Birûc Resûl/Qamişlo
Rûken Mihemed diyar kir ku Hîlala Zêrîn xwedî li çand û hunera gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikeve û dibe îlham ji tevahî jinên cîhanê re û got: “niha li ser asta Rojhilata Navîn Peymangeha bilind a hunerî ya xweser hat avakirin û ev jî gavekî dîrokî ye.”
Tevgera Hîlala Zêrîn, xwedî li dîroka jinê derdikeve, diparêze û heqîqeta derxistina ronahiyê di hemû kar û xebatên xwe de, bingeh digire. Tevgera Hîlala Zêrîn, hemû jinên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi gelemperî di axa Sûrî de bi yên xwedî bawerî, çand û zimanên cuda re têkilî datîne û armanca hevgirtineke li ser hîmê çand û hunera jin a azad û pergala konfederal a jin, xwe bi rêxistin dike. Li ser bingeha xeta netewa demokratîk, feraseta navendîbûnê derbaz dike û di civakê de pêşengtî dike. Ji bo ku jin bi reng û vîna xwe bibe xwedî seknên azad, qadên azadiyê û asoya azadiyê bên vekirin, dixebite.
Çand nasnameya yekemîn e
Çand, xwezaya civakê ye û di dîroka mirovahiyê de nasnameya yekem e. Çand rêbaza sereke ya xweavakirin, parastin, xwedîkirin û hîmê afirandina jiyanê ye. Hemû avabûnên yekem bi destê jin û bi pêşengtiya jin hatiye sazkirin û mayinde bûye. Tenê li Rojavayê Kurdistanê qala 12 hezar girên ku heyî tê kirin ku çanda komînal û civakbûnên yekem yên di pêşengtiya jin-dayik de hatine avakirin û rihên civaka xwezayî temsîl dikin, di wan giran de veşartiye. Erdnîgariya Hîlala Zêrîn di vê wateyê de pir bi dewlemend, nirx û libenda ronî kirinê ye.
Hîlala Zêrîn bi kar û xebatên xweser tê naskirin
Hîlala Zêrîn bi kar û xebatên xweser tê naskirin, xebatên çand û hunerê bi komên xweser didin meşandin. Armanca wan ew e ku jina hunermend, jina civakî ku bi rêya kevneşopiyê, derbixe holê. Kar dikin da ku bikaribin xwe îsbat bikin û civakê ronî bikin.
Rêgez û erkên Tevgera Hîlala Zêrîn
Ruxandina pergala Îmraliyê ji xwe re dike armanc. Paradîgmaya modernîteya demokratîk xeta xwe dibîne, avakirina netewa demokratîk li ser bingehê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin, di hemû xebatên xwe de jiyanî dike. Li ser bingehê xeta civaka demokratik, ekolojik û azadiya jin, avakirina hevjiyana azad ji xwe re dike bingehê têkoşînê. Dîrok û erdnîgariya xwe lêkolîn dike, di zanista dîrokê de kûr dibe, xwedî li nirxên civaka komînal yên dîrokî derdikeve, parastin û derxistina ronahiyê erkeke sereke dibîne û nûneriya wan dike. Ji bo civaka exlaqî, polîtîk û çanda resen ji nû de bê zindîkirin têkoşîn dike. Têkoşîna ku bi pêşengtiya jinê, di aliyê çand, huner û wêjê de tê dayîn bawer dike.
Li hember feraseta modernîteya kapîtalîst ya ku çand û huner dike sektor têdikoşe. Civakê bi nirxên çand û hunera azad û demokratîk dike yek. Bi cewherê jinê, li ser bingehê çanda resen û kevneşopiyên civaka komînal, çand û hunereke alternatîf bi feraseteke etîk û estetîk bingeh digire û di hemû qadan de rêxistin dike.
Li ser esasê rengîniya xwezaya jinê, ji cil û bergan heya irf û adatan û ji xwarin û vexwarin heya hemû tiştên gelêrî li ser koka çanda jin a resen diparêze û dike bingeha jiyanê. Zarokan weke pêşeroja xwe dibîne loma xebatên çand û hunerê hîn dike. Ji bo pêşxistina şoreşa jinê û nasnameya jina azad di aliyê hunerê de xebat dimeşîne. Tevgera Hîlala Zêrîn têkoşîna zayendî bilind dike û têkiliyên xwe bi rêxistinên xweser û jinên ku xebatên çand û huner dimeşînin, xurt dike. Her wiha Hîlala Zêrîn tevgerek çandî û bîrdoziye. Di heman demê de wek rehendeke pergala konfederal a jin, xwe di qada civakî de rêxistin dike û di wê wateyê de xwedî pêkanîneke du aliye.
