NAVENDA NÛÇEYAN
Salane çendîn çalakiyên çandî û hunerî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tên lidarxistin. Kurdan bi rêya lidarxistina gelek çalakiyên cûr bi cûr yên çand û hunera Kurdî, xeteriya asîmîlekirina çand û hunera Kurdî ji holê rakirin. Li Herêma Kurdistanê jî van çalakiyan tûrikê çand û hunerê tijî kirine.
Çalakiyên hûnerî di warên şano, berheman, nîşandana fîlman, konserên muzîkê û stranan her wiha li gel van, weşandina gelek klîp û berhemên hunerî yên girîng, vekirina gelek pêşangehên hunerî û pirtûkan, nasandin û belavkirina gelek pirtûkên nû digirin nav xwe.
Çalakiyên çandî û hunerî ne tenê li Kurdistanê, lêbelê Kurd li welatên din yên cîhanê jî pêk tînin û îro ciwanên Kurd şiyana wan ewqas pêşketî ye ku ji bilî çalakiyên xwe, beşdarî çalakiyên çandî û hunerî yên navnetewî jî dibin û salane şopa wan di festîvalên hunerî yên cîhanî de diyar dibe.
Ya girîng eve ku, digel rewşa dijwar ya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ku li her parçeyekê ew ji ber Kurdbûna xwe êş û azaran dikişînin, hîn jî çalakiyên çandî û hunerî roj bi roj zêdetir dibin.
Rola jinan jî gelek berbiçave û îro kêm çalakî hene ku jin tê de pêşengtiyê nakin û di hemû qad û curên cuda yên warên çand û hunerî dixebitin.
Emê di panoramaya çand û hunerê ya 2024’an de hinek çalakiyên çand û hunerê yên girîng bi kurtî bînîn bîra we xwînerên ajansa xwe:
-Di 10’ê Çileyê de Festîvala Mîtan a Şanoyê ku di bin dirûşmeya “Veger Nêze, bi Hêvî ne” li herêma Şehbayê ji aliyê Komîna Sînema, Tevger û Desteya Çand û Hunerê hatiye orgenîze kirin, li Şehbayê bi beşdariya bi hezaran destpê kir.
-Di 11’yê Çileyê de hunermend Aydin Kobanê li gel zarokê binavê Kenan Îsmaîl klibek binavê “Zimanê me xweşe” belav kir ku stran behsa perwerdeya zimanê Kurdî dike.
-Di 21’ê Sibatê de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çalakiyên cûr bi cûr de daxwaza ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û xwendinê’ hate kirin. Her wiha hewlên dewleta Tirk yên ji bo tunekirina bîrdanka çand, ziman, hunera Kurdî hatin şermezarkirin.
-Di 8’ê Adarê de ji aliyê Komîteya Bêstûn û Çanda Tevna Zêrîn ya Rojhilat ve ji bo strana Koma Rocyar klîbek binavê “Ême jinanî Kurdistan” ku aranjeya wê jinûve hate kirin, hate belavkirin.
-Di 10’ê Adarê de li Silêmaniyê bi merasîmekê damezrandina Rêxistina Merziye ya ji bo piştgiriya jinên hunermend hat ragihandin.
-Di 20 û 21’ê Adarê de, bi boneya Cejna Newrozê çalakiyên hunerî û çandî li seranserê Kurdistanê hatin lidarxistin. Di nav wan de pêşangeheke mezin a çandî li Meydana Newrozê ya Qendîlê hat vekirin û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdar bûn.
-Di 18’yê Nîsanê de, li Çemçemalê ji bo pîrozkirina Roja Pirtûkan ya Cîhanê û bal kişandina ser girîngiya xwendina pirtûkan, pêşbaziyeke pirtûkxwendinê ji bo ciwanan hat lidarxistin.
-20’ê Nîsanê, li gundê geştiyarî yê Palingan yê herêma Hewramanê bi beşdariya 20 hezar kesî merasîma Hezar Defan hat lidarxistin.
-Di 25’ê Nîsanê de, 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê destpê kir û çend fîlmên Kurdî hatin nîşandan.
