Ezîz KOYLUOGLU
Kurd li Rojhilata Navîn jiyanek birûmet dixwazin û ji bo wê berxwe didin. Ev berxwedaniya Kurdan li ser axa xwe ya bi hezar salane û bi hemû aliyê xwe ve rewa ye. Êdî kes nikare vê ji nedîtî were. Berî niha dema Kurd daxwaza mafê dikirin yekser wek “eşkiya”, “terorîst” dihatin pênasekirin. Ne tenê dewletên liser Kurdistan dagirker, hêzên navdewletî jî dibûn hevakarên dagirkerê Kurdistan. Di rastî de komkujiyên li ser Kurdistan ne tenê bidestê dewletên dagirker hatin kirin, di bingeh de hêzên navdewletî rola esasî lîstine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê wek “kivroşke bireve, tajî bigre” pênasekir. Ev pênase rastiya Kurdan û dagirkerên Kurdistan ya 200 salan radixe berçavan.
Rêber Ocalan di gelek nirxandinê xwe de rola hêzên cîhanî yên nebaş liser Kurdan eşkere dikir, dike. Bi taybet ji bo xwe vê pirr zelalî got û rola dagikeriya dewleta Tirk li zindana Îmralî wek “gardiyan” pênase kir û wekî din rola wan nîne. Polîtîkayên li ser Kurdan dihatin û tê meşandin jî di heman çarçovê deye. Dewletên li ser Kurdistan dagirkerin qasî polîtîkayên hêzên navdewletî pratîk dikirin, heta asteyek dikin.
Dewleta dagirker dema komkujiya Geliyê Zîlan dikir, çekên kîmyawî yên ji Elman kirîbû bikar dianî. Çekên yên kîmyawî yên ji Elman hatibû girtin, bi balafirên Brîtaniya li ser Kurdan dibarandin. Di heman demê de dewleta Tirk ya ji Rûsan desteka çekan girtibû êrîşî gundê Kurdan dikirin. Saddam Husên bi balafirên Rûs û çekên kîmyawî yên Hollandî li Helepçe komkujî pêkanî. Dema ev komkujiya li ser Kurdan bibûn hêzên cîhanî bêdeng bû. Çinkî qasa dewletê di pratîka komkujî pêk dianîn, tewambarbûn.
Di serdema me de gelek guhertin di rewşa cîhanî û herêmî de heye. Siyaseta li ser du aliyan xwe tevger kirin û ji her du aliyan sûd wergirtin ber dawî tê. Dewletên li ser Kurdistanê dagirker heta niha komkujiyên xwe yên li ser Kurdan bivê dimeşandin. Dagirkerên li ser Kurdistanê jî êdî nikarin wek berê bihevre xwe tevger bikin, hêzên cîhanî jî wek berê nabin hevkarên komkujiyên wan yên li ser Kurdan.
Li Iraq Kurdan hebûna xwe xistine bin ewlehiyê û di destûra Iraq de hebûna Kurdan hatine mîsoger kirin. Ne tenê di çarçova hebûnê de, di heman demê de wek erdnîgarî nakokî hebin jî, cihê Kurdan hatiye diyar kirin. Ev şikestinek di siyaseta dagirkeriyê de çêkir. Lê siyaseta serdest ya partiyên Kurd yên başûrê Kurdistanê ev rewş weke alîkariyekî ji bo cihê dibin dagirkeriyê de bikar neanîn. Ev lewaziyek di vê şikestina de çêkir.
Dewleta Îran zilma xwe li ser Kurdan bidomîne jî, lê di qada navnetewî de her diçe rewabûna xwe wenda dike. Ji bo wê bandoriya zilma Îran li ser Kurdan bidome jî, ji cîhanê alîkarî nagre.
Rejîma Sûriyê ji sala 2012’dan vir de rewabûna xwe wenda kiriye. Kurd di encama têkoşîn û xeta xwe ya sêyemîn de heta astekî hebûna xwe li Sûriyê bi gelek aliyan dane qebûl kirin. Hêzên rejîma Sûriyê bixwe destek dikin jî, destek nadin rejîma Sûriyê li ser Kurdan êrîşek pêk bîne.
Navenda dijberî û komkujiyan Kurdan dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ne tenê dinava sînorê xwe yên siyasî li bakûrê Kurdistan, Kurd li ku jiyan bikin bila bikin dijberiya Kurdan dike. Ger bikaribe wek çawa li başûrê Kurdistanê û Efrîn komkujiyan pêktîne, ger nikaribe zexta siyasî liser dewletan dike ku rê nedin Kurdan bi aramî bijîn. Dewleta Tirk ya dagirker heta niha jiber dinava NATO deye û berendamê Yekîtiya Ewropa ye, di komkujiya Kurdan de bi her rengî alîkarî ji wan hevkarê xwe digirt. Ev hevkariya li ser “şerê sar” hatibû avakirin êdî hildiweşe. Ne razîbûnên dewleta Tirk jî jiber vê ye. Dewleta Tirk wek zorakê delalî yên sîstema NATO, çi dixwest ji Kurdan dikir. Herkesê jî destek dida. Ne tenê kutbê Rojava, dewletên Rûsya û Asya jî destek dida vê siyasetê.
Êdî wek berê kes destek nade dewleta Tirk ku komkujiya Kurdan bike. Nerehetiya dewleta Tirk ya dagirker jî ev e. Ger ev siyaseta hêzên cîhanî bibe wek stratejiyek, wê demê dê dewleta Tirk jî neçarî çareseriyek bi Kurdan re bibe.





