Farûk SAKIK
Di havîna 2014an de nûçeyek mora xwe li rojevê xist. Li gorî nûçeye rojnameya Ozgur Polîtika, roja 1`ê Hizêranê li paytexta Urdun Umanê civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Di civînê de nûnerê Emerîka, Israîl, Erebistan Sûdî, Tirkiyê û PDK`ê beşdar bûn.
Û heft roj piştî vê civînê, di 10ê Hezîrana 2014an de ev çeteyên DAÎŞ ketin Mûsilê. Êdî ji bo Kurdistana Başûr tehdîtek nû destpêkiribû. Ev talûke gav bi gav nêzî herêmên Êzidiyan jî dibûn.
EWROJ…
Û ew roj hat di 3ê Tebaxa 2014an Çeteyên DAÎŞ Şengal dagirkirin. Komkujiyê destpêkir. Welatiyên ji bajêr direvîn tenê gotinek dihat ser zimanê wan, ew jî ”pêşmergeyan em firotin ”. saat 10.00`an çeteyên DAIŞ`ê bi hêsanî ketin bajarê Şengalê. Di saat 11.00 de dengê teqîneke mezin hate bihîstin, çeteyan mezarê Seyde Zeyneb a Şîiyan teqandin. Di heman demê de bi deh hezaran Şengalî ber bi çiyê ve birêketibûn.
Gel ji ber êrîşan xwe spartin çiyayê Şengalê. Gelek kesên, bi giranî zarok û yên temen mezin ku vê ji komkujiyê xilasbûn jî li çiya ji tîna û birçîbûna jiyana xwe ji dest dan.
Herêma Şengal herçiqas bi statu bi Baxdatê ve girêdayî be jî di ware leşkerî ve bi Pêşmergeyan ve dihat parastin. Lê ev hêz jî dema talukeya DAÎŞ nêz bû vekişiyan û gelên herêmê bi sere xwe man.
Şengal hatibû dagirkirin komkujiyê despêkiribû. Yên ji komkujiyê xelasbibûn li çiyayan li benda ewlekariyê bûn. Ji van deveran qêrîn û hawar bilind di bû.
Bersiva yekemîn ji vê hewarê re ji Qendîl hat. Ji aliyê Fermandariya HPGê hat. Murat Karayilan ewroj daxwijyaniyek da. “Gelê me ku bi komkujiyê re rûbirû mane derketine çiyayê Şengalê. Dive ev li wê derê werin parastin û di demek kurt de jî werin rizgarkrin. Gelê meyê derve mereq dikin; lê emê îşev midaxle bikin”
Û Gerîlayên HPG’ê berbi şengalê birêketin. Hatin û li herêmê bicihbûn. Pêşî li êrîşa girtin. Ewlekariya gel mîsogerkirin.
Beriya ku ev gerîlla werin komek gerîlla ku ji 12 kesan pêk dijhat li heremê bû. 5 kes ji aliyên PDKê ve hatibûn girtin, lê 7 kes bi qehremaniyek, gel ji felaketên mezin parast.
Ji wan heft kesan Ronî Dirbêsa jî wiha behsa wan kêliyên berxwedanê dikir: “..Dema DAÎŞ êrîşî vê girî kir, me lêda û ji neçarî paşve kişiyan. Mirov pêrîşan bibûn. Zarok û pîr mirîbûn. Hin kes ji aliyê DAÎŞê ve dîl hatibûn girtin û aqûbeta wan nedihat zanîn. Bi alên PKKê û bi posterên Serok di nav gelde em digeriyan û me moral dida wan. Me bawerî da wan ku emê wan rizgar bikin. Di nava 2 rojan de hejmara me derket 1.500 kesî. Di roja sisiyan de dema ku hevalên me hatin, me hinek dina rehet kir. Korîdora ku ji aliyê YPGê ve hat avakirin, pêşî li trajediyek mezin girt”
ÎROJ…
Di komkujiyê de gelek jin û zarok hatin revandin li bajarên Sûryê û Iraqê wek kole hatin firotin. Tecawizî gelek jinan hat kirin. Gelek kes neçarî qebûl krina dînê Îslamiyetê kirin. Gelek avahiyên pîroz hatin talan kirin. Dest dane ser mal û milkên ezidiyan.
Di dîrokê de 72 komkujî biçûk mezin li dijî êzidiyan pêkhatibû. Di sala 2014an de ceribandinê komkujiya 73an destpêkiribû, lê ev ewê wisa hêsan nebûya. Êdî hêzên Kurdan yê ku wan biparêzên yên ewlekariya wan mîsogerbikin hebû. Di destpêka komkujiya Şengalê de ev hêz li kêleka wan bûn. Li hember vê komkujiyê dinya kerr û bêdeng bû. Hemû peymanên di şerde parastina sivîlen ew roj hatin ji bîrkirin. Wek hemû komkujiyan di vê komkujiyê de jî Kurdan bi xwe dikaribûn birînên xwe derman bikin û wan jî wisa kir. Di nav Kurdan de rihek neteweyî hat afirandin û hemû Kurdan berê xwe dane Şengal.
Roja 14`ê meha çile 2015 nûnerên gelê êzîdî di civînekê de damezrandina Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê ragihandin.
Û bi navê Zekî Şengalî peşengek tevgera azadiya Kurdistan li vê heremê jibo ji nû de birêxistinbûna Êzidiyan xebat dimeşand. Zekî Şengalî, di 12ê Tebaxa sala 2018an de dema ji bo çaremîn salvegera komkujiya Şengal diçû gundê Koço, bi hevkariya hin hêzên başûrê Kurdistan, ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hat gulebarankirin û şehîd bû.






