Sîpan ŞÎNDA
Lêlê….. lê canê
De rabe cana Cizîra Botanê
Semyana dilê xortanê
Ezîza dilê lawanê
Îsal serê heft salê temame, wezê cana xwe nabînim
Wezê nizanim sebr û beşera dilê min kanî
Lêlê lê canê
Strana Kurdî ya klasîk, rayekî ewqas kûr û kayîm heye, hingî sal sere derbas dibin, ew rayên wê her kû diçe strûrtir dibe. Ji ber kû strana Kurdî ya klasîk bi dîrokê ve, bi civakê ve, bi jiyanê ve girêdaye. Ji ber wê ye strana Kurdî ya klasîk, dildarê xwe, guhdarê xwe teng nake. Ew dengbêjî geş dike, xurt dike, di nav civakê de bilind dike. Gelik qehremanên strana Kurdî ya klasîk jiyîne û dijîn. Yek ji van dengbêj û deng xweşê strana Kurdî ya klasîke û niha ji dijî û xizmeta strana Kurdî dike, dengbêj Evdilayê Goyî ye. Evdilayê Goyî, di sala 1968 an de li gundê Hilal, li ser navçeya ya Qilaban a girêdayî. Şirnex e hatiye dinê. Ew li gund mezin dibe. Ew dibêje hêj ez deh salî bûm, civatên dengbêjan bala min dikaşindin; dema dawetek çêbiya, yan ji dengbêjan di civatan de, di dîwanan de dengbêjî bikiran, ez diçûm li cem wan disekînim û min guhdariya wan dikir. Bi vî hawî strana Kurdî û çanda dengbêjiyê nasdike. Ew dibêje, dengbêjên ji herêmê Salihê Simo, Îsivê Hacî, Mihemedê Îsiv, Salihê Îsiv û Salihê Mijînî gelik zêde bandora xwe li ser min kirine. Dengbêjiya wî ji malbatê tê. Dibêje diya min dengekî gelik xwes hebû. Herweha çend mirovên din ji yên wî dengbêj bûne. Ew di sala 1985 an de koçberî bajarê Mêrsînê dibe. Di salên 1998-1999 an de ew dengbêjiya xwe diyar dike. Ew dibêje ji beriya hinge min tu caran di civatan de stran nedigotin. 1990 an de kaseta xwe ya yekem li Stenbol derdixe. Di sala 2002 an de ji kaseta xwe ya duyem derdixe. Piştî li Mêrsînê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya vedibe, ew ji weke dengbêjekê diçe tevlî xebatên wê dibe. 13 salan li wir de dengbêjiyê dike. Evdilayê Goyî di gelik civat, şahî, festival û konseran de dengbêjî kiriye. Ewî him stranên şera gotine, mînak strana Evdila Beg, ya Cemîl Efendî, him stranên evînî gotine, mînak Lêlê lê Canê, Koçerê û him ji stranên kul û derdê civakê tînin ziman, mînak Zêrînê, gotine. Strana Koçerê him gotin him ji miqam ya wî bi xwe ye. Herweha ew dibêje strana Lêlê lê Canê ji bi vî miqamî cara yekem min gotiye û ev gotin yên min in. Dîsa strana Zêrînê cara yekem bi dengê wî tê tomarkirin. Evdilayê Goyî dibêje dengbêjî ne tenê ewe kû mirov destê xwe bêxe di bin guhê xwe de û stranê bêje; dengbêj dema stranekê dibêje, divê bizanibe ew stran ji kû tê û çîroka stranê çiye. Ew dildarekî strana Kurdî ya klasîk e, her tim li ser wê lêkolînê dike, li pey çavkaniya stranê dikeve. Ew niha ji li bajarê Mêrsînê dijî. Bavê 6 zarokan e; 2 keç û 4 kur. Tu û dengê te yê xweş her tim li dinê bin Evdilayê Goyî.





