Zekî BEDRAN
Dîsa Tirkî dagîrkirina Bakurê Sûriyê xiste rojevê. Nûnerên NY’î 22’ê mehê wê bi rayedarên Tirkî re hevdîtin pêk bînin. Bi gelemperî eger Amerîka di hevtînên bi Tirkan re negihêjin encamekê, dê şer dest pê bike. Ji ber Tirkî ji bo şer amadekarî kiriye û hêzên xwe li sînoran bi cihkirine. Erdogan eşkere dibêje ku wê êrîşke û herêmê ji kurdan paqijbike. Yanî mîna guhertina etnîkî ya li Efrînê. Dixwaze ev li hemû herêmên kurdî belav bibe. Herwiha bi dagîrkirina xaka Sûriyê re, dixweze pêşeroja Sûriyê bixe bin destê xwe û vê li dijî rêjîmê bi kar bîne. Xwesteka wî di çarçoveya “Mîsaqa Milî” de herêmên ji Heleb û heta Musilê dirêj dike tevlî Tirkiyê bike. Tirkiyê vekirî hêzên xwe ber sînorkirine û li benda fersendekê ye, lêbelê hikumeta Şamê vê ji nedîtî dike. Halbûkî gerek Rêveberiya Şamê helwestek dijwar nîşan daba. Jiber wê herêmek dinî girîng dagîr bikin. Hêzekî welatparêz û Rêveberiyek berpirsiyar wê bêdeng nemîne. Welatparêziya Şamê mijareke girîne ku were lêpirsîn. Tê xwuyakirin ku hikumeta Şamê girîngiyê nade gel û xakê. Ew xwe dispêre desthilatdariyê. Xwedî li beşa ku ew serwer dike lê herêmên ne dibin serweriya wî de ji kesên din re dihêle. Rêveberiya Şamê dikare bêje ku hêza wan têrê nake ku bi Tirkiye re şer bike. Ew ne pirsgirêke. Dibêje ku ez hîn Rêveberiya Sûriyê dikim. Wê demê dikare pirsgirêkê bixe rojeva cîhanê. Dikare Neteweyên Yekgirtî û saziyên navneteweyî yên din jî bixe tevgerê de. Organên çapemeniyê dikarin ku vê pirsgirêkê bixe rojevê û gelê Sûriyê bixe nav tevgerê. Wek ku ev gef û dagîrkerî ne li ser xaka Sûriyê ye tev digerin. Li şûna ku Rêveberiya Şamê li rê û rêbazên çareserî û lihevkirina bi hêzên demokratîk re bigere, lêbelê ew hîn di polîtîkayên serdest û navdewletî de israr dike. Ku wisa be ew ne li xak û ne jî li hemwelatiyên xwe xwedî derdikeve. Dibêje “Ku dever ne dibin Rêveberiya min debe, kîjan hêz komkujî û dagîrbike jî ne pirsgirêke. Pêwîste li beramberî van rêgezên desthilatdar û neteweperstî, rewşenbîr û hêzên welatparêz bi lez tev bigerin. Rusiya di rewşa wiha de dixweze bi qedera Sûriyê bilîze. Her kes dizane ku, Rusiya destûr nede Tirkiyê nikare operasyonên dagîrkeriyê bike. Ev heman tişt ji bo NY’ jî derbas dare. Rusiya dixwaze Tirkiyê Bakurê Sûriyê bi rêve bibe. Hesabê Rusiya heye ku herêmên wek Til Rifet ji Tirkiyê re bihêle. Wiha wê aboriya dagîrkeriya Tirkî baş be. Bi kurtasî Rusya li herêmê tenê berjewendiyê xwe esas digre. Heya ku hebûna Esed bikeve xizmeta Rusiya, wê ji bo mayîna wê xebat bike. Lê gel û hikûmeta Sûrî nikarin siberoja xwe radestî polîtîkayên wiha qirêj û oportonîstan bikin. Divê gelê Sûriyê vê baş bizanibe; bêyî erêkirin û planên Rûsya Tirkî nikare derbasî Til Rifat bibe û nejî kare êrîşî Bakurê Sûriyê bike. Rusya baş dizane ku dagîrkeriya Tirkî Idlib veguhestandiya depoya çekan, Erdogan berdevkê çeteyên El Nusra ye û diblomasî ji bo wan bi rêve dibe. Dagîrkeriya Tirkî Sûriyê kiriya gola xwînê û cîhan tev dizane ku Tirkî ew kesên ji şer reviyane wan wekî qaxzekî zextê li ser Sûriyê bikar tîne. Ji penaberan leşker avakir û dixweze ku sîstemek nû bide Sûriyê. Weke tê xweyakirin siyaseta Tirkî gelek xetere û ber wêrankirinê diçe. Tenê bi xebatek hişmendî û rêxistina gel, dikre lîstok û pilanên qirêj têk bibin. Divê Rêveberiya Şamê li dijî senaryoyên dagîrkeriya Sûriyê bikeve nav liv û tevgerê. Pêwêste xwedî polîtîkeyên ku gel û xaka Sûriyê himbêz dikebe. Encex bi vê riyê Sûriyê dikare ji hilwşandinê xilas be. Madem sûd ji siyastên Tirkiyê digre, wê li Sûriyê bi cih bibe. Ma Şam Qibris û Hatayî nabîne. Herweha, dagîrkeriya Tirkî Efrîn weke parçek ji xaka xwe bi kar tîne û dîwrê parçebûnê lêkir. Kes dizane bê kengî dagîrkeriya Tirkî ji Sûriyê derkeve? Hevpeymanek wiha çêbûye? Na nîne. Ji bo vê yekê gef dijwarin û pêşeroja Sûriyê di bin tehîdeke giran deye. Divê hemû hêz û Sûriyê serek a ku dibêje ez girêdayî herêmê me, ji bo rewş belav nebe bi lez tevger bikin.





