Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdistan yek e ne çar e

30/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Kurdistan nêzî sed sal bûye ku hatiye perçekirin.

Pêvajoya ku bi Sykes-Pîcot destpêkir bi konferansa Lozan re bi şêweyekê hat kûr kirin û bi Peymana 5’ê Hezîrana 1926’an ya ku di navbera dewleta tirkiye û Îngîlîzan de hatibû îmza kirin jî, Kurdistan kirin çar perçe. Her perçeyekî Kurdistan jî diyarî hêzek mêtinger kirin. Ev hêzên mêtinger li Bakur, li Başûr, li Rojhilat û li Rojava çi kirin, çendî komkujî li ser welatê Kurdan Kurdistan meşandin jî kêm zêde tê zanîn.

Ji ber ku di dema xwe de mezinên kurdan an nikarîne an jî hêza wan têrê nekiriye ku xwe bikin yek. Di her halî de kurdan –ruxmî ku ewqasî berxwedanên bêhempa- nikarîne hêzên dagirker û li her perçeyekî Kurdistan bi xeteriyên gelek mezin rûbirû mane. Hîna girantir jî, Kurdan nikarîne pêşiya perçekirina Kurdistan bigirin.

Hêzên hegemonîk li ser esasekî Kurdistan kirin çar perçe. Hêzên mêtinger jî li ser esasên din Kurdistan dagirkirin. Pir tiştên ku em ji bo hêzên hegemon û heta hêzên dagirker bêjin nîne. Herî zêde em dikarin nifirên xwe li wan bikin. Ger hêza me hebe em dikarin dijî wan bitekoşin da ku em rewşa çar perçeyî ji holê rabikin.

Bi zimanek din; ”Ji ber ku dijmin, dijmin e, cihê baweriyê lê nîne.” Ji bo wê jî em nikarin lomên xwe li dijminan bikin, ji ber ku dijminin. Dîsa xwastekên hêzên hegemonîk û hêzên mêtînger yên ku dixwazin Kurdistan wek çar perçe bibînin û heta israr dikin ku Kurdistan çar perçe bimîne jî em fêm dikin. Ji ber ku yên ku Kurdistan perçe kirin ewin.

Lê dema ku kurd, heta kurdên siyasî vê rewşa çar perçe kirî dipêjirînin ango qebûl dikin û heta hinek caran bi heman zimanê dagirkeran û hêzên hegemonan diaxivin, rastî jî ne fêmkirina vê rewşê ne jî mana dayîna vê rewşê çêdibe.

Di dema xwe de Bavê Salah di stranek xwe de gotinên wek, ”gul yeke ne çar e, gul kirin çar par e” bikar anîbû. Ruxmî ku rastî ew e, yên ku di mêjî xwe de Kurdistan wek hêzên dagirker dest digirin û difikrin, Kurdistanê çar dibînin. Ji ber wê jî gotinên wek; ”Kurdê Tirkiye, Kurdê Irak, Kurdê Îran, Kurdê Suriye dişixûlînin. An jî gotinên wek; ”Kurdistana Xoman, Kurdistana Xotan” kar tînin.

Ruxmî ku Pêşewayê Kurd di şîretên xwe yên dîrokî de dema ew ber ve sêdarê dibirin di ber lîngên sêdarê de gotinên, ”Kurdistan mala hemû Kurdan e” kar aniye. Îro hinek kesên ku; xwe nasnakin, xwe winda kirine, di mêjî xwe de mêtingeriyê jîn dikin, û Kurdistan di hestên xwe de ji zû ve perçe kirine, bêyî ku şerm bikin -him ji xwe re Kurd dibêjin û bi rehetî ji hinek Kurdan re ferman didin ku Kurdistanê biterikînin.

Efendîno; Kurdistan yek e, ne çar e. Destura me va ye. Ji bo me Kurdistan’a Xoman û Xotan nîne, Kurdistana me heye. Û her kî ku Kurdistan wek mêtingeran çar dibîne, yê her tim peyakî wan bimîne!

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.