Idrîs HENAN
Beriya heft salan li Sûriyê bayê guherîn û veguherînê geriya û çirûska têkoşîneke civakî bi nirxên mirovî barkirî li welêt vêket. Siloganên dihatin berzkirin; azadî, rûmet û wekhevî bûn. Daxwaz jî avakirina pergaleke gelan a adilane bû. Her çendî hêvî û azwerî berdest bûn, lê bi mudexeleya hêzên derve û leşkerkirina bizavên aşîtiyane re, ev bebek di malzarokatiya xwe de hate fetisandin û riyên herikîna enerjiya civakî ber bi tonelên berjewendiyên derve ve zivirîn. Kom, girûp û togayên leşkerî yên radîkal ên girêdayî fikrên selefî, Elqayîde û Ixwan Elmislimîn li ser livîna gelêrî serwer bûn. Aliyê dîtir rejîma desthilatdar a Baas bi hemû hêza xwe raperîna gelên Sûriyê têk dibir. Ji ber ku rejîma Esad rejîmeke netewperest a xwedî tecrûbe û ezmûneke faşîzane ya dûrdirêje, bi hostatî berê tevgerîna gelan a aşîtiyane da biçekbûyînê ku li dijî raperîna gelên Sûriyê bikaranîna hêzê rewa û meşrû bike.
Di nava heyameke wisan de ku êdî mudexeleya derve jî zêde bûye, rewşa li welêt aloztir û girêkotir dibû. Hewce hebû ku tu xwe ji vê gola xwînî biparêzî û neşimitî nava lepên ecîndeyên derneteweyî. Ji lew re gelek girînge ku aliyê pêşengtiyê bike, xwedî nerîneke cuda ya avakirina sîstemeke demokratîk û pirrengî be ku bikaribe hemû pêkhateyan hembêz bike. Di heman demê de bikaribe têgihaştina şoreşê ya ku bi bandora hinek fikrên biyanî û dûrî çanda gelên Sûriyê hatiye homojenkirin, sererast bike.
Ji lew re lidarketina Şoreşa 19 Tîrmehê beriya heft salan hewceyeke dîrokî, civakî û mirovî bû ku di nav dîwarên paradîgmaya xwe de, bê sînor çandên cuda hembêz dike. Ji ber taybetmendiyên xwe yên demokrasî, wekhevî û edaleta civakî ku pala xwe didin jiyana hevbeş û pirrengiyê, dikarîbû di demeke kurt de pêngavên siyasî, leşkerî, rêveberî û civakî biavêtana. Tevî ku hemû aliyên nava aloziya Sûriyê de dijminahiya şoreşa gelan kirin û dorpêç kirin, lê nimûneya herî serkeftî ku tekane projeya çareseriya aloziya Sûriyê û herêmê nav koşeyên xwe de hembêz dike ew bû. Ji ber vê sedemê û nirxên ku di nava xwe de hembêz dike, rêveberiya xweser ku lingek vê şoreşê ye, bû nimûne û hêviya gelan a serfiraziyê.
Aliyê têgihaştina şoreşgerî û paradîgmayî de yekemîn şoreşa gelan li Rojhilata Navîn bû. Di nav pêlên wê de her nirxek hatiye çewisandin û wendabûn, li koka xwe ya resen vegerî. Her destkeftineke Şoreşa 19 Tîrmeh bi serê xwe şoreşeke zihnî ye. Bê guman azadiya jin û pêşengtiya wê ji şoreşa gelan re, bineya herî bi kok a serîhiladana li hemberî kirêtiya rejîmên desthiladar û hegemoniya navendî ye. Jina ku di bin navên lîberalbûnê de koletiya wê hatibû tekûzkirin û bi kozmatîka modernîteyê re hatibû maskekirin, bi dilêrî û wêrekiya dayîka xwedawend ku pergala terora cîhanî şehitand, ax û insan azad kir, ji hemû jinên cîhanê re bû pêşenga azadiyê.
Sîstema Rêveberiya Xweser ku pala xwe dide paradîgma û pîtoleya jiyana nû ya Netewa Demokratîk, ji ber ku xwedî projeyeke serguha û temamkirî ye, di demeke kin de saziyên xwe yên rêveberiya civakî ava kir. Ji ber sîstemeke afrîner û li dijî nirxên çêkirî şoreşeke veguherînê ye, bû hedefa hemû aliyên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin ku weke bendekê li hemberî projeyên parçeker avahiya xwe berz kir. Di serî de faşîzma Tirk sînorên xwe ji terorîstan vekir ku êrişî projeya gelan bikin. Di wê çarçoveyê de berê xwe da itîfaq, lihevkirin û gelek sernizmiyan ku maka şoreşa gelan têk bibe. Dagirkirina Efrînê jî zîrweya êrişên faşîzma Tirk li ser Şoreşa 19 Tîrmehê ye.





