Mihemed ŞAHÎN
Di sala 1639’an de bi peymana Qesra Şêrîn ya ne bixêr cara yekemîn erdnîgariya Kurdistanê yekparetiya xwe winde kir û bû du parçe. Çiyayên Zagros wekî tixubê xwezayî hat qebûlkirin. Rojhilatê Zagrosan di bin serweriya Farisan de, Rojavayê Zagrosan di bin serweriya Osmaniyan de ma.
Ji wê rojê vir ve ye yanî 380 sale her du dewletên dagirker li dijî kurdan di nava tifaqê dene. Li dijî hevûdu di nava şerde bin û bi hevûdure kêr û penir bin jî dema ku mijar kurd bin her du dewlet mil didin hevûdu û êrîşê kurdan dikin.
Di pêvajoya dawîn a serdema osmaniyan de rayedarên osmaniyan ji bo pêşî li têkçûn û belavbûna dewleta xwe bigirin biryara bi dawîkirina rêveberiyên heremî yên xweser dan û otorîteya xwe ya navendî bi zext û zorê li ser hemû civakan ferz kirin.
Biryar bû sedema nerazîbûna hemû civakan. Raperîn û serhildanên cîvakan dest pêkirin. Piraniya civakên bindest di nava tifaqa neteweyî de û bi hestên neteweyî li berxwe dan û serxwebûna xwe bi dest xistin. Bi kurtahî wî biryarî têkçûn û belavbûna îmaparatoriya osmaniyan zûtirîn pêk anî.
Bê guman di wê pêvajoyê de hewldanên civaka kurd jî çêbûn. Hewldana yekemîn di sala 1806’an de di bin pêşengiya Mîr Evdrehmanê Babanî de li Silêmaniyê pêk hat. Eşîra Babanan yek ji eşîrên kurd ê herî xurt û kevnare bû. Di nava xweseriyeke nêzî serxwebûnê de dijiya. Gelek bi xwe bawer bû. Armanca osmaniyan jî tunekirina wê statuyê û wê xwebaweriyê bû. Dewleta Faris bi girtina sînorên xwe piştgirî da osmaniyan. Xiyaneta birarziyên Mîr Evdrehman serketina osmaniyan hêsantir kir. Bi saya xîyaneta bîrarzîyên Mîr Evdreham osmanî di demeke kinde gihiştin armanca xwe.
Piştî Mîr Evdrehmanê Babanî hewla duyemîn di sala 1830’an de li herêma Soran ji Mîr Mihmedê Rewendizî hat. Mîr Mihemed Şêx e, kesekî xwenda û alim e. Li ser cavaka heremê bandoreke wî ya xurt heye. Ji pêvajoya serhildana Mîr Evdrehman li gorî xwe hinek dersan derdixe. Ji bo avakirina tifaqa neteweyî û ji bo pêşî li xiyaneta nav xweyî bigre serî li hinek tedbîrên tund dide. Eşîrên ku bi iknakirinê tevilê tifaqa wî nabin bi êrîş û zext û zor wan dike bin serweriya xwe.
Mîr Mihemed bi bandora xwe ya şêxîtî û bi zext û zordariya xwe eniyeke mezin û dorfireh li dijî osmaniyan ava dike. Hêza wî ya leşkerî digihîje derûdorê 90 hezarî. Di wê serdemê de hêzeke leşkerî ya ji 90 hezarî ne hêzeke ji rêzê ye. Hêza Mîr Mihemed dewleta Osmanî û dewleta Farisan dike nav tirs û fikaran. Dewleta Osmanî çendî caran êrîş dibe ser heremê her carî bi têkçûyinên mezin re rû bi rû dimîne û neçar dimîne paşve vekişe. Wekî her carî xwezaya Kurdistanê ya qedîm destûr nade dagirker li dijî kurdê berxwedêr biserbikevin.
Dewleta Îranê dibîne ku hêza osmanî têrî têkbirina Mîr Mihemed nake ew jî dest bi êrîşan dike. Her du Împaratoriyên heremê yên herî mezin bi hevre êrîşê hêzên Mîr Mihemed dikin. Bi saya xwezaya herêma Soran a qedîm berxwedêrên kurd destûr nadin her du hêzên qerase bi ser bikevin. Ji sala 1830’an hetanî 1837’an li dijî herdû hêzan berxwedana xwe didomînin û herêma xwe diparêzên da ku xiyaneta Mele Hadî yê bapîrê Barzaniyan dikeve dewrê.
