Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Minbic Kobaniya nû ye!

11/12/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar  Cizîrî

Desthiladariya Baas ku ev 53 sal serdestiya yek alî ya zordest li ser gelê Sûriyê da meşandin, bi dawî bû. Gelê kurd jî di nav de tevahiya gelê Sûriyê bi hêviya guehertina ber bi rojên xweş û azad ve bi hilweşîna desthiladariya zordest a Esed, kêfxweş bûn. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê ne ku ji roja yekem a serhildana gelê Sûriyê li dijî demokrasî û azadiya civak şer dikin, tevî hezaran çeteyan êrişên berfireh li dijî herêmê pêk anîn.

Ev çend roj in bi hemû hêza xwe êrişî bajarê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbeyên giran li çeteyên dewleta Tirk xistin. Hejmarek mezin a çeteyan kuştin, hejmarek bi saxî ketin destê şervanan. Dewleta Tirk ji bo çete di bajar de pêş bikevin bi balafirên şer, balafirên bê mirov û hemû cûreyên pêşketî yên ji NATO’yê wergirtiye li dijî gelê Minbicê pêk anî.

Dema derbeya şervanan li dijî çeteyan dijwar bû, dewleta Tirk êrişên xwe li gelek cihên din wekî Ên Îsa, Til Temir û deverên din zêde kir. Di heman demê de xwest bi riya şaneyên razayî û bermahiyên DAIŞ’ê li Dêrazor, Reqa û Tebqayê jî tevliheviyê derbixe. Wiha jî nîşan bide ku şer di navbera kurd û ereban de ye. Lê gelê herêmê bi hişyariya xwe karîbûn hemû plana wan vala derbixe. Şervanên li Minbicê evsaneyên dîrokî nivîsandin û berxwedaneke bêhempa nîşan dan, careke din ji dîrokê re isbat kirin ku çawa li Kobanê çêlîka desthildariya Erdogan, DAIŞ’ê têk birin, wê niha jî karibe hemû planan vala derbixin. Bi rastî jî êrişa li ser Minbicê, êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê tîne bîra mirov. Şervanan di Kobanê de dîrok nivîsandin û civaka Navdewletî neçar kirin ku hewcedarî wan bibin. Di encamê de berxwedana Kobanê ji sînorê Sûriyê derket û bû mînaka berxwedana di ber cîhanê de.

Niha jî berxwedana şervananên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê guhertinên dîrokî di pêvajoya heyî ya di çarçoveya çarenûsa gelê Sûriyê de, tacîdar bike. Bi berxwedana şervanan a li Minbicê wê zemîna avakirina Sûriyeke demokratîk pêk were. Bi taybet di vê dema belavbûyîna di rewşa Sûriyê de pêk hatiye. Li tevahî herêmên Sûriyê belgeyên ku çeteyên DAIŞ’ê di nava bajaran de xwe bi cih kirine, diyar dibe. Ev jî metirsiya li ser gelê Sûriyê û bi taybet kêmnetewan wekî Dirzî, Elewî û her wekî din zêdetir dike.  Êrişa li Minbicê niyet û siyaetên dewleta Tirk a çetewarî zelal dike. Ji ber wê jî evsaneyên îro şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Sirînê nîşan didin, zemîna azadî û demokrasiya Sûriyê nîşan didin. Ji ber wê jî divê gelê me bi heman rihê seferberiya Kobanê cihê xwe di berxwedana Minbicê de bigre.

Pêwîste em bi heman nêrîna berxwedana Kobanê li berxwedana Minbicê binêrin. Raste pêla koçberiya ji kantona Efrîn-Şehba barekî giran li ser gel û rêveberiyê ye. Lê cardin jî divê em berxwedana Minbicê bi Kobaniya salê kin.

Post Views: 115
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.