Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Cîhan Bilgîn: Em ê heta dawiyê şopdarên rastiyê bin

22/12/2024
in ROJEV
A A
Şehîd Cîhan Bilgîn: Em ê heta dawiyê şopdarên rastiyê bin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bilgîn beriya ku şehîd bibe diyar kirbû ku ew rewşa herêmê ji nêz ve dişopîne û ew ê heta dawiyê şopdarên rastiyê bin û wiha gotibû: “Hêza çeteyên dewleta Tirk ya dagirker nemaye, ew nikarin berxwe bidin.”

Sûriye bi giştî û taybet Rojava piştî rûxandina rejîma Baas derbasî qonaxeke nû dibin, hevsengiyên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê wê çawa biguherin cihê meraqê ye. Ji aliyê din ve êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û  çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Agirbesta ku dihat plankirin bi navbeynkariya hevpeymaniya navdewletî di navbera QSD û Tirkiyê de çêbibe, ji ber ku Tirkiyê wê herêmê 1 kîlometreyî bi çekên giran ve girêbide û weke herêmeke jor dixwest, pêk nehat. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê hatin şikandin. Li gorî nûçeya ANHA’yê hat ragihandin ku Tirkiye û komên çekdar li derdora pira Qereqozax û sînorê Kobanê hêz kom kirine.

Nûçegihana ANHA’yê şehîd Cîhan Bilgîn ku li qada şer bû, beriya ku şehîd bibe  derbarî rewşa dawî ya êrişan û berxwedana şervanan, ji rojnameya me re axivîbû.

‘Berxwedaniyek bêhempa li Minbic û bendava Tişrîn tê meşandin’

Şehîd Cîhan Bilgîn anîbû ser ziman ku hêzên parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke QSD’ê, YPJ û hêzên Ewlekariya Hindirîn tekoşînekê bi hempa li hemberî komên çete didin meşandin û wisa dest bi axaftina xwe kiribû: “8‘ê Berfanbara 2024’an piştî hilweşandina Rejîma Baas’ê ya Beşer Esed êrîşekê dagirkeriyê ya hemwext li ser Minbic û bajarokên weke Sirrîn, Seda Tişrîn û pira Qereqozaxê hat destpêkirin. Bi giranî bomberdimana bi balafirên bêmirov gelek zirar gehiştin erdnigarî û binesaziyên jiyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelek caran hewildan kirin ku ji bona derbasî navenda bajêr bibin lê ketin kêmîna hêzên QSD’ê yên girêdayi Meclisa Leşkerî ya Minbicê, YPJ û hêzên Ewlekariya Hindirîn. Di wan çalakiyên QSD de, çeteyan gelek windahî dan, hejmarek mezin alavên leşkerî hatin bi destxistin. Gelek çeteyan xwe radestî şervanên hêzên Meclîsa Leşkerî kir û gelek jî dîl hatin girtin. Hejmara komên çete yê din jî neçar man ku paşda birevin. Şêrvanên QSD’ê û YPJ’ê gelek gundên li derdorê Minbicê li çeteyan paqij kirin û gund hatin rizgarkirin. Balafirên keşfê yên bêmirov niha bênavber li ser herêmê difir e. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker nikarin şer bikin, ji ber wê bi teknîka deste xwe bikartînin. Ev qasî hêza komên çete nîne ku sînge sîng li hemberî şervanên azadiyê berxwe bidin. Di heman demê de, hemberî êrîşên esmanî yên gengaz tedbîr hatine girtin di aliyê şervanan ve. Beriya demekê jî, êrişeke hewayî di aliyê dagirkerîya Tirk ve hat pêkanîn. Ji ber amadekariya hêzên parastinê ev êrîş jî hat vala derxistin. Dewleta Tirk ya dagirker ji bona dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê teknîka destê xwe de hemû kiriye, bin xizmeta komên çeteyan de. Bajaroka Bendava Tişrîn tê zanîn ku bi piranî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêdiviya kehrebê li wir dihat meşandin. Piştî bombebarana bendavê heya di wan dema jî kehrebe qut bûye. Di her êrîşên dewleta Tirk ya dagirker vê care jî, cihên xizmetgûzariyê hatin armanckirin. Di çapemeniya alîgir ya dewleta Tirk ya dagirker dîsa serî li şerê taybet hatiye dayin. Nûçeyên weke, komên çete Pira Qereqozax û Bendava Tişrînê girtine durê rastîyê ne û derewin. Ev berowajîkirina rojevê û veşartina derûniya binketinê ye. Heya niha jî serwerî destê şervanên QSD û YPJ’ê û Meclisa leşkerî ya Minbicê de ye. ji ber metirsiya ber lêdana balafirên dagirkeriya Tirk karker nikarin derbasî bendavê bibin û ji bona bikarin pêdivîyên gel yê kehrebê çareser bikin. Di heman demê de, ji bona pêywendiyên gel di navbera hev de qut bibe, cihên şebekeyên weke RCell û Sûriya Tell tên armancgirtin. Ev yêk jî pêşî girtina ragihandina azad û dengê rastîyê ye. Hewildidin derewên xwe bi raya giştî bidin pejirandin. Lê em ê wek endamên Ragihandina Azad her dem şopdarê rastiyê bin ku ji bona gelê me û cîhan giştî derewên çete û dagirkeran fêm bikin.”

‘Armanca dagirkeran Kobanê ye’

Şehîd Cîhan bibîrxistibû ku hewildana dagirkeriyê hemû ji bona bajarê berxwedanê Kobanê ye û wiha domandibû: “14’ê Berfanbara 2024’an di navbeynkariya hêzên Hevpeymana Nav Dewletî, di navbera hêzên Fermandariya QSD’ê û çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hevdîtinek li ser Pira Qereqozaxê pêkhat. Agirbesta yêk alî ya di aliyê fermandariya QSD’ê we hatiye ragihandin pêşî hatgirtin. Hinceta dewleta Tirk ya dagirker wergerandina gora Silêman Şah li Eşmê li Qereqozax e. Lê armanca rastî dagirkirina bajarên berxwedanê Kobanê û çêkirina baregehên leşkerî ne. Di sala 1927’an Silêman Şah ava Qereqozaxê bin av bû û xenikî. Li wê demê gora wî qela Cebir hat çêkirin. Piştî wê 1923’an li peymana Lozanê biryar hat girtin ku heya cihê gora Silêman Şah qaşo weke axa Tirkiyê bê hesibandin. Di sala 1973’an de wê care di navbera hikûmeta Baas’ê ya hilweşîyayî û û rayedarên dewleta Tirk ya dagirker de hevpeymanek din hat çêkirin. Ji ber ku wê dîrokê bendava Tebqa hat çêkirin û gora Silêman Şah dê binav biba. Ji ber wê sedemê gor birin pira Qereqozaxê. Di sala 2015’an de jî, dîsa bi navbeynkariya hêzên navdewletî de encama hevdîtinên navbera YPG û YPJ’ê û dewleta Tirk ya dagirker yên wê demê de gora Silêman Şah birin gundê Aşmê ya girêdayî bajarê Helebê. Dîsa piştî êrişên li ser Minbic û Bendava Tişrînê ku dewleta dîsa zivirandina gora Silêman Şah li pira Qereqozax kirin rojevê de. Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mazlum Ebdî daxuyaniya xwe de erenî nêzî wê pêşnîyarê bû. Lê weke her dem dewleta Tirk ev jî berowajî dan zivirandin. Derdorê gundên ku sînorê bajarê Kobanê cîh digirin bên vala kirin, baregehên leşkerî bidin avakirin. Yêk kîlometre qaşo dur gora Silêman Şah durbikevin. Pira Qaraqozak cihekî stretejîk û girîng e. Di sînorên bajarê weke Kobanê, Eyn Îsa û Sirrînê cih digire. Armanc tê xuyakirin. Ev armanca dagirkirina bajarê Kobanê ye. Hincetên Silêman Şah bi xwera hêsanî rêya dagirkeriyê tên peyda kirin. Lê em hemu dizanin ku bajarên bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin hêsanî dewleta Tirk ya dagirker nikare dagir bike.”

‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî şervanên azadiyê axa xwe diparêzin’

Şehîd Cihan axaftina xwe wisa qedandibû: “Raste êrîş û dagirkeriyek mezin heye lê kêlekê da berxwedanî û tekoşînek mezin jî tê kirin. Ji bona şikandina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin serî li tevlîheviya didin. Gelên ku wê derê jiyan dikin de, dewleta Tirk ya dagirker hewil dide, di nav pêkhateyên Ereb, Siryan û Ermen û gelê Kurd de aloziya bidin avakirin, serî şerê taybet û yê derûnî didin. Lê bersiva gelê herêmê zelal û diyar e. Di kelêka şervan û zarokên xwe cih digire û zerevanîyekê bigire, heya xwarin çêkirinekê alîkarî û piştgirî didin şervana û hêzên parastina herêmê. Raste agirbestek hatiye ragihandin, lê bi ti awahî ev biryar nayê meşandin di aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve. Wek rojnamevan me nêrînên gelek welatiyan jî girt wisa tînin ser ziman ‘Em ê bi rihê gelê şoreşgerî berxwe bidin. Ev axa xwe bi saya ramanên Rêber Apo rizgar bû û em ê heya dawiyê li gel hêzên xwe yên parastinê cih bigirin.’ Ev ji me re did e xuyakirin ku gelê ku bedêl daye bi ramanên rêberê netewî Rêber Apo hatiye perwerde kirin ti cara paş da gav neavêje.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.