Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye

25/12/2024
in ROJEV
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Kurdyar Dirê’î

Pêla bangkirina ji bo yekîtîya mala kurdî  carnan  sar dibe û car caran jî bilind  û gerim dibe, ew jî  girêdayî  rewşên siyasî û pêşketinên li ser asta rojavayê kurdistan û sûriyê ye, çi dema kurd dikevin tengasiyan de, yekîtîiya kurd têye bala wan, lê dema ku tengasî namînin ev mijar jî  paşguh dibe, em basa gel dikin, ne basa partî an jî tevgerên siyasî dikin. Gel pir zêde guh nade nakokiyên di nava partiyan de û ne jî rastiya wan partiyan di milê siyasî, armanc û girêdanên wan ve, tenê yekîtîiyê dixwazin, lê gelo çi yekîtî? Hema em bêjin yekîtî û mijar diqede?

Di kolana kurdî de heger mirov bipirse: Hûn çawa li ENKS dinêrin? Demildest de dê bêjin tu hêviya me di ENKS de tuneye, hevalbendên Tirkane û li berjewendiyên xwe yên kesayetî digerin, lê heger tu bipirse hûn dixwazin yekîtî bi wan re were kirin? Dîsa jî demildest de dê bêjin belê, hema dengê me yekbe û em ji nakokiyan rizgar bibin! Bê guman du helwestên bi nakokin û sedem ewe ku gel ketiye nava metirsiyan de, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî û piropogenda mezin ji aliyê istixbarata Tirk ku bi riya ragihandina ENKS’ê diyar dike ger ENKS di Rojavayê kurdistanê de hevbeşbe di rêveberiya deverê de wê Turkiyê dest ji êrîş û talankirinê berde, ger ENKS li şûna PYD ba dê Tirkiyê dijminahiya bi deverê re nekiriba!

ENKS ji avabûnê de û bi taybet piştî derbasbûna wê di nava Îtîlafa Sûrî de, bixwaze nexwaze hate deşefrekirin ku ketiye nava torên istixbarata Tirkî de û nema kare ne jê rizgar bibe  û ne jî kare weke wan tevnegere, lewra mijara wan ji asta nakokiyên bi PYD’re, şîwazê çareserkirina doza kurdî û bandora PDK’ê Başûr li ser wan an jî kîna wan li hember PYD, derbas kiriye û ketiye rewşa neçarî û fetisandina di torên Istixbarata Tirkiyê de, PDK Başûr jî  nema xwedî  wê misyonê ye ku karibe bandorekê mezin li wan bike, bi taybet ku PDK’ê Başûr jî bi xwe di nava bendên Turkiyê de hatiye kilîtkirin.

Di dema îro de dubare mijara yekîtîiyê ketiye rojevê de, tevî ku ji 2012 de bi dehê caran ketiye rojevê de û tu hewildan û bang encam nedane, lê îro rewşeke nûye, Rêjîma Baas li şamê hatiye hilweşandin, Rûsiya û Îran bê bandor bûne, Tirkiyê xwe weke serkeftiyê mezin nîşan dide, bi taybet ku ew hêzên serdestiya şamê kirine islamîne û nêzîkî tirkiyê ne ( heyet tehrîr elşame) ku bingehê xwe Qaîdeye û pir rengbûnê napejirîne, lewra di demekê de ku hemû alî basa mafê xwe dikin di sûriyê de, kurd jî dixwazin destkeftiyên xwe misoger bikin û misogerkirina deskeftiyan, mîna ku darê pêxember mûsa be di yekîtîyê de dibînin ( kun fe yekune)?

Bê guman rastiyeke wê heye lê neherdem yekîtî hêzbûne, yekîtî hêzbûne dema ku di navbera aliyên hevbeşbin di parastina berjewendiyên welat û gelê xwe de, ENKS bi girêdanên xwe yên bi Tirkîyê ve, wê tucarî nikaribe berjewendiyên gel û welat bide pêş. Wê daxwaz û ecendeyên Tirkiyê biparêze û neçare biparêze, ji ber sedemên di destpêkê de me anîbûn ziman, di tora Istixbarata Tirkan de fetisiye, Bi taybet berpirsên wan. Heger partiyên ENKS’ê van berpirsan bê rol nekin, ji berpirsiyariyê dûr nexin, berpirsin welatparêz û negirêdayî Turkiyê hilnebijêrin, wê ti carî nikaribin xwe ji ecendiyê Tirkiyê rizgar bikin û ne jî dê karibin yekîtîyê bipejirînin, heger ne gelê Rojava, gelê kurd li herçar parçeyên kurdistanê dakevin kolanan û bêjin werin yekîtîyê bikin.

Lewra di roja îro de ku bi rastî pir metirsî li ser destkeftiyên gelê me hene û em hewcedarî yekîtîyên weke ku gel jî dixwaze, ev yekîtî hewcedarî helwesteke netewî û berpirsiyar ne ji PDK Başûr, lê belê ji kesayeta R.Mesûd Berzanî bi xwe ye, ku ji nava pencên Tirkiyê xwe rizgar bike û bi wêrekî bêje, Em li kêleka gelê xwe li Rojavane, an jî destê xwe ji ser ENKS rake û bêje negirêdayî minin, girêdayî Tirkiyê ne, her wiha welatparêzên di nava ENKS de, wan kesayetên ku nikarin ji tora Istixbarata Tirkiyê rizgar bibin, ji xwe dûr bixînin, an jî mûdaxeleyeke Emrîkî  were kirin ku karibe destûra ENKS ji Tirkiyê bixwaze,  heger ne wihabe, bi dehan civîn û soz û xwedaxistin ji aliyê partiyên xweseriya demoqratîk û PYD ve, dê helwesta ENKS neguherînin, her wê buhane û arîşeyan derxînin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.