Ronaz Silêman/Qamişlo
Şehîd Şîlan Kobanê ji yekemîn jinên Kurd ên Rojava ku li dijî îşkence û desthilatdariyê li ber xwe dide û parastina rêgezên xwe dike, lewra desthilatdarî ev yek qebûl nekir û di sala 2004’an de di kemînekê de Şîlan Kobanê tevî 4 hevalên wê şehîd bûn.
Têkoşer Meysa Baqî “Şîlan Kobanê” di sala 1971’an de li gundê Kor Elî yê ku 25 km dikeve Rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bû. Şîlan di nava hawîrdoreke ku kevneşopiyên eşîrtî lê serwer e mezin bû. Malbata wê ji dayik, bav, 5 keç û 4 xortan pêk tê û di dawiya salên 1970’î de ji bo kar û xebatê berê xwe dane bajarê Helebê. Şîlan di 9 saliyê de, di sala 1980’î de, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, bi kesayeta Rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî ve tê girêdan û hêvî dike ku bibe têkoşerek. Malbata şehîd Şîlan beriya PKK’ê nas bike bi tu partiyên siyasî yên Kurd ve têkildar nebûne. Lê belê rihê welatperweriyê jiyane. Rastiya mêtingerî û siyasetên wê yên asîmîlasyonê yên li dijî kurdan baş nas dikir, parastina zimanê xwe kir û ji yekemîn malbatên li Sûriyê alîgiriya PKK’ê kirine.
Ez evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û peyde biçûma
Di sala 1982’an de, dema şehîd Şîlan di 11 saliya xwe de bû, Rêber Abdullah Ocalan serdana mala wan dike, ew cara yekemîn e wî dibîne û nas dike. Şîlan derbarê vê rojê de wiha gotibû: “Ew kêliya herî bi wate ye di jiyana min de bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku wê êdî jiyana min weke berê dewam neke. Ezê evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê peyde biçûma.”
Gireva li dijî xwendinê
Dema şehîd Şîlan di refa seretayî de dixwîne astengiyeke mezin dikişîne, ji ber ku bi zimanê erebî baş nizane û dûrî çanda wê ye, lê bi israra wê ya li ser xwendinê tê de bi ser dikeve. Li Helebê têkoşer Şîlan tevlî çalakiyên hunerî bû û wê demê tevî hevalên xwe koma Agirî ya hunerî ava dike û yekemîn alboma xwe ya hunerî ku şerê gerîla dest pê kir, derdixîne. Di alboma xwe de eşqa xwe ya bêhempa ji tifinga gerîla re nîşan dide. Dema Şîlan û hevrêyên wê ji bo beşdariya pîrozbahiyên Newrozê tên qedexekirin cara yekemîn li dijî dibistana xwe isyanê dike. Di encamê de Şîlan û hevalên xwe, berxwedana nû bi navê “gireva li dijî xwendinê” li dar dixin. Lê ji ber helwesta xwe ya siyasî ji aliyê desthilatên Sûriyê ve tê girtin. Şîlan ji jinên yekemîn e yên li dijî desthilatên Sûriyê isyan kir û li dijî îşkenceyê li ber xwe da.
Şîlan xwediya parastina rêgezên kurdewariyê bû
Şehîd Şîlan 5 rojan di Girtîgeha Navendî ya Helebê şaxê ewlehiya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê de dimîne û wê demê Şîlan ji yekemîn jinên Kurd ên Rojava ku li dijî îşkenceyê li ber xwe dide û parastina rêgezên xwe dike. Her wiha ji desthilata serwer re îsbat kir ku jina Kurd nayê çewisandin, siyasetê dizane, dikare rêvebertî û pêşengtiyê bike.
Şehîd Şîlan ji bo çûna qada şer bi israr bû
Şîlan Kobanê piştî xwendina xwe ya qonaxa navîn temam dike, di Tebaxa 1988’an de li Helebê tevlî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û tevî 4 hevalên keç berê xwe didin Lubnanê, li dergehê sînor ê Sûriyê û Lubnanê ji hêla desthilatên Lubnanê ve tên sekinandin. 2 mehan di girtîgeha jinan de dimîne û li wir jiyana civakî nas dike. Dûvre şehîd Şîlan Kobanê tevlî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dibe, li wir perwerdeyên leşkerî û siyasî dibîne û têkoşîna xwe bi navê “Seadat” dest pê dike û piştre navê Şîlan li xwe dike. Tevî israra şehîd Şîlan a çûna qadên şer ku li gel hevalên xwe şer bike, lê piştî perwerdeyê ji bo çalakiyên rêxistinî li Lubnanê tê erkdarkirin. Her wiha piştî şopandina xebatên rêxistinî li Lubnanê, careke din di 1989’an de vedigere Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz.
Şîlan çavkaniya hêz û coşê bû
Şîlan Kobanê di Buhara 1995’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Dema 1’emîn Kongreya Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) li herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê li dar dikeve. Ew civîna yekemîn a giştî bû ku nûnertiya jinên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê dike û bi rêya wê jinên azad ên Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve dibin. Di kongreyê de Şîlan weke endama Komîteya Navendî hat hilbijartin û li ayaleta Zagrosê berpirsa yekîneyên jinên azad hat erkdarkirin. Dema yekîneyên leşkerî yên jinan wek tûgayan hatin avakirin, ev erka leşkerî ji şehîd Şîlan Kobanê re hat dayîn. Di şertên herî zehmet de, bi sekna xwe ya rast, bû çavkaniya hêz û coşê ji bona hemû hevalên xwe.
Şîlan têkoşera Kurdistanî ye
Di sala 1997’an de Şîlan derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. Di sala 1999’an de jî Şîlanê cihê xwe di rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de digire. Bi lidarxistina kongreya PYD’ê ya 2003`yan re wek Endama desteya rêveber a partiyê hate hilbijartin. Piştre berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe. Şîlan Kobanê xebata xwe li Rojava didomîne, beşdarî tevahî çalakiyên rêxistinî dibe û gelek gav di qadên rêxistinî û pratîkî de avêtin. Lê di demeke kurt de ji îstîxbarata Sûriyê re agahî hatin ku Şîlan Kobanê li Rojava ye.
Armac dikirin pêşiya şoreşa Rojava bigrin
Dema ku Şîlan kar û xebatên di navbera Iraq û Sûriyê dikir, di 29’ê Mijdara 2004’an û di encama kemîneke hevbeş ya Rejîma BAAS’ê û dewleta tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl re li bajarê Mûsilê hat armanckirin û şehîdxistin. Lê bi şehîdxistina Şîlanê re jî nekarîn pêşiya şoreşa Rojava bigrin.
Li pey eşqa azadiyê berxwedan didome
Şîlan Kobanî ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî jinan mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt û bedela xwe li ser navê hemû jinan da. Ji lewra ger şoreşa Rojava îro li tevahî cîhanê gav bi gav deng vedide û dibe navê hêviyan, ji ber di havênê wê de Şîlan Kobanê heye. Li Rojava“firîşteyên welatê bihûştê” bi navê Şîlan li pey eşqa azadiyê berxwedan didome û wê bidome.