Can Yûsif
Helbestvan Leyla Reşo Kaniya nazikbûn û deryaya peyvên germ. Afirînerî tu carî bi mêran re sînordar nebûye, afirîneriya jinê bi dehsalan hebûna xwe ispat kiriye ku dengê xwe heya deverên dûr belav kiriye, da ku tiştên ku ew diafirîne bibe mînakek wêjeya balkêş ku di wêjeya kurdî de cih û roberek girîng girtiye.
Gelek nivîskarên jin ên kurd ên afirîner hene ku afrînerî kirine û nivîsandine, serpêhatiya wan a afirîneriyê bala gelek mirovan kişandine ser xwe, her wiha serpêhatiyên nivîskarên jin ên kurd ên afirîner ên ji nifşên cuda hene, hin ji wan jiyana xwe ji dest dane û berhemên xwe di destê xwendevanan de hiştine da ku ezmûneke dewlemend nîşan bidin û hin ji wan hîn jî bi tiliyên xwe yên zêrîn wêjeyê dinivîsînin ku ne kêmtirî ji wêjeya mêran e.
Gelek nivîskar û helbestvanên jin ên kurd bi nivîsên xwe xwestine ku jin bindestiya desthilatdariya mêran nepejirîne, cudabûn hebû di pêşkêşkirina mijarên netewî di navbera helbest, edebiyat û romanê de û her wiha di pêşkêşkirina mijarên cuda de ku ji malbatê û nakokiyên di navbera zayendan ji aliyekî ve û li aliyê din jî di navbera jin û kevneşopiyên civakê yên kevnare de.
Di nav jinên ku karîn navên mezin di cîhana çand û wêjeyê de bi dest bixin û navên xwe li navgînên çandî û wêjeyî yên Rojavayê Kurdistanê ferz bikin, helbestvan Leyla Reşo yek ji wa ye ku stêrka wê di asîmanê wêje û çanda kurdî de di vê qonaxa niha de şewq daye û kariye hebûna xwe di nav civaka wêjeya kurdî de bi zîrekî ispat bike.
Helbestvan û nivîskara kurd Leyla Reşo di sala 1979’an de li bajarê Hisîçayê ji dayîk û bavên kurd (Îbrahîm û Bedîa) hatiye dinya yê û di malbateke kurdperwer a welatparêz de, mişt bi ruhê welatparêzî û nirxên Kurdewarî, ku bi hesreta azadiyê û hezkirina wêje û hunerê mezin bûye. Dibistana seretayî, amadeyî û lîse li bajarê Hesekê xwendiye û piştî wergirtina bawernameya amedeyî, wê xwe li kulîjeya perwerdeyê tomar kiriye û ji ber zextên siyasî û dûrxistina wê ji zanîngehê, xwendina xwe ya zanîngehê temam nekiriye. Meyla wê ya ji bo wêjeyê û hezkirina wê ya ji bo nivîsandina helbest, kurteçîrok û wênekêşiyê di temenê xwe yê biçûk de, dema ku di dibistana seretayî de bû, dest pê kiriye,
Wê hewesa xwe ya wênekêşiyê berdewam kir û di qonaxa seretayî de beşdarî gelek pêşangehên dibistanan bûye, û wêneyên (rismên) wê bawernameyên pesindan û rêzgirtinê wergirtine û ji hêla mamosteyan, xwendekar û beşdaran ve hatine heskirin, paşê dest bi nivîsandina kurteçîrokan kiriye û çîroka wê ya yekem bi navê (Senyor û Senyorîta) bû. Ji zarokatiya xwe de ji aliyê bavê xwe yê helbestvan Îbrahîm Reşo (Şevgîr) ve fêrî prensîbên azadî û ramana neteweyî ya kurdî bûye, di qonaxa amadekariyê de, ew ji bavê xwe fêrî nivîsandina zimanê kurdî û rêzimana wê bûye, herwiha wî ew teşwîq û arasteyî xwefêrkirin û xwendina berhemên helbestvan û nivîskarên kurd kiriye, yên wekî helbestvanê kurd (Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Cegerxwîn, Tîrêj û helbestvanên kurd ên din).
Piştî ku dest bi dibistana navîn kir, wê xwendina wan efrandinên wêjeyî û çandî yên kurdî berdewam kiriye digel hevsengiya xwendina helbestên bi zimanê erebî bi evîn û hezkirin wekî (helbesta Endelusî, helbesta pinaberiyê ya bi hesret, bêrîkirin û hizirên wê, mu’ellaqat û helbestên Ebû Temam, El-Buhturî, û pêşengên din yên helbesta Erebî)
Piştî çend salan ji xwefêrkirin, lêkolîn û xwendinê, wê rezerveke (mexzûn) wêjeyî û çandî bi dest xistiye û hunera xwe ya wêjeyî û çandî hîn zêdetir û bêtir kiriye û xwe fêrî şêwaza nivîsandina her cure yên helbestên (kevneşop, nûjen û pexşan) û kurteçîrokan kiriye bi zimanê kurdî.
