Farûk SAKIK
Di Şerê Cihanê yê Yekem de du blokên mezin, Bloka Antant yanê Brîtanya, Fransa, Îtalya û Rûsya û Bloka hevpeyman yanê Almanya, Tirkiye û Awistirya, bihevketibûn. Dema ku hatin rojhilatanavîn êdî li du xêzkirina sînoran bûn. Ji van sînoran yekjî sînorên Kurdistan bû.
Di encama şerê ku çar salan ajot de, Xaka Osmanî jî ji hev belav bûbû û ji bilî Kurdan hemû netewên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de komarekî hatibû sazkirin.
Lê gelek pirs û pirsgirêk hêjî di domiyan. Kurdistan di navbera Tirk, Brîtanî, Frensî û Farisan de mabû.
Di navbera Komara Tirk û cîranan wê û Brîtaniyan de jî gelek nakokî hebûn. Brîtanya li Rojhilata Navîn li pey dengeyên nûh bû. Ji bo wan an perçekirina xaka Osmanî an jî dostaniya Komara Kemalîst lazim bû. Ji ber vê yekê diveyabû ew lihev rûniştana û nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikrana.
Biryara peymanek nû dane. Li lozanê wê bicivîyana û wisa kirin: Li lozanê di mijdara 1922an de hevdîtin û nîqaşan destpê kir.
Piştî 3 mehan di 24ê Tîrmehê de li Sîwîsre li bajarê Lozanê, ev peymana ku nave xwe ji vî bajarê digire û di rûpelên dîroka siyasî de wek “Peymana Lozanê” tê binav kirin, hat îmze kirin.
Di biryara peymanê de Kurdistan hatibû dabeşkirin û bûbû 4 parçe. Dîsa dixwestin kurdan wek kêmnetewek qebûl bikin û mafên wan jî di statuya mafê kêmneteweyan de sînor bikin.
Heyeta Tirkiyê bi serfîraziyek mezin vegeriya Enqerê. Ji aliyê dewletê ve bi pêşwaziyek mezin hatin pêşwazî kirin.
Tirkiye sînorê xwe yên îro bi destxistibû. Lê di siyaseta xwe de guhertinek çênekir. Sozên ku dabûn kurdan di demek kurt de jibîr kirin.
Îsmet Înonuyê ku li Lozanê weha gotibû;
‘’Li Lozan’ê Kurdan serî li me nedan. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya netewî wek ‘em Kurd û Tirk’ yanê wek yek milet me parast û da qebûlkirin.’’
Li Meclisê di navbera kurdan û parlementerên dinan de nîqaşan destpêkir.
Di civîna girtî a meclîsê de gava Îsmet Paşa biryara peymana Lozanê a ku Mûsil ji Ingilîzan re dihişt xwend, mebûsên kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Wê demê Musûl ne bitenê navê bajêrek bû. Hemû axa başûrê Kurdistanê ya îroj, Silimaniye, Kerkuk, Hewlêr, di nav sînorê Mûsûl de bû.
Li ser vê yekê, mebûsê Betlîsê Yusuf Ziya piştî vê bûyerê di 27ê Sibata 1923an de hevpeyvînekêbi dîplomatê Sowyetî Şaxovskoy re helwesta xwe waha dianî zimên:
“Heta nûha em difikîrîn, ko kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bi hev re di şerê li dijî dewletên emperyalîst de çareser bikin. Lê nûha, ji gava ko hikûmeta Tirkiyê razî bû Mûsilê bide ingilîzan, hemû heviyên me têk çûn. Ingilîzan pêşniyariyek ji tirkan anîn: bi şertê ko eger tirk li Kurdistanê otonomiyê îlan bikin, ew ê jî, ji Mûsil derkevin. Lê tirk ji bo otonomiyê nedin kurdan, Mûsil dan ingilîzan.”
Piştî ku Musûl dane Îngilîzan Şêx Mehmûd Berzancî li dijî vê yekê derket û li hember Îngilizan serîhilda. Di heman demê de balafêrên Îngilîzan dest bi bombekirina başûrê Kurdistan kirin.
Dema ku Peymana Lozanê dihat morkirin, li bakûrê Kurdistanê jî serekên Kurd lihev diçûn û dihatin. Di rojên Peymana bajarê Lozanê de, li bajarê Erziromê jî serek û rewşenbîrên Kurdan dinav xwe û Azadî de peymanek lidardixistin.
Bi vî awayî di sala 1923an de Rexistina Azadî hatibû damezrandin û amadekariyên serhildanekî mezin dihat lidarxistin. Dîplomatên kibar yên bismokîn bûbûn sedem ku li Kurdistanê pêvajoya serhildan û qetlîaman destpêbike.
ÎROJ
Piştî Şêx Mehmûd Berzancî di sala 1925an de, li dika dîrokê de Şeyh Saîd hebû. Wî jî li dijî vê peymanê, ji bo doza Kurdistan şer kiribû. Îngilizên ku li dijî Şêx Mehmûd Berzancî şerkiribûn, evcar jî li dijî Şêx Saîd li kêleka dewleta Tirk cîh girtibûn. Serhildana kurdan biserneket.
Îroj şerê cîhanê yê sêyem, dîsa li heman heremê, li ser xaka Kurdistan dewam dike. Îroj dîsa dewleta Tirkiyê li vê heremê li du dagirkeriya axa Kurdistanê ye.
Îroj di dewsa xêz kirina sînoran de evcar xetên neftê û dewlemendiyên heremê têne xêzkirin. Dîsa li Kurdistanin. Evcar li kêleka wan Amerîkanê ku di şerê cîhanê yê yekem de tunebû jî heye.
Îroj wê dîrokê xwe dubare neke. Dagirkeran îro jî texmîn dikirin, wê wek Şêx Mehmûd Berzancî û Şêx Saîd vê tevgerê jî di demek kurt de bitefisînin. Lê wisa nebû, 41 sal berê di bin pêşengiya Abdûllah Ocalan de serhildana ku destpêkir hêviyên mezin da gelên li rojhilata-navîn. Îroj gel bi van hêviyan xwe diparêzin.





