujiya Roboskî çêkir… îro jî gefên komkujiyan li Rojava dixwe

28/12/2024
in ROJEV
A A
Duh Komkujiya Roboskî çêkir… îro jî gefên komkujiyan li Rojava dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Dagirkeriya Tirk ji komrêza komkujiyên li hemberî gelê kurd, di sala 2011’an de li Roboskî komkujiyek pêk anî. Tekez e ku dewleta Tirk li gel qirkirina çandî, dixwaze qirkirina civakî li ser gelê kurd pêk bîne. Lewma jî li Rojava wekî hertim gefên komkujiyan li gelê kurd dixwe.

Roboskî û berdewambûna komkujiyan li ser gelê kurd

Ji destpêka damezrandina dewleta Tirk a faşîst heta roja îro hemû rêbazên qirkirin, kuştin û pişaftinê di derheqê kurdan de dide meşandin. Li ser heman rêbazê tundrew artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Berfanbara 2011’an de li gundê Roboskî yê girêdayî Qilabana Şirnexê komkujiyek li hemberî gelê kurd pêk anî. Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk li ser serê welatiyên gundê Roboskî bombe barandin, di encamê de 34 welatiyên kurd hatin kuştin. Dewleta Tirk bi 10’an komkujî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk aniye. Ji wan jî komkujiya Geliyê Zîlan, Dersim, Licê, Şirnexê, Cizîra Botan Tilhasil û Tileran, komkujiya Şingal a bi destê DAIŞ’ê, kiriyarên dijmirovî ên dagirkeriya Tirk li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hwd…

Çîroka komkujiyê?

Bê guman çîroka Roboskî çîrokeke biêş e. Ev komkujî di 28’ê Kanûna 2011an de çêbû. Komek ji 38  kesî pêk dihat, ji Qilabanê ji gûndê Roboskî  ber bi  Başûrê Kurdistanê ve bi rê ket. Ew ji bo bazirganiya mazot û hin alavên din derketibûn qaçaxkariyê. Artêşa Tirk agahdar bûn ji qaçaxiyê û dizanîbûn karwanê qaçaxan diçin û tên. Dema ku birêdiketin dengê dironan dibihîstin, lê ji bo wan her tişt asayî bû, ji ber ku wan her roj ev deng dibihîstin. Êvarê saet 5’an gihîştin Başûr, barê xwe girtin û saet di heftan de vegeriyan. Di saet 9’ê şevê de sînor derbas kiribûn û nêzî zozanan bûbûn. Di destpêkê de guleyek hat teqandin û piştre jî dengê top û obusan dest pê kir. Wan barê xwe li wiyalî sînorê ku dagirkeran çêkiriye, hiştin û bi rê ketin. Weke 2 koman bi rê ketibûn, di navbera wan de 300-400 mitre hebûn .Piştî bombebaranê balefir hatin, xwestin ku li aliyê zozane ve biçin, lê leşkerên tirkan li wî alî rê girtibûn. Cihekî ku tê re herin tune bû, lewma jî kom hatin cem hev. Di despêkê de koma ku ji 20 kesan pêk dihat, hat tunekirin. Her yekê li aliyekî belav bû lê bombebarana 2 balefiran ên bênavber, saetekê dewam kir. Piştî bombebaranê saet 11 û nîvê, li ser têlefona kesek ku birîndar xelas bûbû,  gûndî li hewara wan hatin. Dema gihîştin cîhê bûyêrê rastî cesedê 34 kesan hatin.

Şoreşa xwedî 12 hezar şehîd di bin gefa pêkanîna Roboskiyeke duyme de ye

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk a dagirker dijberiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Di serî de Rêveberiya Xweser û gelên azadîxwaz xistiye armanc ji êrişên hovane. Li gel wê jî guhertina demografî piştî dagirkirina Efrînê Serêkanî û Girê Spî didome. Piştî demek dirêj ji kirîza Sûriyê hîna jî em dibînin ku gelên sûrî bi taybet gelê kurd li ser destê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tên hedefgirtin. Armanca dagirkeriya Tirk jî ew e ku  guhertina demografîk, koçberkirin û berferehkirina çarçoveya êrişên dagirkeriyê bide meşandin. Di vê meha derbasbûyî de 2 komkujî li Ên Îsa, komkujiyek li Minbicê û gelek kiriyarên dijmirovî li Şehbayê di derheqê gelê Efrînê de ji hêla dagirkeriya Tirk ve pêk hatin. Piştî van destkeftiyên ku bi xwîna zêdeyî 12 hezar şehîd hatine bidestxisin, dewleta Tirk û çeteyên wê gefan li herêm dixwin, di serî van gefan li gelê kurd dixwin. Şoreşa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn dike û aramiya cîhanê diparêze rastî gefên komkujiyan tê. Bi taybet gef li Kobanê tên kirin, ev bajarê kurdan ê berxwedêr ku tê de çeteyên herî tundrew hatin şikandin. Lê dagirkeriya Tirk wekî hincetên derew ên komkujiya Roboskî, dîsa dixwaze li Rojava kumkujiyeke din di derheqê kurdan de pêk bîne. Ev yek jî li gel hebûna bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku di herêma Rêveberiya Xweser de. Lewma jî belavbûna DAIŞ’ê bi tena serê xwe li herêmê tevî, tirseke ji pêkanîna komkujiyên mîna komkujiya Şengal û Roboskî.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.