Bavê wê, helbestvanê nemir Şevgîr, rola herî mezin û sereke di avkirina kesayetiya wê ya edebî de û xurtkirina hunera wê ya helbestî û dildariya wê ya ji bo nivîsandinê lehîstiye, heya ku têkiliya wê bi helbestê re bûye mîna têkiliya cotkar a bi axê re û têkiliya doktor bi nexweş re, heya ku di navbera wê û helbestê de bûye mîna nêzîkbûna ruh û xwînê û helbest jê re bûye sîwana jiyan û afirandinê, zimanê şahî û xemgîniyê û hawara evîn û êşê, ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku helbestvan berdevkê gelê xwe ye,êş, azar û daxwazên gelê xwe vedibêje, ji ber vê yekê heskirin û evîndariya wê ya ji bo helbestê zêde dibe, lewma di nivîsandina helbestê de riya bavê xwe dişopîne û ew helbestê ji her cure yên hunerê hildibijêre.
Helbestvan Leyla Reşo di 14.11.2000 de bi muzîkjen û bestekarê Kurd Ebdul Selam Gênco re zewicîye û dayîka sê zarokane (du keç û yek kur) e.
Di nav kar û berhemên wê yên wêjeyî (edebî)de sê dîwanên wê yên helbestan ên bi zimanê kurdî hatine çapkirin hene:
1-Tava Hêviyan
2-Lale û Peyal
3- Xeyalên reswa
Ya çaremîn li ber çapê ye binavê (Înana)
Û herwiha pirtûkek li ser çend destan û efsaneyên kurdî jî. Piraniya nivîs û berhemên wê yên edebî helbestên şîretkirin û perwerdeyê ne, ji ber ku ew mamosteya ziman û wêjeya kurdî ye. Wê li ser bedewiya xwezaya Kurdistanê û çiyayên wê, li ser nirxên şehîd û lehengên azadiyê û li ser rol û bedewiya jinên Kurd gelek helbest nivîsandine.
Wê helbestên sofîtî, yên klasîk û yên nûjen, û helbestên pesin, lome û rexne nivîsandine. Di helbestên wê de mijarên civakî, pabendbûna bi pirsgirêkên gelê Kurd re, kultur û şaristaniya wî, bilindkirina nirxên netewî û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û guhertina demografîk ku li herêmên dagirkirî yên Kurdistanê pêk tên, di helbestên wê de têne vegotin .Dem bi dem, ew çend nimûneyên xweş ji helbestên helbestvanên kurd yan ereb werdigerîne zimanê kurdî û hin ji nivîsên doktor û rexnegir bi erebî Xalid Husên û helbestvana Cezayîrî Hûriya Omran werdigerîne zimanê kurdî.
Gelek helbestên wê di malper û kovarên wêjeyî de hatin weşandin û gelek spasnameyên rêzgirtin û afirîneriyê wergirtine, hin helbestên wê ji aliyê helbestvanê kurd ê navdar “Guney Ozdemîr” ve bi şêweyek xweş hatin gotin û li ser hin malperên civakî hatine belavkirin.Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku helbest ji bo wê zimanê giyan û dil e, navgîna derbirîna bedewî, xemgînî, şahî û hêrsê ye, ew hunerek e ku ji dem û waran derbas dibe, di dilê mirovan de dimîne, hişmendî û teşwîqkirina hizir û ramane.
Ji bo wê, helbest ne tenê gotinek derbasbûyî bû ku mirov bibêje, ew bi serê xwe cîhanek bû, ku tê de hestên xwe vedibêje û di peyvên xwe de mîna ku tu heman kêliyê bijî; ew amûreke handanê ye û enerjiya hêviyê ye, pendin jê tên fêrkirin, exlaqe ku tê pesnandin, awazeke muzîkê ye ku guh pê şa dibe û dil pê xweş dibe,hevsenge ne têkbire, kêfxweşe ne bêzar e. Helbestvan Leyla bi pênûsa ku ji afirînerîyê dibiriqîne, vedihûne tîpên bedew û peyvên hêja û nazik, zelal wek dilopên xunavê, ku tijî ji hestên rasteqîn, tîpên wê rewanan şa dikin û birînan sax dikin.