Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Barbarên Osmanî li ser kar in

30/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Osmanî serdema modernitê nedîtin, heta dawî di demjiyana barbarî de man, ji ber vê jî çînê entelektuel dernexistin holê.

Dewleta Tirk li ser bermayiyên Osmaniyên barbar hate avakirin. Paşayên Osmanî ku Komara Tirkiyê ava kirin, destur nedan ku civaka Tirk-dewşrime  serdema modernîte bijîn û ji “fikir” û “zikir”ê barbarî rizgar bibe.

Xwendekarên Osmanî yên li Ewropa, Jon Turkan, ber bi modernîte gav avêtin; cûdatiya di navbera modernîtê û barbariyê de dîtin, azadî û demokrasî nas kirin.  Lê Paşayên Osmanî, ew berteref kirin.

Fêm kirin ku hêza hişmendî û berhemdariyê ,ne di şûr de ye, di karkirin, ked û afirandinê de ye.  Ev rizgarbûna ji sîstema dewşîrmeyên yenîçerî bû.

Di tevahiya dîroka Osmaniyan de, hunerê herî mezin şervanî bû. Mercên jiyana civakî, guhertin û tevgera nû ya siyasî û himbêzkirina serdema modernîtê jî, li xiş û hesabê sîstema yenîçerîtiyê ne dihat.  Xwendekarên Osmanî yên li Ewropa, bi  îdeala guhertina sîstema dewşirmetiyê kar kirin û piştî ji Ewropa vegeriyan bûne burokrat, di sala 1860î de, Komeleya Îttîhat û Terakî  ava kirin û wek rewşenbîrên serdemê reform xwestin.

Xanedaniya Osmanî, burokrat û rewşebîrên reform û guhertin xwestin yan girtin yan jî surgun kirin. Lê eniya eskerî, yenîçeriyên dewşîrme,  dîtin ku serdemek nû dest pê dike û “munewerên Itithadî”, ji bo hukumraniya xwe metirsînî dîtin. Di sala 1889an de, komeleya Îttîhat û Terakkî zemt kirin û rê li ber  guhertina civakî, siyasî,  hişmendiya modern û afirgeriya  karbidestiyê girtin.

 

(Di wê demê d e  li Kurdistanê, têkiliya bi axê, karsazî, karbidestiyê rûniştibû. Dabeş kirina karên destan, wek hesinkerî, cêrkarî, safari-sifir, libûdî û cumik û hwd, di nava konfederasyênan de rûniştibû. )

 

Paşayên Osmanî, bi riya Ittihat û Terakkî, serdema barbariyê , bi rengekî nû kirin pratîkê. Komên çete ava kirin, li Stembolê dest kuştinê kirin, piştre li dijî xanedaniyê darbe kirin.

Di sala 1911an de, di Kongreya Selanîkê de,  bi 4 xalan, bingeha “Turk-î Îslam” û ji bo “union boulding-çêkirina  gelê Tirk – îslam”  danîn. Ev bingeha qirkirina gelên li Anatolya û Kurdistanê bû.

Di sîstemek wiha de çînê entelektuel-rewşenbîr çênabe.  Sosyologên wek Nezîh Merîç jî dibêjin, di dema Osmaniyan de  “alîm” derneketin.  Ev rast e!…

Komara Tirkiyê jî berhemê Ittihat û Terakki ye. Her çiqasî Kurdan li Kongra Erzirom û Sêwasê,  di şerê li dijî hêzên Ewropa de rola sereke lîstibin jî, bi gotina Yalçin Kuçuk, paşayên Osmanî, ji pêşengên Kurdan zîrektir derketin, ew berteref kirin.

Ev jî rast e, îro jî desthilatdariya dewşîrme ya AKP/MHPe, akademisyen,  rojnamevan, entelektuel-rewşenbîr yan girtin, yan jî sirgun kirin; ya duyemîn faşîstên dewşirme, îro jî hêzên Kurd dixapînin û di dagirkeriya Rojava û Başûrê Kurdistanê de kirine hevkarên xwe.

Sezar digot; “hatim, min dît û têkbir”!…  Paşayên Osmanî jî, dema “sefera kizil elma-sêva sor” didane dest pê kirin dibêjin; “biçe, bikuje, wêran bike, talan bike”!… Di dagirkeriya Efrînê de, serokkomar Erdogan û gurê pîr Bahçelî gotin, “Efrîn sêva sor” e.

Gurê pîr Bahçelî, di wêrankirina Nisêbînê de got: “Kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêlin”. Doh bû, Gurê Pîr got: “Biçin Rojhilatê Firatê bişewitînin”.

Dewleta Tirk, bi nav komar e, lê ne di aliyê qanunan de, ne di aliyê sîstema siyasî de, ne di sosyolojiya civakî de modern nebûye. Modernbûn bi  cil û bergan, bi otomobîl û riyan, bi avaniyên bilind çênabe. Mixabin burjuwaziya Tirkiyê jî, ji ruhê koletiyê rizgar nebûye. Şîstema dewşirmetiya Ittihat û Terakkî, îro jî serdema barbariyê dijî û êrîşê Gelê Kurd û gelên herêmê dike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.