Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed diyar kir ku ji ber êrişên domdar ên li ser herêmê, gelek astengî di xebatên TEV-ÇAND ên sala 2024’an de derketin, lê tevî van astengiyan wan xebatên xwe bi hêzeke mezin dan meşandin û got, “TEV-ÇAND xwedîderketina li gel e.”
Tevgera Çand û Hunera Netewa Demokratîk a Mezopotamiya (TEV-ÇAND) yek ji tevger hunerî û çandî ye ku di sala 2006’an li Rojava hatiye damezrandin. Beriya avakirina (TEV-ÇAND)’ê bingehek jêr hatibû avakirin ku di salên 80 û 90’î de, çand û huner xwe wekî kom, kom dikir û rojên pîroz ji aliyê van koman dihat pîrozkirin. Beriya şoreşê jî bi vî rengê xebatên hunderî dihate meşandin, lê bi hatina şoreşê ku di sala 2012’an û şûn de, hêdî hêdî navendên girêdayî hunerê hatin avakirin. Sedema ku navendên çand û hunerî beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê tine bûn, ew e ku ji aliyê Rejîma Baas’ê ya wê demê ve dihat qedexekirin, tenê xebatên hunerî bi rengekî veşartî di nava malan de dihat kirin.
Şoreş ji xebatên hunerî re çirûsk veda
Şoreş ji xebatên çandî û hunerî re çirûzkek veda, êdî bi gavavêtina şoreşê û avakirin sazîyan re, navendê çand û hunerê li seranserî Rojava hatin avakirin. Di sala 2012’an de hin navendên çand û hunerê ji Efrîn heyanî Dêrikê hatin avakirin, di sala 2013’ê piştî ku Serêkaniyê ji çeteyên Cebhet El-Nesra hate rêzgarkirin, li wir jî navend hate avakirin. Navê çand û huner (TEV-ÇAND) bû, li bajar bajar xwe birêve dibir, lê bi avakirina Rêveberiya Xweser li ser asta kantonan hate lidarxistin.
TEV-Çand li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatê dide meşandin
TEV-ÇAND di destpêka avakirina xwe li ser asta Rojava bû, ji ber hin alanên ku niha hatine rêzgarkirin mîna Tebqa, Reqa, Dêra Zorê û Minbicê, wê demê ji aliyê çeteyan ve dagirkirî bû, lê bi rêzgarkirina van alanan navendê çand û hunerî lê hatin avakirin û heya niha jî xebatên van navendan berdewa me, hem jî wê demê di nava (TEV-ÇAND)’ê de 2 pêkhate tenê hebû, kurd û ereb, lê piştî wê hêdî hêdî her pêkhate cihê xwe di nava (TEV-ÇAND)’ê de girt. Di sala 2019’an de TEV-ÇAND bû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heya û heya niha jî (TEV-ÇAND) li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatê xwe dide meşandin, lê di demê pêş de, dibe ku sîstema vê yekê bê guhertin.
TEV-Çand dengê gel e
TEV-ÇAND a gelan e, ji navê xwe diyare ku hemû çandan digire nava xwe û dengê gel e, tevgereke dilxwaziye, hestekî kombûnê ava dike, dengê wê ne tenê di nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar bûye, lê di nava cîhanê de jî hatiye belavkirin.
Filklora kilasîk hebûna filklora nûjen e
Heya niha TEV-ÇAND weke tevger xwe birêve dibe, li kêleka wê jî Desteya Çandê, Meclis, Nûnerê Çandê û Tevgera Hîlala Zêrîn hatiye avakirin, herwiha Hunergeha Welat jî di sala 2015’an de hate damezrandin, li kêlekê wê Pargîn jî di sala 2020’an de hate avakirin, Pargîn lêkolîna dengbêjiyê ye, filklorê kevin û veşartî derdixe. Filklora kilasîkî hiştiye ku huner di roja xwe ya îro de li ser piyan be. TEV-ÇAND û bi sazî û tevgerên çandî yên derdora xwe kar û xebatî hevkar didin meşandin.
Komînên TEV-ÇAND yên ku hatine avakirin wiha ne:
Komîna Sînema ya Rojava di sala 2016’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin û şaxê xwe li kantonan belav e.
Komîna Şano bi navê şehîd Yekta di sala 2016’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, ev komîn kanton kanton şaxê xwe heye û di bin siya Komîna Şano xwe birêve dibin.
Komîna Muzîkê nêzî salekê bi navê şehîd û hunermend Ebdulmelek li ser asta Cizîrê hatiye avakirin, herwiha li kantonan jî di bin vî nave xebatê muzîkê didin meşandin.
Komîna Govendê di sala 2017’an de bi navê Şehîd Ronahî ku şehîd Ronahî endamekî koma govendê bû, li ser vê bingehê ev nav lê hate kirin, hate avakirin.
Komînên ku nehatine avakirin mîna komîna wêne û peykersaziyê, niha amadekarî ji aliyê TEV-ÇAND’ê ji bo avakirina van komînan tê kirin.
Derbarê kar û xebatên sala 2024’an a Tevgera Çand û Hunera Netewa Demokratîk a Mezopotamiya (TEV-ÇAND), Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Sumeya Mihemed bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir çiqasî em kar û xebatên salekê binrxînin, lê wê ne li gorî karê ku tê kirin be, ji ber salek li gorî ev êrişên ku li ser herêma me bê navber tê kirin jî, lê kar û xebatê me nehatin rawestandin û wiha got: “ TEV-ÇAND bi kom, çand û beşê hunerî mîna muzîk, şano, wêne, sînema xwe ava kir. Avakirina TEV-ÇAND’ê ne bi rengekî hesan bû, ji ber siyaseta ku rejîma Baas a wê demê dida meşandin, hemû xebat qedexe dikir, lê TEV- ÇAND bi awayekî veşartî xebat dikir. Ji wê demê heya berî şoreşa 19’ê Tîrmehê TEV-ÇAND’ê xebat di mercên zehmet de dikir. Piştî ku şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, êdî xebata TEV-ÇAND bi coşeke mezin berdewam kir.
