Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mir nemir sîstem ew e!

27/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Vê dawiyê alavên dunyaya ferazî mijara mirin û jiyana serokê rejîma çete ya AKP R.T Erdogan xistin mijara gotinê. Gelek kurtenûçe û flaşên ku dibêjin; Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan di encama kirîzeke dil de miriye. Hinekan jî heman nûçeya mirinê bi sedmên cuda cuda belav dikirin. Ya girîng ne çawaniya mirinê û dirûvê wê ye. Eceba gelo beolojîk an siyasî ye? Ya eşkere û ber bi çav faşîstê oportonîst ne li ber ekranan e! êdî çi hatiye sere wî mijareke dîtire?

Agahî bi belavkirina nûçeyeke malpera Tehye Misir re dest pê kir. Tehye Misir jî piştî hinek daxuyaniyên berpirsên istixbarata Misrî ku digotin; Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan nexweşê kansera rûvik û hinavan e. Rewşa wî yan tendirustî ne li ser hev e, mirina Erdogan weke nûçeyeke lezgîn belav kir. Piştre li ser malperên tevna civakî gelek nûçeyên di bin logoyên cuda cuda de heman agahî belav bûn. Ev jî ne pirsgirêke!. Tişta ku agahiya istixbarata Misrî hinekî bê guman dikir, bêdengiya alavên ragihandina bi ser qesrê bû. Cara yekê ye li hemberî nûçeyeke weke agir belavbûye bêdeng maye!. Li gorî karaktera faşîzmê û bi taybet faşîstekî nola Erdogan, ger tiştek tunebûya wê mîna her carê ji ser ekranan wendanebûya. Ji xwe qaşo roja darbê, li ser mobaylekê agahiya saxlemiya xwe bi civaka Tirkiyê re belav kir. Ewqas ferdperest û qire ye ku ti firsendekê wenda nake. Lê bê dengiya wî û ekîpa wî (ji bilî hinek daxuyaniyên berdestê wî Bîn Elî Yildirim) guman xistiye nava civaka Tirkiyê.

Mijara nivîsa me ne ew e ka faşîst Erdogan miriye yan ne miriye. Mijar baş têgihaştina cewherê sîstema faşîst a zordest e. Dêmekî mijara faşîzmê bi mirina kesayetekî naqede. Erdogan dibe yan filan bêvan dibe. Navên kesan sernavên rêçber ên vê sîstema kirêt in. Eger têgihaştina me ew be ku wê her kirêtî bi mirina Erdogan re bi dawî bibe, tekez wê çaxê em şaş difikirin. Tekeze jî wê dilê mexdûrên faşîzma Erdogan hênik bibe. Ya girîng têkoşîna li dijî destpotiya kesayetên faşîst belansa xwe ji dest nede û bi agahiyên wisan re (ku mebest û rastiya wan ne diyar in) sermestiya serketineke derewîn jiyan neke. Mînakên wê di dîrokê de gelek in. Ger em dûr nerin û tenê li rewşa sîstema despot a Baas binêrin, em ê baş fêm bikin ku bi çûyîna kesayetên faşîst re ne şerte ku sîstema faşîzane biqede. Dîroka Tirkiyê ya ku li ser esasê tunebûna gelan hatiye avakirin vê yekê jî dibêje. Çiqas navên cuda hatine ser sehneya desthilatdariyê, nêzîkatiya ji têkoşîna gelê Kurd re yek bû. Çi sîstemeke olperest an netewperest be. Hemû jî hebûna xwe li ser esasê dijmantiya ji mafên gelan re dewam kirine. Li Sûriyê jî serokê rejîma Baas bavê Beşar mir. Lê gelo çi guherîn li Sûriyê qewimiye? Tenê di aliyê şikil de hinek guherîn çêbûn. Lê dema ku mijar dibe maf û hiqûqê gelan, kesayetên heyî ji yên berê hovtir dibin. Kesek nikare mirina bi sedhezaran şêniyên gelên Sûriyê li ser destê rejîma desthilatdar inkar bike. Ne jî kesek dikare darbeyên li Tirkiyê rû dane inkar bike. Yan jî kesek nikare qirkirina li dijî gelên li Tirkiyê û Kurdistanê înakr bike. Hemû ne Erdogan bûn. Lê hemû jî heman zihniyeta ku Erdogan aniye ser dikka desthilatdariyê ne. Ji lew re ne girînge Erdogan mir an ne mir. Heya ku hişmendî ev be, fabrîkeya faşîzmê bi dehan Erdoganên kirêt diafirîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.