Hemza Sêvo/ Qamişlo
Nivîskar Ebûd Mexso da zanîn ku piştî Şoreşa Rojava ciwanan xebateke wêjeyî kir, lê ev xebat kela dilê kurdan û wêjeya kurdî venamirîne û wiha bang li ciwanan kir: “Pêwîste saziyên rewşenbîrî destekê bibin ciwanan û ciwan jî xwdî li wêjeya kurdî derkevin.”
Pirsa asta wêjeyê li cem ciwanên kurd li rojava gelekî girîng e. Mijarên wekî wêje û hestên rewşenbîr û nivîskarên nûhatî ji bo pêşeroja wêjeya hin mijarên stûnî ne, nexasim wêjeya kurdî. Derbarê heman mijarê de Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê, Ebûd Mexso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, derfetek ji bo parastin û pêşxistina wêjeya kurdî çêbû, gelo ciwanên kurd bi erkê xwe ji bo vê mijara girîng, rabûn?
Ji bo mijara wêjeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, em dikarin bibêjin ku derbasî sê qonaxan bûye. Wêjeya me ya kevnar jî bi destê kesên biyanî hatiye nivîsîn û ji destpêka çerxê derbasbûyî nivîskarên me nêzî wêjeyê bûne. Qonaxa destpêkê ji sala 1900’î hetanî salên 1980’î ye. Qonaxa duyan di navbera salên 1980’î û 2011’an de bû û qonaxa 3’yan jî piştî Şoreşa Rojava dest pê kir. Wekî em dizanin ji ber kêmderfetiyê, nivîskaên beriya şoreşê pir kêm bûn û li ser tiliyên destan dihatin jimartin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jî derfetên mezin ji bo kurdan çêbû, bi taybet jî di warê wêje û nivîsandinê de. Di pêşwextiya şoreşê de em li malan digeriyan da ku mamosteyan ji bo ku li dibistana tenê tîpan bidin şagirtan. Berî çêbûna van derfetan, ez yek ji wan kesan bûm ku min bi riya pirtûkên Cegerxwîn, xwe fêrî tîpên kurdî kir. Lê îro dibistan, zanîngeh, saziyên çandî û rewşenbîrî hene, eger em bipisin ku ciwanan di warê wêjeyê de xwedî erk û rol bûn, dê bibêjin ku heya astekê baş bûn. Em dizanin ku hin kesên ciwan xwe di warê çandî û wêjeyî de pêş xistin, lê gelo li gorî hêviyên şoreşê û derfetên roja îro, bûn? Na ciwan nebûn xwedî rola herî baş û serkeftî di warê wêje û nivîsandinê de. Xebata wêjeyî ya ciwanan, kela dilê gelê kurd, wêjeya kurdî û şoreşê hênik nake. Ne tenê ciwanên me kêm man, lê belê kesên mezin jî hîna erka xwe pêk neanîne.
Hûn asta wêjeyê û berhemên ciwanan li Rojavayê Kurdistanê çawa dinerxînin?
Di dema heyî de em dibînin ku mehrecan û gelek cureyên çalakiyên wêjeyî û çandî tên lidarxitstin. Pênûsa ciwanan, derbirîn û hestên wan tên xuyakirin. Mînak beşdarbûna ciwana di qada mehrecana helbestê de ya ku berî çend mehan li darket. Me dît ku berhemên ciwanan xelata yekem derketin, ev yek jî cihê serbilindahiyê ye. Ciwanên me yên ku mijûlî wêjeyê dibin xwedî derfet in, asta nivîs û helbestên wan jî heya astekê baş in, lê hejmara ciwanên ku nêzî wêjeyê dibin kêm in. Di dema heyî de hin ciwan ketine nav qada wêjeyê û mijûlî helbestê bûne, mîna Dilyar Hebîb, Aras Qasim, Dilyar Osê û Diyala Elî ye. Di festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de roja helbestên ciwanan hate li darxistin û van helbestvanên me yên nûhatî, helbestên xwe xwendin. Me tevan dît ku çawa bi dilşewatî û hestên xwe yên keliyayî helbest ji aliyê ciwanan ve dihatin xwendin. Van ciwanên ku bi ser tiliyên destan tên jimartin, xwe di warê wêjeyê de li pêş xistine û derbirînên xwe ji me re didin diyarkirin. Em nikarin bibêjin ku ji wêjeya kurdî re bûne pêşeng di dema heyî de, lê belê bingehek ji siberoja wêjeyê re ava kirine. Mixabin dema ku hin kesên ciwan gavan davêjin ber bi wêjeyê ve diavêjin, hin nivîskarên me yên bi temenê xwe mezin li dijî hin nivîskarên nûhatî radibin. Dema ku ciwanek di pêşbirkên mîna pêşbirkên helbestê de bi ser ketin, helbestvanên me rexne kirin ku berhemên wan hêja bûn, ji ber ku asta helbestê ji asta helbestên ciwanan bilind bû û helbestvanên temen mezin xwediyên kedê ne. Lê di pêşbirkê de qomîteyeke nirxandinê hebû û li ser wê pêvajoyê nirxandin hat kirin.
Sedemên ku dihêle ciwan dûrî wêjeya kurdî bikevin çi ne, hetanî ku di siberojê de ciwan nêzî wêjeyê bibin û pêşxistinê tê de biafrînin, erka saziyên rewşenbîrî, ciwan û Rêveberiya Xweser tê xwestin?
Rojavayê Kurdistanê di zehmetiyekê re derbas dibe, tevlîhevî û bêaramî ji ber êrişan heye, rewşa Rojhilata Navîn tevî wiha ye, herêma me jî wiha ye. Ji ber rewşa heyî em di nav kirîzeke wêjeyî, civakî, siyasî û aborî de jiyan dikin. Ciwan jî dikevin bin bandora rewşa tevlîhev de. Gelo ji ber jiyana rojane, derfet heye ku ciwanên me nêzî nivîsê bibin, gelo aramî dikeve dilê wan de ku mijûlî wêjeyê bibin. Di heman demê de em dibînin ku şerekî taybet bi riya madeyên hişbir, karên bêexlaqî û hwd… li ser ciwanên me tê meşandin. Dighêje asta ku ji dijmin re tên bikaranîn û dibin çavdêr. Tişta ku tê xwestin ew e ku ciwanên me bi vîn û hêz bin li hember vî şerî û li gorî hêviya şoreşê gavan bi pêş de bavêjin. Herwiha pêwîste Rêveberiya Xweser xwedî li saziyên rewşenbîrî derkeve û ev sazî jî bibin destek ji ciwanan re. Li aliyekî din divê rewşenbîrên me alîkariya ciwanên ku nêzî wêjeyê û nivîsê dibe, bikin. Pêwîste rewşenbîr ciwanan neşkînin, lê belê rêbazên nivîsê ji wan re bidin xuyakirin û ciwanan fêr bikin. Di dema heyî de derfeta me heye ku em nifşên nû ava bikin, mînak em rê û rêçên nivîsîna helbestê ji ciwanan re bidin şîrovekirin. Herwiha ji ber ku bilindibûn asta wêjeyê bi ciwanan e, ev ciwanên me yên nivîskar ku gavên berbiçav avêtine pêwîste xebata xwe bidomînin. Hem jî divê bi sedan ciwan cihê xwe di nava wêjeyê de bigirin û bibin pêşengê wêjeyê. Ji ber ku roj roja ciwanan e, serkeftina wêjeyê û pêşketina wê bi ciwanan pêkan dibe.