Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûçegihanên jin bi destê DAIŞ û Tirkiyê hatin qetilkirin

25/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale  

Cîhan Bîlgîn yek ji nûçegihanên jin bû ku li hebûna xwe digeriya û dixwest rûmeta xwe biparêz e. Ruhekî wê yê geş hebû ku diviyabû dawî lê neyê. Ew sala 1996`an li bajarê Midyadê yê girêdayî herêma Mêrdîn jidayîk bibû. Yek ji keçên Kurd bû ku dixwest xwedî îrade be û li gorî hest û nêrandina xwe ji jiyanê re, bijî. Di temenekî biçûk de dest bi têkoşîna li hemberî sîstema dewleta Tirk a dagirker û civaka zayendperest kir. Ciyê xwe di saziya belavkariyê de girt ji bo hevrê Cîhan gava yekemîn bû û gava duyemîn jî Şoreşa Rojava bû.

Keça Kurd Cîhan mîna hemû keçên Kurd ji aliyê sîstema dewleta Tirk a dagirker ve dihat tengav kirin, an wê hebûna xwe weke jineke Kurd û welatparêz înkar bike yan jî wê li hemberî sîstema dagirker derbikeve. Ji bo nekeve nava pencên dewletê de jî divê xwe biparêz e, riya têkoşînê hilbijartin rêbazekî herî guncav bû ku hebûna xwe diyar bike. Sala 2014`an dema ku dest bi fakulteya hiqûq dike beşdarî xebatên belavkirina rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem dibe. 3`ê salan li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên belavkariyê berdewam dike. Têkoşîna ku wê destpêkiribû berê wê da Rojavayê Kurdistanê. Eger berê xwe nedabane Rojavayê Kurdistanê ew ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibane girtin û li girtîgehan rizandibane.

Sala 2017`an hevrê Cîhan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Êdî bi Şoreşa Rojava re dest bi nûçegîhaniya şer kir û xwe da ber berpirsyartiyê. Bi nasnameya nûçegîhana şer tevlî hemû pêvajoyên şoreşê bû. Di kesayeta wê de tişta balkêş ew bû ku wêrekiya wê têrê dikir pey hemû tiştên mereq dike, bikeve. Eger li hemberî rê û rêbazên wê yên tevgerkirine û ferasetên wê yên jiyanê nerazîbûn hebane, dîsa wê hewl nedida ku xwe ji derdorê re isbat bike yan gav paşve bavêje. Nûçegîhaneke ku dawî li lêgerînên wê nedihat, ew jidayîk nebibû ku wê sînordar bikin an jî bê îrade bikin. Ji ber vê yekê xwe herî zêde di şert û mercên şoreşê de da îfade kirin û hebûna xwe diyar kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser jinê îdeolojîk in, kîjan jin li hemberî sîstema dewleta Tirk a dagirker derbikeve û dest bi têkoşînê bike, divê wê tine bikin. Niha bi dehan nûçegîhan, rojnamevan, siyasetmedar, dayîk, xwendevanên jin ên Kurd di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne. Hevrê Cîhan Bilgîn jî yek ji jinên ku li ser destê dewleta Tirk hat qetil kirin.

Nûçegîhan Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan tecawizkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya xaka Sûriyê belge dikirin. Berxwedana şervanan li hemberî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê dişopandin. Ji ber vê yekê roja 19`ê Kanûnê li ser riya di navbera bendava Tişrîn û Sirînê wesayeta wan hate bombebaran kirin û ew qetil kirin. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 33`ê nûçegîhan û rojnamevan bi destê çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker hatin qetil kirin. Rojnamevan û nûçegîhanên ku şehîd bûn bi pênûs û kamereya xwe Şoreşa Rojava gav bi gav belge dikirin.

Post Views: 108
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.