Zekî BEDRAN
Komcivîna Navneteweyî ya li dijî DAIŞ li Rojava hate orgenîzekirin. 6 û 8’ê Tîrmehê li ser sê rojan nîqşên girîng hatinkirin. Gelek kes û ji tevahiya cîhanê beşdarî komcivînê bûn. Hemû beşdarvan bi baldarî nêzî pirsgirêkê bûn. Gotûbêjên bi vî rengî dê pirsgirêk û riyên cuda derdixîne holê. Pêdivî bi mîna van nîqaş û civîna heye. Têkoşîna li dijî DAIŞ tevahiya cîhanê eleqedar dike. Ku tevahî dunya jî bi rêbazekî tevlî forma têkoşînê bû.
Piştî herdu şerê mezin yên cîhanê, yê ku gelemperiya mirovatiyê alaqeder dike, ev tekoşîn bû. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijî mirovahiyê destpêkir. DAIŞ hemû gel, ol, bawerî û çandên ku tevlî wê nebûn ji xwere dijmin dîtin. Hemû kirayrên der mirovahiyê li dijî mirovan kir. Ew pêwîstiyeke ku têgihîştinek bi yekîtiya cîhanê û hevpeymanên cuda li himberî vê tevgera dijî mirovan avabibe. Xakên dibin kontrola wî de hatin derxistin. Ev bi xwe jî serkeftinek mezine. Lê belê hîn gelek mijar hene ku li ser DAIŞ nîqaş bikin. Jıber ku hîn çeteyên DAIŞ ji kok de bi dawî nebûye. Hêzên ku destek didin û DAIŞ’ê xwedî dikin, hîn dişîfer nebûne. Di vê çarçoveyê de, gelek girînge ku çapemenî û zanistî di lêkolînê xwe de dewam bikin. Gelê Rojava û Bakurê Sûriyê berdelên giran dan. Tevî wê jî mijar zêde nakeve rojevê. Lêbelê, dewlet û endamên ku di kwalisyonê dene, xwedî aboriya herî xurt di cîhanê dene. Dewletên mîna Netewên Yekbûyî, Ewrûpa û hin welatên Ereban bi hesanî dikarin Bakurê Sûriyê jinûve avabikin. Tê zanîn ku bi hezaran kes birîndar bûn û hinek ji wan dest, çav, ling û perçek ji bedenê xwe winad kirin. Ne Amerîka û ne jî welatên Ewropî ji bo dermankirina birîndaran, ew nebirin welatên xwe. Da ku ew birîndarên şer tedawiyek saxlem bibîne, nexweşxaneyek jî li Bakurê Sûriyê avanekirin. Pêwîst dikir ku mîna van pirsgirêkan di komcivînê de bihata nîqaşkirin. Em bala xwe bidinê, gelek dewlet xwedî wê hêzêne û dikarîbûn DAIŞ li Bakurê Sûriyê têk bibin. Ew bi xwe li ser vê xakê ne. Sûriyê ji % 30 dibin kontrola Rêvebriya Xweser de ye. Lêbelê, rêveberên wan nikarin beşdarî hevdîtinên navneteweyî bibin. Yên ku Sûriyê ji nûve avabikin, xwedî destûra bingehîn a demokratîk û bernameyek çareseriyê ne; ev Rêveberî bixweye. Hemû gel, netew û bawerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî û aştî jiyan dikin, netewperestî, olperestî û mezhebî li wir nîne. Jin di Rojhilata Navînîde bi renegkî azad, serbixwe û xwe bi rêxistin dike, ev bi serê xwe serkeftinek dîrokî ye. Kiwalisyon û Cêniva ku Emerîka bi rêve dibe, nûnerên kurdan yê Bakurê Sûriyê beşdarî tu civîanan nekirine. Her di rojevên xwe de gotin ku Tirkî nahêle û di beşdarbûna kurdan de dibe asteng, ji bo wê jî tevlî nekirn û her taloq kirin. Diyar dikirin ku têkiliyên wan bi Hêzên Bakurê Sûrîyê re di asta leşkerî deye. Rûsyayê û hêzên din jî heman helwest digirin û gotin ku Tiykiyê her dibe asteng. Di vê rewşê de naxwe divê wer gotin ku Tirkiye hêza herî xurt di cîhanê deye û bi xwe cîhanê bi rêve dibe. Lê her kes jî dizan ku ne wisaye. Ger Emerîka û Rûsiya bêjin na, Tirkiyê nikare bikeve Sûriyê û nejî rojekê jî li wir bimîne. