Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkçûna Eseed û siberoj

22/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Rejîma Baas ya Sûriye piştî dehê salan têkçu. Rejîmên Baas weke Nîjadperestên Ereban xwe di Erdnîgariya Kurdistanê de bicîh kirin, gelek tiştên nelirê pêkanîn û zilmekî mezin li ser gelan dan meşandin. Tirsekî pir giran li ser milletan pêk anîn, kuştin, îşkence, malwêranî û qetilkirin jî rêzêbûn. Gelê Kurd, ji hêla Baas a Iraqê ku serokatiya wê Saddam dikir, bi çekên kîmyewî hate qirkirin, enfal, şewtandin û zilma giran li Kurdan kir û dawiyê hate sêdardekirin.

Ev çend salin Baasa Sûriyê jî heman tişt li serê Kurdan anî, bi muxaberata xwe kurd perçiqandin, mafê wan ê niştecîhbûnê nehate dayîn, Erdnîgariya Kurd bi planekî hov ku navê wî kembera Erebî ye bi darê zorê hate pêşxistin.

Ev çend salin Kurê Eseed, ji bo ku Kurd nebin xwedî statû berxwe da û dawiyê de ewjî têk çû.

Niha dora Nîjadperestê Tirk ku Eslê xwe jî ne Tirke, Erdoganê Gurcîyê…

Erdogan bi hilbijêrên Sêrtê bû serokwezîr, bi nanê Kurdan bû xwedan desthelat. Gotinekî me Kurdan heye, dibêjin gelo “Nanê me bê xwê ye!” Kê nane me dixwe, dibe dijminekî har li beramber me. Ev millet milletekî esîlzadeye û xwedan çandekî dîrokî û mirovî ye.

Gelê Kurd di serdema meya îroyinde bûye xwedan serkeftinekî mutleq. Hemû cîhan behsa Kurdan dike, camêrî û egîdiya wan vedibêje.

Erdogan û nîjadperestên Tirk ji bo Rojava tunne bikin diranên xwe diseqînin û êrîşê Milletê me ye bê guneh dikin. Kesên ji Efrîna birîndar hatibûn penaberkirin, ji Til Rifet û Şehbayê carekî din hatin koçberkirin, ev zilma giran ji hêla Erdogan û çeteyên wî ve tê meşandin.

Dewleta Tirk û sîstema wê ji ya Baas a Erebî zêdetir zilm li Kurdan kiriye û dike, ev zilm û hovîtî bi rengên cuda hêjî berdewam dike.

Îskenderê mezin nikaribû bi Kurdên serbilind çok bide şikandin: Çejikê, Cengîzxan û yên Kemal Atatûrk weke Erdoganê tirsonek wê tu demî nikaribin bi Kurdan çok bidin şikandin.

Dîrok xwe carekî din dûbare kir, piştî Saddam, Beşar jî çû! Lê xuyaye zalim û dagirkerên ser xaka me ya pîroz, ji vê dîrokê tiştan fêr nabin û her di cehaleta xwe de berdewam dikin.

Ji bo HTŞ’ê divê henekî bîranîn werin vegotin: Erdogan û dewleta Tirk DAÎŞ sor kir û biser Kurdan ve şand! Kurd bi keç û xortên xwe yê çeleng xwînmijên DAÎŞê têk birin û biser ketin. Divê HTŞ vê dîroka nêz bi bîra xwe bîne û ligor wî sîyasetekî nuh ava bike. Ger weke DAÎŞê gotina Erdogan û sîtema nîjadperesta Tirkan bike, aqîbeta DAÎŞê li benda HTŞ’ê ye.

Erdogan û dewleta Tirk banga aşitiyê ya Kurdan weke qelsiyekî dixwînin. Dibêjin qey Kurd ji wan ditirsin. Gelê Kurd jî her ku diçe hêztir dibe û dostên xwe jî zêdetir dike.

Divê Dewleta Tirk û HTŞ ji Sedam, DAÎŞ û Beşarê kurê Eseed dersan bigrin, an na; heman çarenûs li benda Erdogan û Colanî ye jî.

Ji bo Sûriyekî adil were avakirin, divê di serî de mafê Kurdan û hemû neteweyên dîtir di makezoganê de were çespandin û aşitiyekî mayinde were bicîh kirin.

Ev ji bo berjewendiyên milletên Sûriyê û Rojhelata navîn e.

Ger Erdogan û Colanî di sîyaseta berê de israr bikin, yan dê birevin yan jî dê werin sêdare kirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.