– Di 1’ê Gulanê, li gel 30 nîşandanên din, bi beşdariya 15 welatên cuda li Festîvala Navnetewî ya Qertac ya Tûnisê, monodramaya “Selma” ji aliyê du şanogerên Kurd û Fransî hate leyîstin. Monodramaya Selma li ser rojên bi êş yên Enfalê ku di encamê de bi sedhezaran Kurd bi saxî û bi awayek zindî hatin binaxkirin hatiye amadekirin.
-Di 9’ê Gulanê de, li Hola Rewşenbîrî ya Silêmaniyê mûzexaneyek bi navê “Netewesazan” hat vekirin, ku taybete bi wêne, cilûberg û bîranînên hunermendên koçkirî yên sînema, şano û dramayê.
-Di 16’yê Gulanê de, ji bo sala sêyem û bi dirûşemeya “Ka em bibin hevalê pirtûkan” Koma Fêrxwazên Çalak, di pêşangehekê de hezar û 500 pirtûk ji mijarên cuda pêşkêşî xwendekarên Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê kirin.
-Di 18’yê Gulanê de, li nav xwezaya xweş û bedew ya binê Çiyayê Karox, 2’yemîn Festîvala Hespsiwariyê hat lidarxistin, ku tê de 40 siwar beşdar bûn û bi nîşandana hespsiwariyê kevneşopî û folklora Kurdî hat vejandin.
-Di 18’yê Gulanê de, 2’yemîn Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê ku rojan dewam kir, destpê kir. Tê de çalakî û pêşbaziyên helbest, hunerî, akademik hatin lidarxistin û xwarinên folklorî hatin nîşandan.
-Di 18’yê Gulanê de, bi pêşengiya Liqê Wanê ya Eytem Sen, yekem Sempozyûma Zimanê Kurdî li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê destpê kir, tê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
-12’yê Hezîranê, di çalakiyeke rewşenbîrî de, Zanîngeha Silêmaniyê zêdetirî 15 hezar pirtûk nîşan dan. Pirtûkên ji hemû mijaran pêk dihatin, welatî, xwendekar û mamosteyan pirtûkên dixwestin bê beramber hilgirtin.
-Di 14’yê Hezîranê de, hunermendê navdarê Kurd Hozan Şemdîn, nûtirîn albûma xwe bi navê “Zozanên Me” pêşkêşî hunerdostan kir. Albûm ji 12 stranan pêk tê.
-Di 23’yê Hezîranê, 8’emîn Pêşangeha Wêneyan ya bi navê “Govenda Rengan” ku taybete bi tabloyên jinan ku du rojan destpê kir hat lidarxistin. Pêşangeh ji 25 tabloyên ku ked û rengên jinan vedigot pêk dihat.
-Di 24’yê Hezîranê de, bi beşdariya çendîn navendên weşan û belavkirina pirtûkan li Pirtûkxaneya Giştî ya Ranyayê, pêşangeheke pirtûkan hat vekirin.
-Di 29’ê Tîrmehê, malpera Gerîla TV, fîlmê “An hûnê biçin, an hûnê bimirin” belav kir, ku behsa wan derbeyên kujer dike ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya operasyonên şoreşgerî de ji payîza 2023’an heta bihara 2024’an li artêşa dagirker a Tirk xistin, dike.
-Di 9’ê Tebaxê de, bi boneya Pêngava 15’yê Tebaxê bi beşdariya çendîn hunermendên naskirî yên Kurdistanê û navnetewî, xebatên berhemanîna semfoniyekê ya bi navê ‘Dengvedan’ meşandin.
-Di 10’ê Tebaxê de, li bajarokê Qeladizê, çalakiyek hunerî hat lidarxistin, ku bi rêya şanoyeke kolanê, peyamên kesên astengdar, xem û êşên wan hate nîşandan.
-Di 11’yê Tebaxê, Festîvala Soza Dayikê, ji bo destrengînî û berhemên xwemalî, li navçeya Çemçemalê ku pênc rojan dewam kir, hat lidarxistin. Tê de berhemên xwemalî, destrengînî û karên destî yên jinan hatin nîşandan.
