Can Yûsif
Hunermend Yasîn Botan çiraya ku bi salan ronahiya wê ne hatiye vemirandin. Huner yek ji navgînên bingehîn ên pêşxistina çand û nasnameya neteweyî ya gelan tê hesibandin, ji ber ku beşdarî vegotina çand, irf, nirxên neteweyî û dîroka dewlemend a civakê dibe, wekî din, huner ji bo belavkirina hişmendî û perwerdehiyê di nav civakê de, dixebite ji bo xurtkirina xwedîtî û dilsoziya bi welat re û rêzgirtina pirrengiya wê ya çandî. Huner ji bo gihandina serpêhatiyên gel, dîroka wan û pirsgirêkên wan ên civakî, siyasî û çandî bi rêya stran û muzîkê ji bo îfadekirina heskirina welat, hevgirtin, seknandin û berxwedanê tê bikaranîn.
Hunermendên Kurd bi stran û awazên xwe, ji bo parastina nirxên neteweya Kurd û parastina nasnameya netewî ya Kurd û mîrasa çandî ya Kurdî bûne alîkar, hunermend Yasîn Botan yek ji wan hunermendan e ku di vê qonaxa niha de bi stranên xwe yên netewî yên hêja û awazên xwe yên xweş di vejîna hunera kurdî û parastina mîrate û çanda kurdî de li herêma Cezîrê beşdar bûye û kariye hebûna xwe di nêvenga hunera kurdî û civata stranbêjiya kurdî de bi hêz îspat bike.
Hunermend Yasîn Botan di sala 1972’an de ji dê û bavên kurd (Husên û Zekîya) li bajarê Qamişlo, yê Rojavayê Kurdistanê, navenda folklor û çandê, cîwarê zanist û zanînê, wargehê huner û bedewiyê, jêdera îlhama helbestvanên berê yên wek Cegerxwîn û Osman Sebrî, dîdargeha hunermendên mezin ên kurd wek Mihemed Şêxo, Selah Resûl û Seîd Yûsif, ew di nav malbateke kurd a welatparêz û xebatkar de, ku ji welat hez dikir û bi nirxên kurdayetî ve girêdayî bû, û dildarê huner û folklora kurdî bû, ku ji neh zarokan (çar kur û pênc keç) pêk dihat, mezin bûye, bi eslê xwe ji eşîra Umriyê ne, ku ji gundên deşta Mêrdînê di bin zilm û zordariya Tirkan de koçî Rojavayê Kurdistanê bûne, demekê li gundê Tûbisê mane û piştre li bajarê Qamişlo bi cih bûne.
Dibistana seretayî, amadeyî û lîse li bajarê Qamişlo xwendiye û di sala 1991’ê zayînê de bawernameya amedayî wergirtiye, ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê, hezkirina wî ji stran, stranbêjiyê û muzîka kurdî re û ji ber hestê xwe yê netewî, dev ji dibistanê berdide û kar dike di warê huner û stranbêjiyê de û tevlî komên hunerî yên neteweyî yên kurdî dibe.
Meyla xwe ya hunerî û hezkirina xwe ya ji stranên kurdî û folklora kurdî re û hewesa xwe ya ji bo stranbêjî û muzîka kurdî re ji zarokatiya xwe de, hîn di deh saliya xwe de, di bin bandora bapîrê xwe de, ku stranên resen ên gelêrî yên kurdî digotin, dest pê kiriye, hîn di temenê xwe yê piçûk de, ji hêla hunerî ve di bin bandora şêwaza feqeyê Tîran, Aram Dîkran, Bengîn Efrîn û Şakiro de dimîne û ji stranbêjiya kevneşopî hez dike, wî jêhatîbûn û hunera xwe ya hunerî her ku dicû zêdetir dikir bi gotin û ezberkirina stranên gelêrî, hînkirina lêxistina tembûrê û çêkirina gelek stiranan .
