Farûk SAKIK
Piştî ku şerê cîhanê sêyemîn destpêkir, di siyaseta hemû dewletan de guhertinên mezin çêbûn.
Rojek em şiyarbûn, me dît ku Rusya ya bi dewleta Tirkiyê ya ku salek berê balefiran wan xistibû re, li dora maseyek rûniştinin keyf û henekan dikin û peymanên nû îmze dikin.
Sal derbasbûn di bihara 2019an de balefira Amerîka ya RQ-4 Global Hawk a bêînsan, ji aliyê Îranê ve hatî xistin û herkes li bendê bû bişev di navbera herdun dewletan de şer destpêbike. Lê wisa nebû. Sibehê em şiyarbûn ku Trump bişev bi Twîtterek bi Îranê re behsa muzekereyan kiriye.
Rêveberiya Tirk ji van yekan cesaret girt û di salên dawî de siyaseta şantajê wekî rêbaza sereke ya siyaseta xwe bikaranî.
Dewleta Tirkiyê li hember dewletên Ewrûpa 2 şantaj bikardanî. Yek, ji Awrûpa re digot, haan ev çete dibin kontrola min denin. Dema ku ez bixwazim wê li paytextên Welatê we dengê bombeyan bilind bibin. Ya dudiyan digot, haan li welatê min bi mîlyonan Surîye yî yên ku ji cih û warê xwe koçber bunin henin. Roja ku ez derîyê aliyê we li wan vekim, hûnê nikaribûn deriyê aliyê xwe li wan bigirin.
Piştî ku nêrî bi riya çeteyan dagirkeriya xwe ya li Sûriyê û bi riya şantaja penaberan li Ewrûpayê encam digire, ev rêbaza siyaseta derxistina pirsgirêkan û wekî şantaj bi kar anînê pêş xist. Dozaja şantaja xwe roj bi roj bilind kir.
Di çarçoveya vê siyasetê de li Başûr, Musil, Kerkuk, Bakurê Suriyê, Lîbya û Filîstinê alozî derxist û hên jî derdixîne. Ev derxistina krîzan, di qada dîplomasiyê de jî ji bo encam-girtinê bi kar danî.
Di çarçoveya vê siyasetê de herî dawî jî li Behra Spî ya Rojhilat korsanî kir, alozî û krîz derxist. Bi du lêgerîna Gaza Xwezayî ketibû. 2 keştî jî şandibû heremê.
Li ser hewldanên Yewnanistan û Komara Qibrisê, Yekitiya Ewrûpayê rêveberiya Tirk hişyar kir. Lê belê rêveberiya Tirk guh neda û qîm nekir, ji Yekitiya Ewrûpayê tawizên wekî piştgiriya ji bo siyaseta xwe ya Sûriyê xwest. Daxwazik wana din jî hebû, xwest piştgiriya xwe ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd zêdetir bikin.
Tevî vê ji Ewrûpayê gelek tawizên din xwestin û dixwaze. Lê belê ev hewldanên rêveberiya Tirk rastî nerazîbûnan hatin. Wezîrên Karên Derve yên Ewrûpayê li dijî korsanî û provakasyona Tirkiyê li Brukselê kom bûn.
Wezîrên Ewrûpayî li ser daxwaza Yewnanistan û Komara Qibrisê rewş nirxandin û li dijî Tirkiyê gelek biryar girtin. Lê dibe were zanîn ku ev daxwaza kurdan buya wê YE biryarek bi vî rengî negirta.
Lê rêveberiya Tirk ji xwe bawerbû. Ev hişyariya Wezîrên Karên Derve yên Ewrûpayê li dijî xwe cidî negirt. Ka emê bişopînin bersivên dewletên Ewrûpayê li hember van gotinên Tirki
yê wê çibin. Heger daxwaza Dewleta Tirkiyê, dagirkirina axa Kurdistan be, em bawerin ku dewletên Ewrûpa cardinan berjewendiyên xwe derxin pêş û bêdeng bimînin.
Dewleta Tirkiyê bi vê bawerî û rehetiyê ev çend rojên li hemberî Girê Sipî dest bi tevgerek leşkerî kiriye. Gelek amûrên leşkerî û çek anî li vêderê bicîh kir. Amadekariya dagirkeriya xwe ya dibin navê “Herêma Ewle” dike. Ji xwe Erdogon jî di axaftinek xwe ya dawî de digot, “di hedefa me de ji Efrînê hetanî Xakurk dagirkerî heye. Me di destpêkê de Efrîn bidestxist, anha jî emê Xakurkê bidestxin û piştre jî emê axa ku di navbera van herdu herêman de dimîne, dagirbikin.”
Ev îhtimal ne durî mantiqê û siyaseta demê ye. Li gor ezmûnên siyasî yên vê demê, gelek şantajên bi vî rengî gihîştinin armanca xwe. Dewleta Tirkiyê îroj bi wan herdun şantajan (çete û koçber) dixwazê ji Efrînê hetanî Xakurkê dagirbike. Bidengiya cîhanê jî îşaretên erêkirina vê yekê ne.
Lê evcar wê wek Efrînê nebe. Li herema Xakurkê gerîlla û li aliyê Rojava jî wê şervanên kurd bersiv bidin van xeyal û şantajên dewleta dagirker.