Dewleta Osmanî dibîne ku tifaqa wî û Îranê nekara hêza kurd bişikîne. Wekî her carî dest davêje xeta xîyanetê. Xelîfeyê osmanîyan bi kîsikek zêr Mele Hadî îkna dîke û jî devê Mele Hadî fetwayek derdîxe û lî heremê belav dîke. Mele Hadî di fetwaya xwe de bî kurtahî wîha dibêje; “Artêşa osmanîyan artêşeke misilmane, kî lî dijî wê şer bike minafiqe, ji dîn derketîye û jina wî jê berdayîye”.
Ew fetwa dibe sedema belavbûna hêza Mîr Mihemed. Eşîr yek bi yek ji tifaqê vediqetin. Şervan kombikom ji qada şer vedikşin malên xwe. Mîr Mihemed ê ku her carî daxwaza osmaniyan a hevdîtinê red dikir piştî wê îxanetê neçar dimîne daxwaza hevdîtina osmaniyan qebûl bike. Ew qebûlkirin dibe sedema têkçûna serhîldanê û kuştina Mîr Mihemed.
Mele Hadî bi wê xiyaneta xwe derbeyeke mezin li xeyala civaka kurd a azadî û serxwebûnê dixe. Mîrov dîkare bîbêje ku Mele Hadî bî xîyaneta xwe ew xeyala pîroz bî qasî 200 salî taloq kir û civaka kurd hişt di çarmixê de.
Wekî ku tê zanîn piştî şerê yekemîn ê cîhanê Erdnîgariya Kurdistanê bû çar parçe. Dijminên dagirker jî ji duduyan derketîn çaran. Tîfaqa dijî kurd ji du dewletan derketin çar dewletan. Sed sale ku civaka kurd li dijî tifaqa wan çar dewletan û siyaseta wan a qirker li berxwe dide.
Berxwedana bênavber a 40 salên dawîn, geşedanên Rojhilata Navîn, konjoktora cîhanî mizgîniya rojên xweş didin cîvaka kurd. Piştî sedan salan cara yekemîne ku cîvaka kurd ewqasî zêde nêzîkê azadiya xwe dibe.
Di pêvajoyeke wiha de dijmînên sûndxwarî çar dewletên dagirker hewl didin ku bi tifaqa xwe ya nebixêr careke din hatina rojên xweş û azad li kurdan asteng bikin û careke din wî xeyala pîroz bi sedan salan taloq bikin. Ji bo wê ye ku careke din neviyên osmaniyan, neviyên farisan û destbirakê wan iraqiyan mil dane hevûdu û êrîşê navenda berxwedana kurd û neviyên Mîr Mihemed dikin.
Bêguman dijminên sûndxwarî ji dîroka xwe ya hov a xwînî û ji dîroka lêhengiya kurdê berxwedêr haydar in, dizanin ku beyî xîyaneta kurd serkeftina wan ne pêkane û pêwistiya wan bi Mele Hadî yên nû heye. Di peydakirina Mele Hadî yên nû de qet zehmetî nekîşandîn. Mixabin malbata Barzaniyan li ser şopa Mele Hadî yê bapîrê xwe careke din li gel dagirkeran cih girtiye û ji serkeftina dagirkeran re xizmetê dike. Serketina dagirkeran tê wateya qirkirin û tunekirina civaka kurd, tê wateya tunekirina xeyala azadiyê ya 40 milyon kurdî.
Piştî 190 salan, herêm heman herême, xeyal heman xeyale, berxwedêr heman berxwdêr in, dijmin heman dijmin in û sed mixabin xiyanetkar jî heman xiyanetkarin…
Wisa xwiya dike ku malbata Barzaniyan ji dîroka xwe ya dilsoj qet ders negirtine. Lê civaka kurd û berxwedêrên azadiyê ji dîroka xwe ya ji agir a sedsalan gelek ders girtine. Berdêl çiqasî gîran be jî wê destûr nedîn qedera Mîr Mihemed dubare bibe û xeyala pîroz a 40 milyon kurdî careke din taloqê sedan salên din bibe.





