Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriya û dagirkeriya tirk

15/12/2024
in ROJEV
A A
Apê nemir bû sembola têkoşîn û berxwedanê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Rêjîma Baas hilweşiya û her alî qale çawaniya pêşeroja Sûriyê dike. Lê dewleta Tirk ji wan aliyan e ku ne pêşeroja Sûriyê lê belê ji bo wê bêparhiştina Kurdan ji pêşeroja Sûriyê dixebite. Lewma dema ku komên çekdar ên di bin navê Odeya Operasyonan de berê xwe didan Şamê, dewleta Tirk dest bi êrişên li ser herêmên di bin serweriya QSD’ê de kir. Destpêkê herêmên Şehbayê rastî êrişa çeteyên dewleta Tirk hatin û ji bo xelkê Efrînê yên koçber rastî komkujiyeke bi destê van çeteyan neyên, QSD’ê biryar da wan ji wê derê veguhezîne herêmên Rojhilatê Firatê. Ev yek jî bi koordîneya bi Odeya Operasyonê ya Opozisyona çekdarî re pêk hat ku Heleb û derdora wê êdî ji destê hêzên Rêjîmê derketibû û ji aliyê wan ve hatibû kontrolkirin.

Her wiha dema rêjîma Baas hilweşiya û Şam ket destê Opozisyona çekdarî, vê carê dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Minbicê kir û li derdora wê çend komkujî derheqê endamên saziyên xizmetê de pêk anîn. Hemû siloganên van çeteyan silogonên dewleta Tirk û DAIŞ’ê bûn ku digotin ev kafir in û divê werin kuştin. Her wiha li Sûriyê kî dostaniya Kurdan dike bi navê PKK û Qendîl bi nav dikin û kuştina wan helal dibînin. Ev jî siyaseta dewleta Tirk e ku kîjan kurd qale mafê xwe bike, wî bi terorist bi nav dike û bi terorê kurdan û dostên wan qetil dike. Her wiha derdikevin li ser ekranan jî dibêjin, ew ne li dijî kurdan in lê ew li dijî kurdên PKK’î ne. Her wiha bi hinek pere ev gotinên xwe bi hin kesên Ereb jî didin gotin.

Disa dema Rêjîm li Şamê ket û agahiya ku Beşar El-Esed reviya ye belav bû, dewleta Tirk hin kesên kirêgirtî li Reqqa û li Dêrazorê xistin tevgerê û bi riya tevna civakî û ragihandinê dest bi fitneyê di nava kurd û ereban de kir. Êrişî Rêveberiya Xweser kirin û gotin ku çima Kurd li herêmên erebî serweriyê dikin û divê derkevin, lê erebên di nava rêveberiyê de derketin û gotin ku ew di nava rêveberiyê de cih digrin û temsîla ereban dikin. Vê carê Propagandeya vaye QSD’ê dixwaze Sûriyê parçe bike kirin û bi vê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tevlihevî derxistin. Hinek kesên kirêgirtî dîsa li Reqqayê xistin nava milet û fîşek li milet reşandin û xistin stuyê endamên Asayişê, lê dîmen belav bûn û xuya bû kê ew sivîl gulebaran kiriye.

Li aliyê din, Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hildana Ala Sûriyê ya serxwebûnê li rex ya Rêveberiya Xweser, gavek avêt ku dewleta Tirk hesabê wê nekiribû û bi vê, plana wê ya derxistina fitnê pûç kir. Ne Dewleta Tirk û çeteyên wê û ne jî nijadperestên Ereb ên Baasî ku li pêyî derxistina fitnê di nava Kurd û Ereban de ne da Rêveberiyê jî reş bikin, li benda tevgereke wiha bûn. Lewma ev biryara hildana ala Sûriyê ya serxwebûnê li rex ya Rêveberiyê bi gava “Kiş Melêk” di listika şetrenc de hat bi navkirin.

Êdî sînorên xwezayî yên Rêveberiya Xweser ku QSD’ê diparêze bûne çemê Firatê. Vekşîna ji Minbicê jî wer xuyaye di çarçoveya lihevhatinekê de pêk hatiye ku DYA beşek ji wê ye lê heta niha detayên wê nehatine eşkerekirin. Qale avakirina hikumeta nû û nivîsandina destûrê Sûriyê di dema pêş de jî tê kirin, lê ji bo vê, dem pêwîste û hîne ne diyar e wê rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe. Ji ber çend sebeban ku ji wan jî dagirkirina axa Sûryê ji aliyê dewleta Tirk ve ye, hebûna DAIŞ’ê li Sûriyê û tevgera Îran û bermahiyên BAAS ku wê bi çûyîna xwe jî xelkê Sûriyê rihet nehêlin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.