-Di 12’yê Tebaxê de li Rêveberiya Pirtûkxaneyên Giştî yên Koyê, pirtûka “Avesta Zimanê Bapîrên Kurdan” hat nasandin û paşê pirtûk hat xwendin û beşdaran jî raman û nerînên xwe derbarê naveroka pirtûkê de pêşkêş kirin.
-Di 18’yê Tebaxê de, yekem Festîvala Fîlmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi armanca piştgiriya sînemakarên serbixwe û nîşandana berhemên têkoşîna jinan ya di warê hunerî de, hat lidarxistin.
-Di 19’yê Tebaxê de, li Kelarê Koma Kêydostan (dostên koviyan) bi boneya Roja Wêneyan ya Cîhanê, pêşangeheke wêneyan vekirin. Tê de bedewî ya xwezaya Kurdistanê û şûnwarên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombebarankirin hatin nîşandan.
-Di 5’ê Îlonê de, xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn ya Wargeha Mexmûrê ku sê mehan dewreyek a perwerdeya estrumanan dîtin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin. Xwendevanên Mexmûrê ji bo vejandina çanda Kurdî û rakirina metirsiya tunebûna çanda Kurdî ev çalakiye lidar xistin.
– Di 5’ê Îlonê de, li navçeya Koyeyê bazareke çandî ji bo berhem û karên destrengîniyê yên 18 jinan hat vekirin û tê de gelek berhemên çandî, Kurdewârî û hunerî hatin nîşandan.
-Di 6’ê Îlonê de, klîba hunerî ya ‘Egrîce’ ku sê dengbêjên navdar yên jin bi hev re dibêjin û ji aliyê Rêxistina Merziye ve hatiye hilberîn û behsa îradeya azadiyê ya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike, weke klîbeke bi temamî cuda û taybet hate belavkirin.
-Di 7’ê Îlonê de, li Çemçemalê çalakiya nasandina helbestê hat lidarxistin û tê de pirtûka helbestê ya binavê ‘Termek Zindî’ hat nasandin.
-Di 9’ê Îlonê de, li bajarê Kerkûkê, festîvaleke mezin a bazarkirina xwarin û karên destî û berhemên xwemalî hat vekirin.
-Di 10’ê Îlonê de, piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” nêzîkî 300 derhênerên fîlman doz li dijî wan hat vekirin û ji ber vê sedemê mafê xebitînê ji wan hat standin.
– Di 10’ê Îlonê de, li Navenda Çalakiyên Ciwanên Kelarê pêşangeheke salane ji bo fêrkarên beşa wênesaziyê ya navendê bi beşdariya 25 hunermendan hat vekirin.
-Di 15’ê Îlonê de, li Kelarê pêşangeheke pirtûkan bi armanca hêsankirina kirîna pirtûkan ji bo xwendevanan bi bihayekî erzantir ji yê heyî, hat vekirin,
-Di 21’ê Îlonê de, Festîvala Payîzê bi serpereştiya Koma Çavî ya Silêmaniyê li navçeya Kelarê destpê kir, ku zêdetirî 50 firoşkar ji herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn.
-Di 21’ê Îlonê de, bi armanca derxistina şiyanên jinan, destrengîniya wan û afirandina derfetên kar yên zêdetir ji bo jinan, festîvalek ji bo zêdetirî 40 jinên xwedîkar yên Şarezorê hat vekirin.
-Di 23’ê Îlonê de, li Çemçemalê 2’yemîn Festîvala Wêjeyê ya Germiyanê hat lidarxistin.
-Di 26’ê Îlonê de, ku hevdemê serhildanên Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ye, 1’emîn Festîvala Fîlman li çend bajarên Amerîka, Kanada, Ewropa û Awistralya bi navnîşana “Jin, Jiyan, Azadî” hatin lidarxistin û şeş rojan dewam kir.
-Di 27’ê Îlonê de, li navçeya Kelarê şanoya “Gelo ev bi rastî qewimî” ji aliyê Koma Şanoya Sehend ve hat pêşkêşkirin, naveroka şanoyê jî behsa bandora şer li ser derûniya leşkeran dikir.
-Di 28’ê Îlonê de, bi armanca teşwîqkirina ciwanan û pêşxistina zêdetir ya xwendinê, li Helebceyê pêşangeha bi hev guherandina pirtûkan hat lidarxistin.
