Sîpan ŞÎNDA
Civaka Kurd civakek hiznî ye. Ne tenê civaka Kurd, pirrê civakên Rojhilata Navîn civakên hiznî ne. Ev yeka hanê ji genetîka civakan tê. Bawerî û çand, li ser kes û civakê xwediyê bandorên mezinin. Malbat, zarokên xwe li gor bawerî, çand û nirxên xwe mezin dikin. Evên hanê jî gelik caran pêşiyê li kesan digire kû li gor viyana dilê xwe bijîn. Di çend nivîsên beriya niha de me behsa pêstûriya civakî û bandora wê ya li ser kesî kiribû. Ev hemî girêdayî hevin. Civak, gelek caran ne tenê daxwazên kesî, herweha kenê kesî jî erê nake. Heta li ser vê gotin hene. Mînak dibêjin, kenê bêara tê ji kunê dîwara! Ev gotineka rexnedara kenî ye. Dema mirovek bi dilê xwe bikene, cih de ev gotinên wiha dikevin dewrê de. Kenî li mirovî dikin jehr. Piştî çend gotinên wiha, ji xwe êdî pêşî li kenê mirovî jî tê girtin. Otokontrol dikeve dewrê de. Mirov dibêje gelo ez ji dil bikenim, wê civak vêcarê çi bêje. Di nava demê de kenê mirovî jî vedimire. Civak, her tim li ser kesî weke zabitekî ye. Nahelê ew bilepite. Gelek caran dema hinek bi dengê bilind dikenin, cihde te fekirî hineke din midexeleyî kenê wan kirin û dibêjin, ev çî ye tîqlîqa we li ser vada dikeve, ma hûn fihêt nakin! Kenê wana di qirika wan de dihêlin. Ya rast di vir de rewşeke cûda ji bo kesî heye. Rayên kesî yên jiyanê jî, bi vî hawî vedimirin. Geşbûnî namîne li ser rûyê mirovî. Rûyê mirovî diqurmiçe û hiznî dibe. Ne tenê rû, herweha ev didanizile di nava dilê mirovî jî.
Dema mirov yekî rûken dibîne, ew rûkeniya wan şewqê dide dil û rû yê mirovî jî. Ew tîrêjên ji nava çavên rûken û rûgeş derdikevin, şewqa xwe didin derdora xwe jî. Ken ji bo giyan û mejiyê mirovî weke ava xweş û hewayê paqij e. Çawe hingî mirov hewa paqij bikêşe hinavê xwe û ava kaniyên zelal vexwe dil û giyanê mirov rihettir, bîna mirov firehtir, mejiyê mirovî ronîtir dibe, dema mirov ji dil têr bikene jî, wisa giyanê mirovî têr dibe, dil û rûyê mirovî jî geştir dibe. Ken nêrîna mirovî ya li ser jiyanê jî erênîtir dike. Ji kenî çi zerer ne digihê xwediyê xwe ne jî digihê derdorê. Berovajî, bi kenî mirov enerjiyek erênî dide derdora xwe jî. William James dibêje ‘ne çimkî em kêfxweşin em dikenin, çimkî em dikenin em kêfxweşin’. Li gor Wictor Hugo ken, weke rojê ye, derd û eleman ji rû yê mirovî dûrdixe. Tolstoy dibêje, ‘kenekî xweş, weke tîrêjên rojê bikevin di nava xaniyek tarî de ye’. Moliere dibêje, ‘ hûn dixwazin li min bidin, lê bihêlin ez li gor viyana dilê xwe bikenim’. Belê bikenin heta zik û piştê we têşê, bikenin heta rondik ji çavên we tên. Hûnê bibînin piştî wê dil û mejiyê we, wê geştir bibe. Ken tîrêjên dilê mirovî ye, bihêlin bila şeveqa xwe bide derdora we.





