Mihemed ŞAHÎN
Ji dest pêka avabûna komarê vir ve ye hebûna civaka kurd bûye fobiya desthilatdarên tirk. Ji bo xwe ji vê fobiyê xelas bikin hemû desthilatdarên tirkan hewl dane civaka kurd tune bikin. Lê hêz û temana wan têrî serkeftinê nekiriye.
Erdoganê ku ji bo bidestxistin û xurtkirina desthilatdariya xwe nirx û pîvanên demokrasiyê ji xwe re wekî amûr bikar anî bi heman fobiyê dijî.
Erdogan ji bo xwe ji fobiya kurd rizgar bike demeke dirêj gelek rê û rêbazên cuda ceribandin. Ji van rêbazan yek bê hiş û bê raman kirina civakê bû. Erdogan ji civakê re got, “heke hûn nefikirin kurd tune ne”. Ev îcata dahiyane ya nû bû. Raste, kesên ku bê hiş û bê aqilbin û nekaribin bifikirin wê fobiyên wan tune bin. Erdogan dixwest civak bê hiş, bê aqil be û qet nefikire ku fobiya kurd tu carî neyê bîra wan.
Lê ev nedihat wê wateyê ku fobiya kurd ji holê radibe û tune dibe. Piştî ku Erdogan û hevalbendên xwe hatin ser hişê xwe wekî ku kabûs bibînin dîtin ku fobiya kurd bi awayeke dijwar li cihê xwe ye.
Piştî ku dîtin rêbaza bê hişbûnê çare nîne rêbazeke din ceribandin. Di rêbaza duyemîn de armanc tunekirina kesên ku fobiya kurd dianîn bîra wan bûn. Xwestin di bin navê pêvajoya çareseriyê ya derewîn de kesên ku her carî qala hebûna kurd dikin û fobiya kurd tînin bîra wan û xewna şevan li wan diherimîn tune bikin. Lê ew kes xwenda, zana û xwediyê cerebeyeke çil salî bûn. Bi Erdogan û hevalbendên wî nexapiyan, rûpoşên wan xistin û ew rêbaza wan jî bê encam hiştin.
Piştî rûpoşa wan ket bi hêrsa têkçûna her du rêbazên berê raste rast berê xwe dan civaka kurd. Çavkaniya fobiya wan hebûna civaka kurd bû. Dizaniyan ku hetanî civaka kurd hebe dê nekaribin xwe ji fobiya kurd rizgar bikin. Ji bo xwe rizgar bikin hewce bû civaka kurd tune bikirina. Lewre di rêbaza nû ya sêyemîn de armanc tunekirina civaka kurd bixwe bû. Ji 2015’an vir ve ye rêbaza tunekirina civaka kurd bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de ye.
Di 2015’an de li Bakur li gel qirkirina siyasî ya bi hezaran dest bi qirkrina fizîkî kirin. 12 navçe û bajar bi serê kurdan de rûxandin. Bi sedan kurd li kolanan qetil kirin. Di jêrzmînan de bi sedan mirov zindî şewitandin. Bi sedan sazî û dezgehên ku bîhna kurdî ji wan dihat ya rûxandin yan jî derên wan mohr kirin. Navê kurd û Kurdistanê ji hemû belge û tabelayan paqij kirin.
Her sal di bin navê operasyonên leşkerî de qirkririna xwezaya Kurdistanê bê navber dewam dike. Bi zext û zor û qedexeyan dixwazin gundan vala bikin û erdnîgariya Kurdistanê bê mirov bihêlin.
Li Rojavayê Efrîna rengîn dagir kirin. Di talan û wêrankeriya xwe de pîvan nasnekirin. Mal, milk û hemû dewlemendiyên civaka kurd a sedan salan li çeteyên xwe yên dest bixwîn parve kirin. Bi sed hezaran kurd koçber kirin.
Ji 27’ê gulanê vir ve ye berê xwe dane Başûr. Hewl didin başûrê Kurdistanê dagir bikin. Dixwazin bi hinceta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê destkeftiyên kurdên başûr ên ku bi têkoşîna dehan salan û bi berdêlên giranbuha bi dest xistine tune bikin. Statuya heyî ya ku her carî wekî şaşiya xwe tînin ziman ji holê rabikin.
Ji bo dagirkirin û tunekirina destkeftiyên kurdên Rojava yên rojhilatê Feratê ji Efrînê hetanî Zaxoyê li ser tixubê Rojava nêzikê 80 hezarî leşker bi tevî çekên xwe yên herî giran ve bi cih kirine. Wekî ku Trump di hevdîtina civîna G-20’an de bi awayeke zelal vegotibû heke destûr bide wê desthilatdariya Erdogan bê fikar Rojava dagir bike û kurdan ji qirkirinê derbas bike.
Kurdên ku ji ber zilma dewleta tirk mal, milk û warên xwe hiştine û ji Bakur derketine bûne penaber û di bin ewlehiya Netewên Yekbûyî de li wargeha Mexmûrê bi cih bûne û li gel hemû zext û zordariyan bi dehan salane ji bo rûmeta xwe li berxwe didin bombeyan li wan dibarînin.
Wekîlên HDP’ê yên ku her yek bi sedhezaran dengên gel hatina hilbijartin û îradeya gel temsîl dikin her roj di kolanan de bi êrîş û bêrêziyên polêsên wan re rûbirû dimînin.
Wisa xwiya dike ku ji bo xwe ji fobiya kurd rizgar bikin tenê bi awayeke fizikî tunekirina civaka kurd têrî wan nake. Dixwazin di çavkaniyên dîrokî de jî kok û rehên wan tune bikin û navê Kurd û Kurdistanê bi temamî ji holê rabikin.
Lewre di heman pêvajoyê de û li dû hev pêk hatina hinek geşedanan netesedufiye. Bankaya bi navê “Yapı Kredî Bankasî” ji pirtûka Ewliya çelebî “Seyahatname” yê peyva Kurdistanê derdixe, edîtorên weşanxaneya Can ji romana “ Yazdeh deqîqe” ya nivîskarê navdar Paulo Coelho peyva Kurdistanê derdixe, kurdên başûr ji ber peyva Kurdistanê li bajarê Trabzonê bi awayeke hovane tên lînçkirin, li Îzmîrê biryara qedexekirina stranên kurdî têdayîn, piştî 76 salan a cezakirina fîkîna Apê Musa ya kurdî ya sala 1943’an hefteyek berê li Mêrdînê bi hinceta fîkîna kurdî rojnameger Ahmed Kanbal têgirtin.
Bê guman, ev geşedanên ku di derbarê hişmendiya gemarî ya sedan salî de peyamên gelek girîng û watedar didin me hemû hewldanên dewleta kûr in. Bi hevûduve girêdayîne û ji yek navendî tên birêvebirin. Erdogan û Bahçelî nûnerên wê hişmendiyê yên xwiyayî ne.
Bi awayeke zelal diyare ku armanc bi êrîşeke topyekûn tunekirina civaka kurd e. Nexwe hewceye bersîv jî di bin sêwan û hişmendiya neteweyî de topyekûn berxwedan be.