Di derbarê piroje, kar û xebatên Hîlala zêrîn a kantona Cizîrê, Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Cizîrê Rûken Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Rûken Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa Rojava, bi şoreşa jinê tê nasîn, di pêşengtiya jinan de di erdnîgariya jinan de hate bi ser xistin, mîna berdewamiya şoreşa yekem a dayika xwedawend, şoreşa Rojava jî di vê serdemê de di pêşengtiya jinê de, di heman xakê de serdikeve. Bi perspektîfa hevjiyana azad, li hember hemû nêzîkatiyên desthilat û zayendperestiyê ku di serî de di têkiliyên jin, mêr, malbat û hemû têkiliyên ku di civakê de heyî, têdikoş e. Da ku jin, mêr û malbatek demokratîk û azadîxwaz pêşbikeve di qada xwe de bi argumanên xwe ve dixebite. Feraseta parastina jinê, dixe navenda jiyana azad û wekhev. Tevgera Hîlala Zêrîn, qirkirina xwezayê, qirkirina jin û zarok, guhertina demografîk û hemû polîtîkayên bişaftinê wek qirkirina çandî pênase dike û li dijî van têdikoş e. Ji bo zindîkirina exlaqa azad, civaka polîtîk, çanda demokratîk û aşitiyê yên ku bi deh hezaran sale di nava kurahiya civakê de dijî, xebatên dewlemend dimeşîne.”
‘Em di riya wênesaziyekî de êş û berxwedaniya civakê îfade dikin’
Rûken di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Em wekî Tevgera Hîlala Zêrîn a kantonê, li ser asta bajarê Qamişlo û Heskê xwe bi rêxistin dikin, hewledanên me hene ku li gorî hevpeymana civakî xwe li ser asta kantona cizîrê bi rêxistin bikin. Her wiha em wekî Tevgera Hîlala zêrîn hevgirtinekî di nava jinên şêwekar, hunermend, wêjevan û hwd… çêbikin, da ku em bikaribin bikin xizmeta vê dîroka ku hatiye nivîsandin a şoreşê. Ji ber vê yekê em bi riya hunerê çand, berxwedanî û êşa gelê xwe em dighînin cîhanê. Her wiha bi riya wênesaziyê em êş û berxwedaniya civakê îfade dikin. Di heman demê de stran jî role xwe baş leyistin.”
Xebatên ku Hêlala Zêrîn pêk anîne
Rûken Mihemed balkişand li ser kar û xebatên ku di dema niha de pê rabûn û wiha domand: “Pirojeya ku di vê demê dawî de derket ji aliyê Tevgera Hîlala zêrîn ve, festîvala şehîd Berçem ku hat lidarxistin, di heman demê de me wekî komîteya amedekar me cihê xwe tê de girt, di rastiyê de me ne xwest ku festîval li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, lê belê me xwest ku li ser asta navnetewî be, me xwest ku hin kes ji derve tevlî festîvalê bibin wekî jinên navdar û xwesteka gelek kesan hebû, lê mixabin PDK`ê rê ne de ku kes derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û hewl dide ku hunera me sînordar bike. Lê dîsa jî gelek kes di riya sinefiziyonê de peyamê xwe şandin, ji xwe ev festîval diyarî Rêber Apo hate kirin, ji ber ku di çarçoveya Pêngava azadiya Rêber Apo de hat li darzistin û her çalakiyekê em li darbixin wê bikeve xizmeta pêngava azadiya Rêber Apo de.”
Peymangiha Bilin a hunerî ya xweser
Rûken da zanîn ku di 25`ê Mijadarê de gelek çalakî hatina amedekirin û hazirtî ji bo peymangiha bilin a xweser tê kirin û wiha got: “Peymangiha pilind a xweser ya hunerî hat vekirin ku di Rojhilata Navîn de peymangihekî wiha xweser nehatiya avakirin, ji ber vê yekê ev gaveke dîrokî ye. Her wiha xwendina di peymangihê de jî 3 salin ku bi mamosteyên pispor wê şagirt werin perwerde kirin. Me wekî Hîlala zêrîn serdana hemû kesên ku aşiqê hunerê ne kir, da ku karîbin tevlî peymangiha bilind bibin, ji bo ku di siberojê de bibin mamosteyên pispor. Wek tê zanîn ku peymangihekî wiha xeyalê her kesî bû ku li ser asta Rojhilata Navîn ev peymangih hat vekirin û îro ev xeyal jî me pêk anî, hem peymangiheke giştî û hem jî xweser hat avakirin. Niha hazirtî û amedekariyên me piranî ji bo peymangihê ne.”