Qasim ENGÎN
Di nivîsa xwe ya dawî de min anîbû ziman ku dewleta tirk weke gayê Êspanya li ku derê Kurd û rengê wan dibîne êrîşî wan dike. Me teqeziya gotinên xwe di êrîşa li Trabzonê ser Kurdên ku li başûr ji bo geştiyarî çûbûn Tirkiye dît. Qaşo êrîşên ser ala başûr bi şaş fêmkirina ala PKK re girêdidin. Ev têrê nekiriye yên ku lêdan xwarî kirine bin çavan e.
Hêna balkêştir û sosrettir jî ew e ku, hinek ragihandinên Başûrê welatê me jî, erîşa li ser mirovên me, bi şaş fêmkirina wiha ve girêdidin.
Efendîno; hêna beriya çand rojan di hevdîtina Trump bi Erdoxanê tirkê spî re, Trump anîbû ziman ku, Erdoxan Kurdan dijminê xwe dibîne.
Em bîra nekin ku Tirkparêzî xwe li ser tinekirina Ermeniyan, Suryan-Kildanan, Rûman û Kurdan avakiriye. Ermen, Sûryan û Rûm di vê erdnîgarî de tinekirin, ji bo ku Kurdan jî tine bikin pir hewildan û hêna jî didin. Ferq ev bû ku, hejmara Kurdan zêde bû û nikarîbûn kurdan bi tevahî ji holê rabikin.
Lê pêwîste were zanîn ku, Tirkparêzî li ser esasa dijmintiya bi Kurdan û li ser esasa ku çanda kurdan di nava tirkîtî de bihalinîn hatiye avakirin e. Havênê tirkparêzî wiha hûnandiye.
Bêyî ku em dûr biçin, hêna di salên 1925’an de di Plana Şark Islahatê de di xala 16 mîn de wiha hatiye nivîsandin: “Axaftina Kurdî pêwîst e li Kurdên ku li hin deverên bajarên me yên li rojavayê Firatê bi şikle belawela bi cih bûne, teqez bê qedexekirin û girîngî bi dibistanên keçan bên dayîn, axaftina jinan a bi Tirkî bê garantîkirin.”
Di Giştînameya Tirkkirinê de jî, gotinên sosret mîna: ”Gerek neyê bîra kirin ku: çi cil û berg, stran, govend, leystok, dawet, qewnşopên civak û milet, di şiyarkirina hîsên netewî û nîjadî di hîsên ku civakê bi paşaroja xwe ve girêdidin de, rolek girîng dileyzin; lewra li kelekê ku bi lehçeyên tê axivtin kevnşopiyên wiha ters jî wek zerarek mezin dîtin û heta xirab nîşan dayîna wan jî girîng e” hene.
Bila neyê bîra kirin ku al û rengên kurdî jî hîs û hêstên kurdan şiyar dikin.
Dîsa bê zanîn ku, dewleta tirk di navbera salên 1925’an û 1982’an de navê 12200 gundan guhertiye. Û di nav van navên ku hatine guhertin de jî sedî 80’ê navê gundên kurdan in.
Hêna sosrettirîn jî gotinên qaşo vezîrekî dadê bi navê Mahmût Esat Bozkûrt bûn: “Tirk, yekane efendî, yekane xwediyê vî welatî ye. Yên ku ne ji nîjada saf a Tirk in, li vî welatî tenê xwediyê mafekî ne. Mafê xizmetkariya Tirkan, mafê xulamtiya Tirkan e” kar anîbûn.
Ji bo ku were zanîn çima dewleta tirk ewqasî dijî; gotin, nav û rengê PKK’ye di belgeya bi navê; ”Projeya Yekparebûna Neteweyî” de baştir fêm dibe.
”Projeya Temamkirina Neteweyî, di esas de wê di 1980’yan de bi çalakbûna projeya GAP’ê lezgînî bigihîşta encamê wê yekparebûna neteweyî ya Komara Tirkiyeyê di warê sosyolojîk de temam bibûya. Di vê demê de derketina PKK’ê, “Projeya Temamkirina Neteweyî” sekinandiye û civak li dijî “Projeya Temamkirina Neteweyî” xistiye nav liv û tevgerê.”
Dijmintiya tirkan a PKK tam jî ew e, çima PKK pêşiya bişavtin û hilandina kurdan di nava tirkîtî de girtiye û ew pêvajo berovajî kiriye.
Bi gotinek din, dijmintiya dewleta tirk di rastiya xwe de dijmintiya Kurdên ku naxwezin bibin Tirk e an jî Kurdên ku dixwazin wek kurdan bibin e.
Erîşa li Trabzonê di vê çerçove de were nirxandin hêna rastirîn e!