-Di 5’ê Cotmehê de, li Helebceyê, 4’emîn Dîdara Wêje û Çanda Hewramanê bi beşdariya hejmareke berbiçav ji wêjehezan hat lidarxistin. Tê de teqezî li ser girîngîdana bi zarava û çanda Hewramanê hat kirin.
-Di 7’ê Cotmehê de, di Festîvala Kêmneteweyên Cuda de, Kurdan bi çanda xwe ve beşdarî Festîvala Êrîvanê bûn û pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya wergêra wê bi zimanê Ermenî hatiye kirin, bi germî hat pêşwazîkirin.
-Di 22’yê Cotmehê de, ji bo çanda xwendinê di nav gelan de pêş bikeve 8’mîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan ku 15’ê Cotmehê destpê kir û tê de 15 hezar û 200 navnîşan û 143 hezar pirtûk hebûn, bidawî bû.
-Di 24’ê Cotmehê de, di festîvalekê çandî ya li Kerkûkê de gelek hunerên destî û xwarinên Kurdewârî hatin nîşandan.
-Di 24’ê Cotmehê de, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 9’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku her du sala carekê di pêşengtiya Meclisa Îştar de tê li darxistin û du rojan dewam kir, hat lidarxistin
-Di 27’ê Cotmehê de, jinekê bi rêya pêşangeha xwe ya hunerî ku bi hemû rêyan dikarin xizmeta jîngehê bikin, pêşangeheke hunerî ji kelûpel û tiştên avêtî li Helebceyê vekir.
-Di 27’ê Cotmehê de, bi beşdariya çendîn navendên weşan û belavkirina pirtûkan, li Pirtûkxaneya Giştî ya Ranyayê, pêşangeheke pirtûkan hat vekirin.
– Di 2’yê Mijdarê de, li Qeladizê bi beşdariya nêzîkî 20 jinên destrengîn, hefteya yekem a bazara jinan ya Komeleya Perî, bi dirûşmeya “Jin ber bi aboriya serbixwe ya xwe ve” hat lidarxistin.
-Di 2’yê Mijdarê de, bi pêşengiya Rêxistina Nûger, li bajarê Silêmaniyê konserek hunerî ji bo Koma Rojda hat lidarxistin û tê de bi zimanên Soranî û Kurmancî, stranên netewî û hunerî hatin pêşkêşkirin.
-Di 4’ê Mijdarê de, li bajarê Kerkûkê bi beşdariya çend tîmên şanoyê ji navxwe û derveyî Iraqê, 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan bi meşeke mezin û leyîstina çend şanoyan hat lidarxistin.
-Di 9’ê Mijdarê, di dîdarekê de bi girîngî behsa berhemên Mamosta Osman Hewramî di warê perwerdehiya zarokan de hat kirin û di heman demê de beşdaran rexne li medyaya Kurdî girt, ku zarok ji bo armancên xwe kirine eşyayeke bazirganî û reklamê.
-Di 14’yê Mijdarê de, bi boneya salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê de bi dehan çalakiyên çandî, hunerî û werzîşî hatin lidarxistin û çendîn projeyên cuda hatin vekirin.
-Di 25’ê Mijdarê de, Rojnameya Neue Zürcher Zeitung lîsteya 100 pirtûkên herî baş yên sedsala 21’ê belav kir û romana ‘Hinarê Dawî ya Dinyayê’ ya Bextiyar Elî yek ji wan 100 pirtûkan bû û li gorî rêzbendiyê di rêza 80’emîn a pirtûkên herî baş de cih girt.
-Di 28’ê Mijdarê de, 6’emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Navnetewî ya Silêmaniyê li Silêmaniyê hat vekirin.
-Di 29’ê Mijdarê de, nivîskar û şanoger Merîwan Zengene di beşa pêşbirkê ya senaryoya şanoyê de, di 19’emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê de xelata senaryoya herî baş ya senaryoyê bidest xist.
Ji bilî çalakiyên çandî û hunerê
Ji bilî çalakiyên hunerî, her di sala 2024’an de gelek hunermendên Kurd nerazîbûna xwe li hember kêmxemiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê derbarê piştguhkirina hunermend û xizmet nekirina wan bertek nîşan dan.
