Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pênûsa jinê hestên gel diherikîne

01/12/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Pênûsa jinê hestên gel diherikîne
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Helbestvan û rojnemevana jin Meryem Temir diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfeteke pîroz da jinê da ku xebata xwe ya di warê rewşenbîrî de jî li pêş bixe û bikaribe hest û êşa gel binivîse.

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê xebatê jina rewşenbîr dest pê kir. Jinê karîbû roleke girîng bilîze di gelek qadan de. Rola wê gelek çalak bû û bi encam bû, lê li gor derfetên heyî pêwîst bû jin gavên mezintir avêtiban. Ji ber ku şoreş bi şoreşa jinê tê naskirin û rol û misyona jinê bi taybet ya kurd pêwîste deha zêdetir xurt be û bi wate be.

Di derbar xebata jinê di warê rewşenbîriyê de, helbestvan û rojnemevana jin Meryem Temir ji Rojnameya me re axivî.

Rola jinê di nivîsê de

Meryem Temir da zanîn ku jinê li Rojavayê Kurdistanê cihê xwe di gelek qadan de girt wekî; rêveberî, siyasî, ragihandin, hwrwiha bi pînûsa xwe jî bû pîşeng û wiha domand: “Lê xwesteka me ew bû ku jin roleke mezintir bilîze, ji ber ku giranbûna barê ku jin rahiştiyê de, divê xebatê wê jî deha zêdetir be. Di warê wêjeyî de jinê berê xwe da nivîsê û xwest bi riya pênûsa xwe hemû hest û êşa derdorê binvîsine. Karî gavên pîroz bavêje û di heman demê de bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jinê karî derkeve pêşberî gel û hestên xwe bîne ziman. Girîngiya xebata jinê di sazî, dezgehên wêjeyî, çandî û perwerdeyî de derket, bi pirbûna saziyên rewşenbîr li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcedar bû ku jin jî tevlî bibe da ku derdor hêza xwe ji hestên wê bigre. Qelsbûna ku di vê warî de derdike sedema wê rewşenbîr bixwe ye, ji ber ku em hewcedarî hin kesane ku him asta nivîsê him jî şêwazên cûda li cem wan hebin, da ku bi riya nivîsê re sûdekî bide derdorê.”

Destekdayîna jina rewşenbîr

Helbestvan û rojnemevanan jin Meryem Temir dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Mirov dikare bêje dema qelsbûn derdikeve carnan sedemê wê nerêxistinbûyîne, ev yek him di kesayet him jî di saziyan de ye derdikeve. Ew qeyd û bendên ku civakê ji jinê re danîbûn raste ji kokê de ne hatine şikandin lê heta astekî jinê kariye bi riya îradeya xwe gelek guhertinên ber biçav çêbike. Ev gavên ku jinê îro roj avêtî hemû bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, ji ber ku ev gavên ku niha tên avêtin berî 10 salan jinê nedikarî bavêje û qeydan bişkîne. Heya ku jin bikaribe hemû kêmasî û astengiyên ku rastî wê tê derbas bike, pêwîste alîkarî hebê ev alîkarî ji hêla Rêveberiya Xweser, ji saziyên rewşenbîrî yên ku di nava Rêveberiya Xweser de kar dikin, yekîtiyên nivîskaran yên ku jinên rewşenbîr endamên wane. Pêwîste jin vê derfetê ji dest xwe nebe û karê rewşenbîriyê bêtir bigre ser milê xwe. Jin divê hin wext bide nivîsê jî ji ber ku hertim afrandina nûbûnê li cem jinê heye. Erkê herî mezin divê sazî destekê bidin jinan û rê negrin li pêşya wan li ser asta cîhanê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.