Ayşa Silêman/ Qamişlo
Bilûrvan Kawa Kalê diyar kir ku aramiya dengê bilûrê eşqek di hundirê wî de ava kir, ev yek bû sedem ku rêya bilûrvaniyê hilbijêre, da ku careke din çand û mîrasa kurdî di nav zarokên kurdan de vejîn bike.
Kawa Kalê di 17’ê Çile sala 1991’an de li gundê Newroz ê girêdyî bajarê Serêkaniyê ji dayîk bûye, xwendin û zarokatiya xwe li Serêkaniyê derbas kiriye. Di sala 2005’an de wî dest bi mûzîkjeniyê kir. Di sala 2008’an de dest bi perwerdeya tembûrê kir û gavên serkeftî avêtin, ev yek jî bi saya mamosteyê wî yê perwerdeyê Mihemed Ferha bû. Paşê berê xwe da Ekadimiya Şehîd Yekta Herekol a hunerê li bajarê Tirbespiyê, li wir ji nûve huner û wateya wê naskir û aşqa bilûrvaniyê dest pê kir.
Di derbarê jiyan û hunera bilûrvaniyê, bilûrvan Kawa Kalê ji Rojnameya me re axivî
Kurtejiyana Bilûrvan Kawa Kalê
Kawa Kalê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku du birayên wî di hundirê malê de tembûrvan bûn, lewra xwesteka fêrbûnê li cem wî jî hat avakirin û wiha got: “Tevî ku tembûr li mala me hebû jî, lê min tembûrên tenekan çêdikirin ji xwe re. Ji sala 2005’an ve min dest bi tembûrê kir heya 2008’an êdî ez cûm korsên tembûrê nêzî du mehane. Paşê xwendina xwe berdewam kir heya refa 12’an piştî wê derbasî leşkeriya Sûrî bûm, Şoreşa Rojava destpêkir ez vegeriyam Serêkaniyê. Piştî ku ez vegeriyam me komek ava kir bi navê koma Şehîd Welat li navenda Waşokanî û me dest bi hunerê kir, heya 2015’an. Her wiha min dest bi xwendina Ekademiya hunerî li Tirbespiyê kir, dema ez derbasî ekademiyê bûm ji nûve min mûzîk bi hûrguliyên wê naskirin. Li ekademiyê koma Awazên Çiya dihatin sardana me dikirin ji nav wan de heval Delîl bilûrvan bû. Dema li pêşiya min li bilûrê xist ez gelek pê bandor bûn û xwestek û hezkirina min jê re çêbû. Lê astengiya ku rastî min hat ku amûrên nefesê di Rojava de nebûn. Her wiha di sala 2016’an de min ekademî bi dawî kir û berê xwe da bajarê xwe. Li wir peymangeke taybet vekir bi navê peymangeha Bêbuhar, di heman demê de min li peymangeha Waşokanî jî wane didan û li koma şehîd Welat jî kar dikir. Li wir bilûrek hebû elemênyom bû min xwe bixwe fêr dikir, ji ber ku dema min heval Delîl li Ekademiyê dît tenê çend rêgezên sereke ji min re gotin hîn mabûn di bala min de. Heya 2018’an taximek bilûr ji mir re hat lê min nizanîbû wî biparêzim, ji ber ku bilûrên dar kar ji wan re pêwîstin hin ji wan zeytê dixwazin, loma xirabû.”
Koçberiyê bîranîn li şûn xwe hiştin
Kalê da zanîn ku di sala 2019’an dema ew ji Serêkaniyê derketin hemû amûr û bîranînên wî li wir man û wiha got: “Dema em ji Serêkaniyê derketin yekser me berê xwe da bajarê Qamişlo, lê dema em hatin heya nêzî 4 mehan jî min nedixwest ez tu karî bikim ji ber ku bûyera derketina me ji Serêkaniyê gelekî bandor li min kiribû. Lê bidemê re min karî ez vê rewşê derbas bikim, paşê min peymangehek vekir bi navê Waşokanî nêzî 3 salan min di wir de kar kir êdî me ew peymang kir Navenda Yekpar. Dema ez ji Serêkaniyê derketim hevalên min yên li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê destek dan min û ji min re taximek bilûr rêkirin. Piştî wê êdî min dest bi kar kir li ser amûrên nefes. Di rojê de nêzî 7 seatan min xwe perwerde dikir tenê li ser amûrên nefes. Her roj hezkirina min jê re zêdetir dibû û xwesteka fêrkirinê li cem xurtir bû. Dema derdora min li min gudar dike bi gotinên wan moralê min zêdetir dibe û vîna min xurtir dibe. Zehmetiya sereke ew ku di Rojava de amûr kêmin dema em amûrekî nefes bixwazin, ew amûr ji Bakurê Kurdistanê diçe Başûrê Kurdistanê û ji Başûrê Kurdistanê nû dighêje Rojavayê Kurdistanê. Her cihekî ku têre derbas dibe li ser deriyê sînor tê vekirin di encamê de pirî caran tê şikandin.”
Pirojeyên dema pêş
Bilûrvan Kawa Kalê axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Tevî ku bilûr yek ji çandên kurda yên berê ye jî û herkes lê guhdar dike û pê bandor dibe, lê tevî vê yekê jî tu kes zarokên xwe fêrî wê nake. Di Rojavayê Kurdistanê de kesên ku li amûrên nefes dixin li ser destan tên jimartin. Pirojeyên min yên dema pêş ew in ku ez hin şagirtan pêş bixim ku bibin pispor di lêxistina amûrên nefes de. Her wiha ez pirtûkekî li ser amûrên bilûrê çêbikim. Daxwaza min ew e ku herkes xwe û zarokên xwe fêrî amûrên nefes bike da ku çanda bilûrvaniyê dinav kurdan de winda nebe. Hêviya me heya ku wê di dema pêş de derfetên hîn baştir ji bo hunera kurdî wê vebe. Ji ber ku hunera kurdî hunereke gelekî zengîne.”