Di sala 1990’an de dest bi hengama xwe ya hunerî dike bi dengbêjî û muzîkê di nav Koma Botan a-Qamişlo de, ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, ji bajarê xwe Qamişlo derdikeve û ber bi bajarê Şama paytex ve diçe û li wir di sala 1993’an tevlî Koma Raperîn a-Şamê dibe û bi wan re di gelek aheng û şahiyên neteweyî de beşdar dibe û bi wan re beşdarî sê albomên stranbêjiyê dibe û bi beşdariya hunermenda Kurd a navdar Şehrîvana Kurdî û hunermend Beser Şahîn di albomeka wan de beşdar dibe.
Paşê di dawiya sala 1996’an de dîsa careke din vedigere hêlîna xwe, bajarê Qamişlo, û dîsa tevlî koma Botan dibe û bi wê re beşdarî gelek konsert, çalakiyên neteweyî û karên hunerî (albomên stranan û vîdyoyê kilîpan) dibe. Hunermend Yasîn Botan di sala 1995’an de dizewice û ew bavê şeş zaroka ye (çar keç û du kur) Di van demên dawî de, piştî destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, beşdarî gelek stran û kilîpên hunerî yên hevbeş di gel hunermendên mezin dibe wek:
– Kilîpa Asayîşê bi hunermend Bengîn Efrîn re
– Klîpek li ser koçberiyê
– Klîbek li ser Efrînê
– Klîpek li ser erkê xweparastin.
– Klîbek li ser şehîdan.
Şarezayiya wî ya hunerî tenê bi stranbêjiyê re sînordar namîn e, ji ber ku wî gelek stranên xwe çêkirine û nivîsandine û xwe fêrî lêxistina tembûrê kiriye ji stranên wî yên taybet ku ji gotin û awazên wî:
1-Osman Sebrî
2-Şehîd Ferhad
3-Îmralî
4- Kurdo Rabe
5-Jîna Emînî
6-Kurdistan
7-Dayê
8-Dama jiyan ava bû.
Hunermend Yasîn Botan kesayetekî hunerî yê navdar e. Şêwaza wî bi sadebûn û xweşikbûn awazan diyare, bi rêya van stranan, rewşa kurdî ya bi êş dişopîne û gelek çîrok û serpêhatiyên kurdî di stranên xwe de zindî dike, wek (Strana Şehîd Ferhad), wî li ser Kurdistanê, li ser bajarên wê, li ser xwezaya wê ya bedew, li ser parêzvanên xak û şehîdan stran gotine xwedan dengekî germ û dilovan e, stranên wî hest û henasên xelkê herêmê dihejîne. Gelek stranên wî yên netewî û folklorî hene û bi dengê xwe yê xweş, bi awazên xwe yên şêrîn, bi stranên xwe yên balkêş beşdarî gelek konser û çalakiyên neteweyî yên li herêmê bûye. Ew bi rastî xwedan hestek muzîkê ya xweşik û kûr e û wî bi rewaha xwe ya xweşik û balkêş ev yeke pêkanîne, ji bilî vê yekê jî xwedan qirikeke zêrîne , ew hunermendekî resene bi xweza û jêhatîbûna xwe, ku wî xwe bi ezmûna kesayetî xwe pêşxistiye.
Stranên wî jî bi dildarî ,bi evînê, bi heskirinê dihatin dest nîşan kirin û awazên wî sivik û diyarker bûn, nirxên qencî û evîndariyê di çandin û tabloyên xweşik ên xwezayî xêz dikirin.
Wî çend stran jî tomar kirin û kirin vîdyo kilîp, wek:
1- Stranek li ser yekîtiya kurdan
2-Stranek li ser şehîd Ferhad Dêrik
3-Stranek li ser Îmraliyê.
Gelek stranên wî hene ku ji ber lêçûnên aborî nekariye wan tomar bike û bike vîdyo kilîp, wek:
– Stranek li ser Osman Sebrî
– Stranek li ser xweza û baranê
-Stranek li ser bedewî û xwezaya Kurdistanê.
Heta îro jî bi dilxwazî endamê koma Botanê ye û beşdarî hemû çalakiyên neteweyî û şahiyên herêmî dibe. Niha di qada ragihandinê de di Kanala Rojava de wek pêşkêşvanê bernameya “ROJBAŞ” dixebite li gel karê xwe yê hunerî.