Hemza Sêvo/ Qamişlo
Qonaxên ku muzîka kurdî tê re derbas bûye pir in, lê sîstemdariya muzîka kurdî û warê zanstî li cem hunermendê kurd ê bi navê ‘Avger’ 280’ berî zayînê-130’ piştî zayînê dest pê kiriye.
Muzîka kurdî di nav cîhana muzîkê de xwedî cihekî taybet e û kesên cîhanî yên navdar pê bandor bûne. Ji wan kesan Edmond Dolorêh e, wî di pirtûka bi navê Toma Boa de gotiye ku muzîka kurdî ew awazên rîtmdar û hevseng in. Herwiha wî aniye ser ziman ku piraniya awazên kurdî xwedî taybetmediyên resenî, hêzdarbûn û xembariyê ye. Di heman demê de Dolorêh matmayî maye û ev pirs ji xwe kiriye ‘çawa civakeke ku rastî zilm û zordariyê hatiye, muzîkeke bi awazên xweş, xemgîn û resen, afrandiye? Ji bilî wî jî gelek nirxandin li ser muzîka kurdî û dîroka wê kirine. Lewma jî dîroka muzîka kurdî tiştekî rasteqîn ji rûpelên pirtûkên dîrokî û çandî vê yekê tekez dike.
Dîroka muzîka kurdî ya kevnar
Dîroka muzîka kurdî kevnar e, civaka kurdî ya pêşîn xwedî afrîneriyeke mezzin bûn ku karîn stûnê muzîkê çêbikin. Ji wan kesan hunermendê kurd ê bi navê ‘Avger’ e ku di dema qraltiyê de, ya ku ji salên 280’yî yên berî zayînê heta salên 130’yî yên piştî zayînê berdewam kiriye jiyaye, amûra muzîka gelên Mezopotamyayê saz kiriye. Herwiha Îbrahîm Mûsilî, li Bexdayê hunera xwe pêşkêşî Harûn Reşîd kiriye û dibistana muzîkê ya misilmanan a pêşîn vekiriye. Piştre kurê wî Îshaq Mûsilî yê ku li Mûsilê dijya, sîstema Avger bêhtir bi pêş xistiye û ji aliyê hîm û binyata awazan, teşeya awazan, ji aliyê form û sîstema deng ve gelek mijar bi sîstem û rêkûpêk kirine. Herwiha veguhastine şagirtên xwe, yek ji wan şagirtan ê bi navê Yehya Elî (Pirtûka muzîka kurdî ya bi navê ‘Risale f’îl-Musiqî’ nivîsî ye. Di vê pirtûkê de em dibînin ku oktavek bi 17 navberên newekhev hatine dabeşkirin) yê din jî Ebû Feyz Bîn Amed e (Zarokê Amedî yê Bavê Zanînê). Şagirtê wî Farabî jî, pirtûka muzîka kurdî ya bi navê “Rîsale f’îl-Musiqî” berfireh kiriye û bi navê “Musiqa’l-Kebîr” ji dîrokê re hiştiye. Piştre em di qesrên Hindistan û Osmaniyan de rastî Ebdulqadir Meraxî tên ku wekî mamosteykî li Bexdayê wane daye şagirtên ereb, osmanî, fars û yên gelên din. Ziryabê ku li Bexdayê di qesra Harûnê Reşîd de muzîsyen e, ji ber pirsgirêkên ku pê re rû bi rû maye, dev ji Bexdayê berdaye û çûye Endulûsê û muzîka rojhilatî bi xwe re biriye wir. Dîsan wekî pêwîstiyeke dergehên derwêşan ên ku di sedsala 13’an de hatine avakirin, em dikarin texmîn bikin ku muzîka hunerî ya olî dihat li wir hate dîtin.
Piştî salên 1300’î jî tenê beşa muzîka gelêrî ya muzîka kurdî maye. Ji ber ku ji vê demê bi şûn de, êdî dema stîla û dagirkeriyê ye. Şensê kurdan ê ji bo ku bi sitûn û bingeha muzîka xwe bi cih bikin, nemaye. Têkiliyeke xurt a beşa muzîka kurdî ya mayî, bi dîlanê re heye. Bi taybetî ji aliyê wê yê bi dengbêjiyê re têkildar maye. Di nav kurdan de, ji bilî dengbêjan du hêmanên din ên ku muzîk li ser lingan hiştine hene; ya yekem dayikên kurd in, a din jî feqiyên îcrakerên muzîka olî ne ku di dibistanan de li ser muzîka olî perwerde bûne. Divê em ji bîr nekin ku muzîka pêşîn muzîka olî ye. Wekî mînak, Avger û Îshaq Mûsilî êzidî ne û di dema xwe de bi muzîkê re karê dermankirinê kirine. Piştî wê jî êdî kurdan hin bi hin xwe ji warê muzîka olî rizgar kir û derbasî qonaxên nû bû.