Medenî FERHO
Şoreşa Rojava, 7 sal li pey xwe hiştin, ne demek dirêj e, lê bûye dîrok û di navbera dîrok û civakê de têkiliyek diyalektîkî çêbûye, em jî xwe di vê dîrokê de dibînin.
Şoreşa Fransa 10 salan li ser piyan ma, bi xwînek zêde çêbû, bi xwîna zêde hate fetisandin
Lewma, dîrokbûna Şoreşa Rojava wek resmekî mezin derketiye holê, ji bo fêm kirina wê jî dive mirov resmê mezin bibîne.
Di vî resmî de, îdealîzma mîstîk, kevneperestî, statuqoparêzî hatine berteref kirin. Her kes di civakbûna demokratîk de, bi taybetî jin û ciwan xwedî mîsyon in.
Metirsînî jî heye û heta ku tevahiya Suriye li ser bingeha desturnameya demokratîk sistemize nebe, metirsînî wê dewam bike. Divê cîhana capitalist jî, “şecereya exlaqê demokratîk” erê bike. Hingî, metirsiya Tirkiyê û Îranê jî wê were berteref kirin.
Tirkiyê û Iran bi maskeyên gelekî cûda dagirtî û barkirî ne; xwedî “îştaheya talankirin û fetisandinê” ne. Di vê îştahê de her cûra derew, teşqele, şantaj û canbazî hene.
Îştaheya talangerî û festînok, “qanuna sîstema capitalist e’, derfetên talan, wêranî û dagirkeriyê dide. Ocalan vê sîstemê, wek dînazor binav dike. Ev dînazor bi koordinatên Ittîhat Teraqî hatiye barkirin, mînak jî, dagirkirina Efrînê û Başûrê Kurdistanê ye.
Lê felsefeya Ocalan, veguheriya şoreşê û bi “jubîleya gelan” xwe di riya sêyemîn de, di gelê demokratîk de, di xweseriya rêveberiya herêmî de û di desturnameya demokratîk de derxistiye holê. Di şerê sêyemîn yê cîhanê de, planê Sykes-Pîcot dîse di rojevê de be, Tirkiye û Îran, bi cehda ferehkirina sinorên xwe û têkbirina statuya Kurdan haraket dikin.
Hêzên global jî, dîbinin ku tenê riya sêyemîn dikare krîzên li herêmê çareser bike, dîse jî
ji fikir û felsefeya Ocalan ditirsin. Kurd tixubên peymanê xera nakin, tenê statu û mafên rewa dixwazin, dîse jî hêzên global, “şîke”yan dikin.
Dengên ji jêr ve tên dijwar in, di bihara gelan de ev hate xuya kirin. Eşkere bû ku, “dînazor” ne tenê kapîtalîzm e, îdeolojiya Seîd Qutub, Turk-î Îslam e, DAIŞe û EL QAIDE ye. Yek riya ku dikare dengên jêr rawestine, paradigmeya Ocalan- riya sêyemîn e.
Civaka ideal ne hatiye afirandin, lê felsefeya Ocalan, riya civakbûna ideal, di aliyê hiş û partîkê de derxistiye holê. Di asoyên paşerojan de ronahî zêde heye. Belkî zû ye, lê Şoreşa Rojava, dîtina Gramskî ku dibêje, “di civakan de, hemû mirov, bi misyona entellektuelî ranabin” pûç kiriye. Vê jî, di mêjiyê Kurdan, civakên li Bakurê Suriye de, nexşeyek di nava xwe de “humanist”, lê ji xapandinê dûr, bi kolektivizmê rengîn neqiş kiriye.
Felsefeya Ocalan, ronahiyek nû bû, riya asoyên nû vekir, bi Şoreşa Rojava jî, di mêjiyê gelan de gihiştina asoyên nû çêkir. Bi taybetî jin û ciwan, vê sîstemê bextewariya xwe, azadî û hebûna xwe dibînin.
Ocalan, baş zanibû ku gihiştina asoyan, riyek dûr e bi efsûn û davikan dagirtî ye, lewma arşîvên dîrokî kirin çira û fanos û bi hemû hêza xwe valahiyên dîroka Kurdan dagirtin.
Vê jî, qamçiyê netewe-dewletê, modernîteya capitalist, perdeya reş (fîgurên entelektuelî), ku ji bo korkirina civakan kar dikin eşkere kirin. Ji ber vê, Bihara Gelan cih negirt û nebû “jibuleya gelan”… Li Rojavayê Kurdistanê “jubileya gelan” bi skelet bû, li Bakurê Suriye bi beden û mêjî bû.
Piştî ku hat dîtin ku, dîtinên Ocalan gerdûnî ne, hêrs û xezeba paşverûtiya cîhanê kete nava haraketê; zewaca aşûfteyî ya dewletên haydut , bi çeteyan re derketin holê. Eger, Rojava, şecereya exlaqî esas negire, bi tevahiya gelên Suriye nedin erê kirin, ew ê rastî aqubeta Şoreşa Fransa were.
Divê intelijansiya cîhanê jî resmê giştî yê Şoreşa Rojava bibîne û sîstema demokratîk biparêzin. Şoreşa Rojava, bêguman ne Kêştiya Nuh e, lê bi tekûz kirina jubileya gelan û desturnameya demokratîk dikare mayinde bibe.





