Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tixuban têr nekir tamponan ava dikin

01/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Duh Mele Hadî, îro Nêçîrvan
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Erdogan di civîna serok bajarên AKP’ê de li xwe mikur hat û got, armanca me li Başûr avakirina herêma tampon a ku ji 35-40 km’yî pêk tê. Bê guman ev herema tampon ne ji bo astengkirina çûn û hatina gerîlayên kurde û ne ji bo pêşî lê êrîşeke leşkerî girtine ye.

Her çiqasî di axaftinên xwe de sedema avakirina herema tampon ya di navbera Başûr û Bakur de wekî astengkirina liv û tevgera gerîlayên kurd nîşan bidin jî heqîqet ne wisaye. Ev tenê hincete. Dixwazin armancên xwe yên sereke bi vê hincetê binixumînin. Hemû cîhan dizane ku çavkaniya gerîla ne Başûre û gerîla tenê li Başûr tuneye. Çavkanîya gerîla çarparçeyên Kurdistanê û hemû cîhane û çiyayên çar parçeyên Kurdistanê jî hêlîna gerîla ne.

Hemû cîhan dizane ku jêder û çavkaniya sereke ya gerîla Bakurê Kurdistanê ye û 35 sale gerîla li çiyayên Bakurê Kurdistanê bi cih buye û li dijî dewleta tirk şereke bêeman dimeşîne. Bakur di bin serweriya dewleta tirk de ye û li hemû bajar, navçe, gund, rê û bihurkande tank û topên wê bicihkirîne. Bi kurtahî bakur hemû “tampone” û di bin destê wê de ye. Heke avakirina herema tamponan kêr bihata û hêza dewleta tirk têrî bikira wê di serî de gerîlayên li çiyayên Bakur tasfiye bikira.

Cerebeye şerê 35 salan nîşanê me daye ku gerîlayên kurd di çûn û hatina nav çar parçeyên Kurdistanê de tu astengiyan nasnakin. Dewleta tirk bi teknîka xwe ya pêş ketî bi dehan caran hemû rê û rêbaz ceribandine lê nekariye çûn û hatina wan asteng bike. Lewre li Başûr avakirina heremeke tampon ya ji 35-40 km jî wê bandoreke nerênî li şerê gerîla û çûna û hatina wan neke. Dewleta tirk bi xwe jî bi vê heqîqetê dizane. Lê hewceye em jî bi heqîqeta dilê dewleta tirk bizanibin.

Wekî ku tê zanîn di sala 1923’an de bi peyamana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. Civak bû çar parçe. Bi parçebûna welat û civakê ve girêdayî ji hêla hişmendiyê ve jî civak parçe parçe bû. Bê guman ji hêla hişmendiyê ve parçebûna civaka kurd ji parçebûna welat û parçebûna fizîkî ya civakê xerbatir, girantir û xetertir bû.

Hişmendiya parçebûyî nehişt di civaka kurd de hestên netewperweriyê pêş kevin, nehişt tifaqa neteweyî ava bibe. Ji ber wê parçebûnê kurd di hişmendiya heremî û eşîrparêzî de asê man. Kurdê Kurdistanê tune bû, kurdê Îranê, Iraqê, Sûriyê û Tirkiyê hebû. Kurd ji bo xwe tune bû, ji bo dagirên xwe hebû û her tim di xizmeta dagirkerên xwe de bû.

Berxwedana Tevgera Azadiyê ya 40 salên dawîn tixub bêwate kirin, bêwate bûna tixuban re parçebûyina civaka kurd a fizikî jî gav bi gav ji holê rabû û radibe. Ya herî girîng Tevgera Azadiyê mudaxaleya hişmendiya parçe parçe bûyî ya ku di xizmeta dagirkerande bû kir û di şûna wê hişmendiya gemarî de hişmendiya kurdewar, netewperwer û Kurdistanî ava kir. Hişmendiya neteweyî û Kurdistanî bû kabûsê çar dewletên dagirker. Ev bi tena serê xwe şoreşeke mezin bû, şoreşa kurdbûyinê bû.

Niha dewleta tirk bi piştgiriya dagirkerên hevalbendên xwe Îran û Iraqê dixwaze di bin navê avakirina herêma tampon û herêma ewle de pêşî li vê şoreşê bigre. Hewl dide di şûna tixubên bêwatebûyî de heremên tampon ava bike. Di bin navê herêma tampon de dixwaze kurdên Bakur û Başûr, kurdên Başûr û Rojava, ji hev qut bike. Di bin navê herêma ewle de dixwaze kurdên Bakur û Rojava, kurdên Rojava û Başûr ji hev qut bike.

Bê guman armanca dewleta tirk a sereke û ya herî dawîn tunekirina civaka kurd bi xwe ye. Piştî ku di bin navê heremên tampon de civaka kurd careke din parçe parçe kir û hemû destkeftiyên wan tune kir wê bi hêsanî karibe wan parçeyan yek bi yek daqultîne.

Armanca dewleta tirk ewe ku di bin navê herêma tampon de Başurê Kurdistanê dagir bike, rêveberiya Hewlêrê dorpêç bike, teslîm bigre û gav bi gav xeyala xwe ya bi dest xistina nefta Mûsil û Kerkûkê pêk bîne.

Mixabin kurdên ku xwe ji hişmendiya parçebûyî rizgar nekirine û di hişmendiya heremî û eşîrparêzî de asê mane îro dîsa di xizmeta dagirkerên xwe de ne. Dîsa ji bo xwe, ji bo weltê xwe û netewa xwe tune ne. Mil da ne qatilên netewê xwe. Ev mînak bi tena serê xwe têrî vegotina trajediya hişmendiya parçebûyî ya sedan salan dike.

Lê êdî jehrkuja wê hişmendiyê heye. Ew jî hişmendiya kurdê azade. Şerê ku li Başûrê Kurdistanê pêk tê di heman demî de şerê van her du hişmendiyane.

Hişmendiya kurdê azad a ku 40 sale bi berxwedana xwe ya bi rûmet hemû plansaziyên dagirkeran pûç kirine wê karibe vê plansaziya nebixêr jî pûç bike. Wekî her carî serkeftin wê ya hişmendiya azad be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.