Zekî BEDRAN
Pirsgirêka Sûriyê nakeve riya çareseriyê de. Jiber ku dewletên di Sûriyê de desthilatin, ji bo çareseriyê ti projeyên wan nîne. Dewleta Tirkî her li himber çareseriyê astengek mezine. Rûsya hewil dide ku rêjîma Sûryê li ser piyan bihêle, lêbelê jiber rêkftinên wê yên veşartî bi Tirkiyê re hene, her Sûriyê dixe alozyê de. Îran dizane ku li hemberî wê komplo tê kirin, lê çareseriyek demokratîk li gel wê jî nîne. DYA li dijî dagîrkeriya Tirkî tev nagere. Naxwzin Sûriyê û Esed bi bandor bin. Tirkiyê li derdora çeteyên DAIŞ û El-Nusra komdikin, ev ne li ser Sûrî tenê li hemû Rojhilata Navîn xeteriyeke mezine. Hêzên çekdarî yên li Idlib’ê li dijî Rûsya û rejîmê bi kar tîne, herwiha bûye berdevek û nûnerê wan.
Hikumeta Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê di parastina hemû xakê de modela çareseriyê pêşkêş dike. Wan li ser vê bingehê, nexşe rê ji Rûsya û Esed re pêşkêşkirine. Rêveberiya Xweser hewil dide ku di riya rêkftinê bi Şamê re meşruyîta hemû biyanî û yên dagîreker tine bike.
Ew dixwazin di riya rêkeftinê bi Rêjîmê re beşek mezin û girîng ji xaka Sûriyeyê di nav yekîtiya siyasî de bimîne. Ev çareserî bi awayekî xewzayi çareserî û derfetk mezin pêşkêşî Rêvebriay Esed dikin. Dê Sûriyê ji parçebûyînê xilsa bibe, herwiha dê sê parên din ji xakê tevlî bibin. Wiha wê xakên dibin dagîrkeriya Tirkiyê de nemîne. Ewê bikaribe pirsgirêk çareser bikin. Sûriya ku yekîtiya xwe avabike, di pêngaveke dawî de wê karibe hêzên dagîrker ji xaka Sûriyê der bixe û wisa pirsgirêk çareser dibe. Rewşa heyî hîn Tirkiyê ew çetyên li Idlibê diparêze, rêvedibe û bi çek dike. Da ku paqijkirina idlibê asteng bike DYA û Nato xiste dewrê. Di vê muadelêyê de Rûsya naxwaze ku xwe bixe bin barekî giran de. Tirkiyê naxweze Amerîka li dij be. Her yekîtiya Sûriyê û bi dawîkirina dagîrkeriyê tê taloq kirin û ev jî pirsgirêkê kurtir dike. Heke ev hevsengî xirabibe û ji demê re bê hiştin, metirsiya parçebûna Sûriyê mestir dibe. Em bala xwe bidinê, emê bibînin herêmên ku Tirkiyê dagîrkiriye mîna wîlayetên xwe bi rêve dibe. Me dît ji bo ku dagîrkeriya Tirkiyê Efrînê tevlî Tirkiyê bike, dîwarê parçbûnê lêkir. Ew demografî diguherîne. Dagîrkeriya Tirkiyê bi cih kirina artêşa xwe li Efrînê dixweze xwe li wir mayînde bike. Ma berdewamkirina dagîrkerî û perçebûna Sûriyê anjî avakirina sîstemek demokratîk xetere? Divê Rêveberiya Şamê biryar bide. Li şûna ku Rêveberiya Esed hewil bide ku bi Kurdan û Rêveberiya Xwesere îtîfaq bike û bibin yek, bêdng û xemsar nêzdibe.
Tê xuyakirin ku ew li benda Rûsya ye ku hemû herêman paqij bike û bixe bin kontrola wî de! lê hêza Şamê ya leşkerî nîne. Hevsengiyên heyî dê destur nede. Rûsya çi ji Tirkiyê qezenc bike ne xerabe, ew siyasetê temaşe dike. Dagîrkeriya Tirkiyê bi îtîfaqkirina bi Rusyayê re, hewil dide ku ji bilî Til Rifet û herêmên din jî dagîr bike.
Şam vêna dibîne. Çiqas vê plan dikare asteng bike, wê hêza wî têrê bike? Lêbelê, dema ku Esed bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve nav rêkeftinan de, wê xeterî li ser wî rabe. Di vê rewşê de, dê hêza rêveberiya Şamê hundir û derve jî xurtir bibe. Wê demê jî, ji bo mayîna dagîrkerên mîna Tirkiyê derfet nemîne.
Dema ku gelê Sûriyê yekgirtî û rêxistinkirî be, ne çete û ne jî êrîşên dagîrkeriya li himberî wan bisekinin. An jî wê dagîrkiriya xwe mayînde bike, herwiha gefxwarina herêmên din de berdewam e. Ji van siyasetan hêz digre, ji bo wê jî dibêje ku ewê Rojhilatê Firatê dagîr bike. Dema ku mîna Efrînê dagîrbike, wê rêjîm dijberên xwe bîne û li vir bi cih bike; wisa dê sûriyê ji du milan ve kontrol bike. Em nikarin bêjin ku wê pirsgirêka Sûriye nêzîk çareser bibe. Heger wisa dewam bike dê xeterî meztir bibe. Da ku xeterî rabe û Sûriyê di rewşek demokratîk û aştî de jiyan bike, divê Rêveberiya Şamê bi berpirsiyarî nêz bibe. Ne mûmkune ku yekîtî û aştî li Sûriyê çêbibe û hîn jî Baas bi wê hişmendiya nejadperest, siyast û zagonên keveneperest avabike. Da ku Rêveberiya Esed bilez ji vê xitmandinê derkeve, divê zû tevger bike. Zêde li bendemayîn û temaşekirina luksê nabe.