Hunermedên Koyê wiha gotin: Hikûmet bi hincetên cûr bi cûr û bê wate pişta xwe daye huner û çalakiyên hunerî. Armanca wê ewe ku gel ji hunerê dûr bixe. Ji ber ku dizane huner bingeheke sereke ye ji bo hişyarbûn û naskirina pêşketina civakê.
Ji aliyekî din ve, nêzîkî 12 salin ku Hola Hunerî ya Gel li bajarê Hewlêrê hatiye xirabkirin û karên wê nehatine temam kirin. Hunermend û şanoger ji temamnekirina holê nerazî ne û gotin “Xirabkirina holê tê wateya xirabkirina hest û dilê hunermandan. Her wiha bang kirin ku divê ji bo girîngî dayîna şanoyê demildest hol were temamkirin.
Xalid Kerîm, bi navê Renceya Nabîna tê naskirin, nivîskarê Kurd û pisporê meqam û dengbêjiyê li ser dengbêjiya Kurdî axivî û got: Dengbêjî kevintirîn hunera Zagrosî ye û dîrokeke hezaran salan heye. Taybetmendiya vê hunera resen ewe ku beriya muzîkê hatiye dinyayê û heta niha jî nehiştiye muzîk li ser wê zal bibe. Her wiha eşkere kir ku Kurdistan welatê dengbêjiyê ye û bê dengbêjî Kurdîtî tune ye. Dengbêjî dîrokeke hezaran salan di nav civaka Kurdî de heye û hemû hunerên Kurdî yên din vedigerin ser dengbêjiyê, lewma divê rê neyê dayîn ku ev huner bê tunekirin.
Koça dawî ya hunermandan
Di sala 2024’an de çend hunermendên navdar koça dawî kirin û gencîneyeke mezin a hunerî li pey xwe hiştin, ji wan:
-Di 27’ê Kanûnê de mûzîsyen awazdanerê navdar Tiwana Ferec û mûzîkjen û hunermendê xwedî behre yê Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Neqîdyan di kêmtir ji 24 demjimêran de koça dawî kirin.
-Di 5’ê Nîsanê de hunermendê navdar yê Kurdistanê Elî Zendî, piştî demekê têkoşîn li dijî nexweşiyê, di temenê 67 saliyê de koça dawî kir.
-Di 23’yê Nîsanê de, hunermend û damezrênerê ‘Tîpa Hunerî ya Hewlêrê’ Cemal Hîdayet ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
-Di 7’ê Gulanê de, hunermendê şêwekar Mihemed Dilşad ku bi navê Naşad dihat naskirin, di temenê 71 saliyê de, li mala pîr û kalan ya Silêmaniyê koça dawî kir.
-Di 18’yê Hezîranê de, hunermendê şanoger û medyakar, Berzanî Qaleyê Xelûz ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
-Di 24’ê Îlonê de, hunermenda jin a Kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê Fetane Mihemed Şerîf Welîdî ku bi navê Fetane Welîdî dihat naskirin, di temenê 71 saliyê de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
-Di 25’ê Cotmehê de, nivîskar û rojnamevanê Kurd Sitîvan Şemzînî, piştî têkoşîneke dirêj li dijî nexweşiyê, li Almanyayê koça dawî kir.
-Di 23’yê Mijdarê de, hunermendê navdar yê şanoyê, Şanoger Zahir Ebdula ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
-Di 19’ê Mijdarê de, hunermend û dengbêjî navdarê Kurd Îbrahîm Qadrî, di temenê 90 saliyê de koça dawî kir.
-Di 5’ê Mijdarê de, hunermend Elî Cafrî ku bi nasnavê Elî Birayme Lege dihat naskirin li Mehabadê koça dawî kir. Hunermend Elî Cafrî jenyar yan jî mûzîkjenê amûra sentûrê bû, demeke dirêj li gel herdu hunermendên navdar Mihemmedê Mamlê û Cefer Mamlê sentûr jeniye.
-Di 24’ê Nîsanê de, cezayê darvekirinê li hunermendê repê yê ji Loristanê Tomac Salihî hat birîn ku yek ji wan hunermendên repê yên di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin.