Volqan Elî
Şam ket, rejîma neteweperest a Baasê di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Ji vê di serî de rejîma Baasê bi xwe berpirsiyar e. Ji ber ku firsenda dîrokê dabû wê, bi taybetî piştî îlana Rêveberiya Xweser a ku zêdetirî deh sal e bi kar neanî. Hema bêje Rêveberiya Xweser ji bo ku ew vê rêbazê hilbijêre, ti tiştê nekirî nema. Ma ev jî rê û rêbazeke pir zehmet bû? Na! Xwîşk û bratî û bi hevre jiyana gel û olan… Çi bûn zehmetiyên li ser Sûrî? Çawa xetimîbû? Bersiva van pirsan bi serê xwe nîqaşeke dûr û dirêj e. Ya ku em dizanin çendîn xençerên xwînî li nav dilê wî çikiyabû lê dîsa jî mafê gelê Kurd di serî de mafê gel û baweriyan qebûl nedikir. Qebûl nedikir ku gel û baweriyên cuda dest bidin wî û ew jî ji derdê xwe re derman peyda bike.
Niha heman rewş, ji bo Iraq, Îran û Tirkiye jî derbas dibe. Iraqê ne bi temamî jî be lê di astekê çareseriyek bi pêş xistiye. Hê jî ne diyar e çi lê were. Dîsa Tirkiye serê pirsgirêkê ye û heman tişt zêdetir ji bo wê derbasdar e. Dimîne Îran. Îran… Îran ji vê cenga dêwan dewletek ku herî bi zerer derketiye. Destpêkê wekî dewleteke şaraza ya jîr û zîrek, Îran vê zerera xwe deyndarê şirîkatiya xwe ya bi Tirkan re ye. Wisa diyar e, Îranê dîroka Safewî û Osmaniyan ji bîr kiriye. Li ser vî esasî xwestiye bi rêya Osmaniyên nû, Erdogan û Rûsyayê hîlaleke Şîa çêbike. Bi vê li ser serê Îsraîl bibe melkemotê reş. Lê mixabin Erdogan bi xwe nekarîbû, Îbrahîmê MİT’ê şand mizgefta Emewî. Di encamê de Hîlala Eliyê Hameney jî di orta xwe re şikest. Niha jî xetere hatiye li ser Heşd Şehbî yê hêzên li Iraqê. Xeleke parastina Îranê ya herî dawî ya ji derve Şîatiya Iraqê ye.
Lê mixabin Îran, çendîn sal pêşiya Tirkiyeyê li Bakurê Iraqê yanî li Başûrê Kurdistanê vekir û ev xelek kire binê fişar-zexta artêşa Tirk a NATO’yê. Di rewşa heyî de li Başûr yanî Bakûrê Iraqê ji sedî zêdetir baregehên dagirkeriya Tirk yanî NATO’yê hene. Temam, ji vê xakfiroşiya Mala Barzanî di asta yekemîn de berpirsiyar e. Lê Îranê jî bi bêdengiya xwe rêya artêşa Tirk yanî artêşa NATO’yê hema bêje dawetî Başûrê Kurdistanê kir. Em van tiştan ji bo çi dibêjin? Ji ber peymana NATO’yê… yanî eger welatekî NATO bi êrîşê re rû bi rû bimîne, NATO ji parastina wî welatî berpirsiyar e. Eger artêşa Tirk li Bakurê Iraqê bi êrîşê dewletekê re rû bi rû bimîne, NATO wê êrîşê ji bo xwe dihesibîne. Di vê rewşê de ji aliyê berjewendiyên Îranê ve, xeleka parastina derveyê Îranê, Şîatiya Iraqê di binê xetereyê de ye. Çima? Hêza leşkerî ya Şîa ya Iraqê hem ji aliyê DYE’ê ve û hem jî aliyê Îsraîlê ve hedef e. Di demêm derbas bûyî de DYE’ê di asta fermandariyê de ew ji xwe re kirine hedef. Îsraîl jî ‘avê lê vênaxwe’. Artêşa Tirk a dagirker (artêşa îhtiyadî ya NATO) dewleta Iraqê dîl girtiye.
Di halê hazir de ji derveyê Kurdên di xeta Rêber APO de dimeşin, hemû hêzên polîtîk ku li Rojhilata Navîn hespê xwe dibezînin şûrê xwe yê şer xistine destê xwe û pêlî sukra Îranê dikin. Ji van a herî bi dilxwaz û hewes jî dagirkeriya Tirk e. Dibe ku Îran wisa nefikire. Her hal di demên derbasbûyî de nefikirî yan jî dîsa hate xapandin, ji ber wê yekê artêşa Tirk (NATO) Mûsil û Kerkûk niha dorpêç kiriye. Û xeta parastina ji derve ya herî dawî jî yanî Iraq ketiye xetereyê. Tevahiya Iraqê jixwe berê hatibû dagirkirin. Lê di rewşa nû de, hêzên hegemon dixwazin li Iraqê hêza Şîa jî bikin hedef û bişkînin û rasterast xwe bigihînin Îranê. Em ê ji vê dîmenê çi fêm bikin, divê Îran ji xwe re çi ders derxîne?
Yanî ji çi? Ji çarenûsa Sûriyê û ji rewşa di dorpêçê de ya Iraqê. Eger Îran, heqê çandî û siyasî yê gelên li Îranê dijîn di serî de ji bo gelê Kurd nede û xwe bi civakê re neke yek, piştî ku hêzên emperyalîst xeleka Şîatiya Iraqê tasfiye bikin ew ê berê xwe rasterast bidin Îranê. Îranek ku desteka gelê Kurd û gelan wenda kiriye, wê wekî rejîma Esed a Sûrî zûtirîn dem têk biçe. Jixwe niha jî wê dikin hedef. Lê dema Şîatiya Iraqê were tasfiye kirin Îran xeleka dawî ya parastinê jî wenda dike û bê stratejî dimîne. Stratejiya esasî ya îranê ew bû ku şer li derveyê welêt pêşwazî bike. Ev stratejî qederekê jî bi kêrî Îranê hat. Eger herî dawî nehatana tehrîqa Tirkiye û Hizbullah neşandana li ser Îsraîlê.. Di halê heyî de vê sitiratejiya Îranê derbeyeke mezin bi xiyaneta Tirkiye li îranê xwariye.
Niha Îran çawa dikare vê lîstoka Osmaniyên nû xirab bike? Ev, ne dûrî çanda welatê Îranê ye. Dema ku Îran wekî dewletek ku hê li ser xwe ye, eger rêz ji gel, çand, bawerî û fikrên cuda re bigire wan nas bike, şûrên şer ên ku ketine li ser laşê wê dikare bide aliyekî. Jixwe wê demê sedemek jî namîne ku hêzên hegemon, ji wê serî bixwazin. Îranek ku hebûna gelê Kurd, gelên Belûc, Peştû û hemû rengan nas dike, bi rêzdarî li gelê Yahûdî dinêre, li Rojhilata Navîn heqê jiyanê ji her kesî re nas dike, ma kî dikare hilweşîne? Bersiva vê divê Îran di jiyanê de bi xwe bide, ne ti kes… Eger nebe, ew ê qedera Sûrî ya Esed parve bike.






