Hemza Sêvo/ Qamişlo
Muzîk yek ji alavên ji bo şadwerî, aramî, xemgînî, geşbînî, dermankirina fîzîkî û derûniya mirov tê bikaranîn. Muzîk zanisteke bi dirêjahiya dîrokê ji çerxên kevnar heta roja îro hatiye bikaranîn û bûye cihê sûdmendiyê.
Sûdên muzîkê:
Di destpêka dîroka mirovahiyê de muzîk ji bo çareserkirinê sûd jê hatiye wergirtin. Di ferhenga destpêkê ya Tarîtiya Afrîqiyan de, mirovek bi navê “Şaman” ku rêberê muzîk, bîjişk û zanayê olî yê hoza xwe bû, muzîk ji bo çareseriyên nexweşiyên laşên nexweşan sûd jê wergirtiye. Çîna şaristaniya hindiyan jî, ji bo çareseriyên bijîşkî ji muzîkê sûd werdigirtin. Ji aliyekî din ve romiyan muzîk bo çareseriya nexweşiya Tao`n(Hala Reş) û bêxewiyê bi kar tanîn. Ji sedsala 17’an heta nîva sedsala 18’an, muzîk bi parastina girîngiya xwe, weke alîkariyekî bijîşkî ji bo padîşahan sûd jê hatiye wergirtin. Nivîskarên wekî Spênsêr û Şêkispyêr têkoşîn kirin da ku di wê serdemê de têgeheke zanistî li muzîkê bo dermankirina pirsgirêkên derûnî ava bikin. Di sedsala 20’an de, bi sedema derencamên muzîkê di çareseriyên bijîşkî de, girêdana pîşeya muzîkdermanî pêk hat û bi taybet di pîşeya derûnî ya bijîşkî de berfireh bû. Yekemîn encûmena muzîkdermaniyê di cîhanê de, Encûmena Muzîkdermanî ya Amerîkayê bû ku di sala 1950’î de hate avakirin. Herwiha di sala 1971’ê de jî Encûmena muzîkdermanî ya Amerîkayê pêk hat û herdem li gel vê yekê, sêyemîn navenda girîng a muzîkdermaniyê bi navê Navenda Encûmena Muzîkdermanî ya Kanadayê jî di sala 1974’an de hat avakirin. Pêkhateya fîzyolojîkî ya hiş di bersivdana bi muzîkê re tê guhertin, bo mînak tansiyona xwînê û lêdana dil pêwendî cura muzîkê heye. Herwisa muzîk baskan aram dike, “Andirofîn”ê bilind dike û hormonên strêsê kêm dike. Lêkolînên di wî warî de behs li ser vê yekê dikin ku heta 15 deqan guhdarkirina muzîkê, bandoreke erênî li ser mirov heye. Bi baldana bi cureya deng, muzîk dikare, aramiyê bide mirov, mînak, ew alîkariya hînbûnê û hîniyê dide û şiyana konsantrasyonê bilind dike. Lêkolînek li ser xwandekaran hatiye encamdan, nîşan dide ku yên dema muzîka klasîk guhdarî dikin, pirsên bîrkarî yên xwe baştir bersiv didin.
Bandora muzîkê li ser derûnî û fîzîkiya mirov
Herwisa bandora muzîkê li ser hestên mirov heye, bo mînak li ser xewa zarokan. Di hişê mirov de, navendek ji bo wergirtina muzîkê li pişta navbera çavan de heye, ku erka hînkarî û gotina hestên mirov digre stûyê xwe. Her bi vê sebebê jî, di navbera muzîk, hînkarî, kontrol û gotina hestan têkiliyeke rasterast heye. Di heman demê de zaniyar gihîştine vê encamê ku mirov di warên cuda de, helwestên hember muzîkekê, refleksên cuda ji xwe nîşan didin. Ji ber ku rewşa derûnî ya mirovan di demên cuda de bi hev re cuda ne. Divê em zanibin ka kîjan muzîk aramiyê tîne hişê me û laşê me aram dike; divê em zanibin ku muzîk çi “strês” û “xemgîniyê” çêdike û dibe sedema nexweşiyê. Lêkolîn di derbarê vê yekê destnîşan dikin ku muzîkê ev şiyana ku mirovan li hember nexweşiyên derûnî û fîzîkî diparêze, an rola derman dilîze û êş û janên wan kêm dike û pêş ji rûdana hinek bûyeran digire. Herwiha ev lîkolînên han li ser vê yekê tekez dikin ku dibe di dermankirina nexweşiyan de, bi hûrbînî bal bê dayîn li ser curên muzîkê. Lêkolîner gîhaştine wê encamê ku muzîk bandora xwe li ser hûrbînî, rewş, dîtyarî û têgihiştina mirovan heye. Muzîk bandoreke xuyabîn li ser aramkirina rewşa krîzên nexweşiyên beşa “ACU” (nexweşiyên guhan) li nexweşxaneya heye. Sîstema hiş, bersivdana erênî ji “dengderên muzîkan” re dide û bi giştî muzîk di guhertina rewşa nexweşan de bibandor e û sûdwertin ji muzîkê, dibe sedema arambûna ruh û rewşa hiş.
Çend kesayetiyên binavûdeng ên cîhanî di derbarê muzîkê de wiha gotine:
Eflaton: Muzîk rûmeteke exlaqî ye ku ruh dide cîhaniyan, baskan dide ramanê û jiyanê dide her tiştî.
Beethovên: Muzîk semboleke bilindtir e ji her zanist û felsefeyekê. Muzîk hunera zimanê dil û ruhê mirov e û bilindtirîn ronîkirina bedewiya mirov û cîhanê ye.
Hîgil: Muzîk hunera taybet ya ruh e û rasterast bi dengê xwe can dike. Nietzsche: Hemû diyarde, bi danaberheva li gel muzîkê, tenê sembolek in.