‘TEV-ÇAND xwedîderketina li gel e’
Sumeya Mihemed diyar kir ku TEV-ÇAND xwedîderketina li gele û wiha got: “Dema ku berhemek muzîkê tê derxistin hestê gel, ax, xweza, lorîka dayikan, kêfxweşiya gel û hwd… derdixe, lewra TEV-ÇAND xwedîderketina li gele û êşa gel bi riya çand û vegotinên dengbêjiyê derdixe pêş. Ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve her sal festîval li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat lidarxistin, lê di konferansa me ya ku di sala 2023’an de hate lidarxistin, biryar hate birin ku festîval salekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin û salekê li ser asta kantonan bê lidarxistin, da ku bi awayekî baş û bêtir amadekarî jêr bê kirin û li ser wê bingehê gelek festîval hatin lidarxistin.”
Xebatên TEV-ÇAND’ê yê 2024’an
Sumeya Mihemed kar û xebatên ku ji aliyê TEV-DAND’ê di sala 2024’an de hatiye meşandin wiha anî ziman: “Îsal festîvalên ku me weke TEV-ÇAND li dar xist, li ser asta kantonan bû. Festîvala şano li kantona firatê ku li bajarê Kobanê a bi navê şehîd Arîn hat lidarxistin. Festîvala Çanda Netewa Demokratîk li ser asta Cizîrê hat lidarxistin. Festîvalên taybet li Tebqa û Reqa jî li ser asta kantonê hat lidarxistin, lê tevlîbûna komên Cizîrê jî, jêre hate kirin. Di heman demê de, di vê salê de 4 perwerdeyên girtî yên fikrî endamên me yê TEV-ÇAND dîtin, 3 perwerde taybet ji bo pêkhateyên kurd û yek jê ji bû pêkhateyên ereb bû. Ya din jî kargeh çandî hatin lidarxistin, him kargehê şano weke dibistan ji mehkê heyanî 2 mehan hazirtî jêr dihat kirin, şagirt perwerde jêr hat dayîn, di wir de jî lîstok wek şano dihat çêkirin û li bajaran digerandin, 3 kargeh çê bûn, ya muzîk, govend û şano. Armanca wê tevlîkirin û zêdekirina endaman bû.
Di nava salekê de gelek şahî jî hatin lidarxistin, li kêlek wan şahiya hefteya hunerî li dar ket, ew jî di çarçoveya piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Em jî wek Tevgera Çandê kampaniyek ku bajar bajar, konsert lê hate lidarxistin ew jî li ser asta Cizîrê û kantona bû, ev xebat bi hevkariya Desteya Çandê, Meclisa Çandê, Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND bi hev re hate meşandin. Ya herî girîng di vê salê de hate kirin amadekariyê ji bo Peymangeha Hunerî a Bilind ku li bajarê Dêrikê hat vekirin, çar sal amadekarî jêr dihat kirin, ema li gorî rewşê hinek zehmetî hatin kişandin. Îsal bi vekirina vê peymangehê hêzek bû ji bo çandê û her kesê ku niha cihê xwe di nav de digere, di nava wê de nêzî 70 şagirtî ye, di wir de beşê muzîkê, şano, sînema, dibe ku di salê bê de beşê wêne, peykersaz bê avakirin û yê edebiyata jî cihê xwe di nav de bigire.
Ji xwe rojên pîroz jî di riya (TEV-ÇAND)’ê tê pîrozkirin. Herwiha 2 film hatin çêkirin di vê salê de, bi navê “Heval Kekê Min û Birako” bidawî bûne, di sala pêşiya me wê bên weşandin. Ji xwe koma me ya şano ya Şehba tevlî festîvala Kerkokê bû. Hazirtî ji bo festîvala Rojhilat dihat kirin lê ji ber vê rewşê û deriyê li pêşiya me hatiye girtin me nikarî bû derbasî wê derê bibin. Hunergeha şehîd welat jî 24 stran di îsal de qeyd kirin, herwiha 10 stran ji wan bûn kilîp. Ji derveyî Hunergeha şehîd Welat TEV-ÇAND bi xwe jî nêzî 7 berheman çê kirin.
Ji ber êrişan di xebatê TEV-ÇAND’ê zehmetî dihat kişandin’
Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Plansazî di salên pêşiya me de gelek in, hazirtî niha ji bo stranekê him çîrok û him name ye jî tê kirin. Kar û xebat ne bi rehtî dihatin kirin, bi taybet ev êrişên ku ji her alî ve li ser herêma me tê kirin. Her amadekariyê ku ji bo festîval an çalakiyan çêdibû, bi taybet ê hunerî, zehmetî dihat kişandin. Hazirtî ji bo festîvala Mono Dirama hatibû kirin, ji ber êrişan hate rawestandin, lê di demên pêş wê dîsa bên lidarxistin. Niha sîstem tê guhertin ku wê Desteya Çandê, TEV-ÇAND û Aakademî bibe Çand û Ronakbîrî wê bi vê sîstemê be, ji xwe wê ev sîstem bihata avakirin, lê ji ber rewşê ev yek demikî hatiye rawestandin.”