Argêş Vîyan/Qamişlo
Hevserokê Şaredariya bajarê mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin ku politikaya qeyûman desteserkirina vîna gel e û wiha got “Di dijî desteserkirina şaredariyên gele Kurd tenê rêya çareseriyê berxwedan û têkoşîn e”
Di derbarê avêtina qeyûman li ser şaredariyên DEM Partî yên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê jî, di heman demê de li ser nerazîbûna li dijî polîtîkaya qeyûman û serhildanên gel, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
-Polîtîkaya qeyûman ya dewleta Tirk ya dagirker hûn çawa dinirxînin?
Polîtîkaya qeyûman di serî de radestgirtina vîna gel e. Di heman demê de darbeyeke li hiqûq û demokrasiyê ye. Lewma jî bi tu awayî nayê pejirandin û ne rewa ye. Di heman demê de bi polîtîkaya qeyûman armanc ew e ku gel ji hemû mafên xwe bêpar bê hiştin. Talana li çandê, ziman, xizmet û dîrokê ye. Ya ku bi qeyûman dikin ferzkirina yek zimanî, yek çand, ji holê rakirina dîroka gel û baweriyan e. Ev sed salin ku polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê pêş dixin û nikarin encamekê bigirin, ev demeke bi rê û rêbazên cuda yên wekî tayînkirina qeyûman hewl didin van polîtîkayan bi ser bixin. Di heman demê de talan û wêrane. Hemû destkeftinên civakê ji bo derdorekê bi kar tînin. Bi qeyûman diziyê pêş dixin, xizmetekê jî ji bo civakê nakin. Bêguman ev rewş nayê qebûlkirin. Ne em qebûl dikin û ne jî gelê me vê yekê qebûl dike. Herwiha di warê hiqûq de jî em dikarin bêjin binpêkirina mafê bijartî û hilbijêran e.
Em ji demên berê jî baş dizanin ku van qeyûman çi kir û çi nekir. Bi dizî û gendeliyan nirxên civakê binpê kirin. Bi qasî serê derziyê jî xizmetek ji civakê re nekirin. Di ser de deynên mezin xistin stuyên me ku em nikaribin ji bin rabin û xizmetekê ji gelê xwe re bikin. Gelê me jî van kiryarên wan baş dizan e. Dema em hatin ser kar me yek bi yek van kiryarên wan bi raya giştî re parve kir. A rast hêvî û bendewariya gelê me ji me hebû lê hemû hêviyên gelê me jî şikandin. Ev neheqiyeke mezin e. Tenê ev neheqî li dijî gelê kurd pêk nehatiye, di heman demê de li dijî gelê me yê ereb, suryan û gelê tirk jî ev neheqî pêk hatiye.
-Serlêdana Ahmet Davûdoglu û Ozgur Ozel hûn çawa dinirxînin? Helwesta muxaleftê hûn çawa dibînin?
Li dijî van polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê yên bêhiqûqî û antî demokratîk em girîngiyê didin helwesta ku yên aligirê çareserî yê. Heke li cihekî ji aliyê desthilatiyê ve neheqiyek were kirin divê tu kes serî ne tewîn e. Dibe gelê me û raya giştî bertekên herî tûj bi de dagirkeran. Hem Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û hem jî Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê (Pêşerojê) li dijî tayînkirina qeyûman helwesta xwe nîşan dan. Serdanên wan jî di vê çarçoveyê de bû. Em her tim vê dibêjin li dijî binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê pêwîste her kes helwest û nerazîbûna xwe bide nîşandan. Îro desthilatiya AKP-MHP’ê şaredarîyên Kurdan dagir dike, sibê dê yên weke van ne fikirin hemûyan desteser bike, lewma jî em helwesta muxalefetê di cih de dibînin.
-Berxwedana gel ya dijî qayûman di çi astê daye?
Gelê me bi dehan salin ku li dijî her polîtîkayên dewletê tekoşîn dike û li berxwe dide. Bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” tev diger e. Em vê yekê baş dizanin, heke berxwedana gelê me raweste dê pêşiya dagirkeran zêdetir vebe. Ji xwe hemû polîtîkayên wan li ser qirkirina gelê Kurd e. Helandina gelê Kurd di her alî de xwera wek erk dibînin. Lewma jî ji derweyî berxwedan û serhildanê tu rêyeke din a gelê me tune ye. Lê ev jî heye desthilat bi taybetî jî hewl dide vîna gelê me yê berxwedêr bişkîne û radestiyê ferz dike. Lê belê gelê Kurd wekî duh ku çawa li dîjî hemû polîtîkayên wan ên tunekirin û tûnehesibandinê ranewestiya, serî netewand, îro jî dê raneweste, serî netewîn e û radest nabe. Em vê yekê baş dizanin û berxwedana gelê me pîroz e.
-Ji bo bidawîkirina polîtîkaya qeyûman divê çi were kirin? Erka dikeve li ser milê raya giştî çi ye?
Em di wê baweriyê de ne ku heke li dijî van polîtîkayan hemû beşên civakê, sazî û rêxistinên cîvakî, partiyên siyasî xwedî helwesteke xurt be, dagirker bi ti awahî nikarin çi şaredarîyên din desteser bikin. Divê her kesên xwedî aşitîxwaz wan kiryaran nje pejirîne û bertekên tund bidin xuyakirin. Çi di warê hiqûqî û çi jî di warê siyasî de de divê helwestek tund hebe. Gel û civak divê bi tu awayî hebûna qeyûman nepejirînin. Bi taybetî jî hilbijêrên me yên ku vîna wan hatiye desteserkirin divê hemû mafên xwe yên hiqûqî û yên demokratîk bi kar bîne. Lewra dagirkirina şaredariyan bi xwe jî ne hiqûqî ye, siyasî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes xwedî helwest be. Dema em bala xwe didinê hilbijartin mafê her kesî ye. Mafê hilbijartinê mafekî xwezayi ye û wek her aliyê civakê gelê Kurd jî xwedî wê mafê ne. Yan dê bê ser bikeve yan jî dê têk biçe. Ev mafekî demokratîk e. Lê divê mirov rêzê ji kesên ku tên hilbijartin nîşan bide. Îro ya ku desthilatî dike bêrêziyeke mezin e li dîjî gelê me. Em bi tu awayî vê bêrêziyê napejirînin û em ê hertim hemberî dizî û gendeliya qayûman berxwe bidin.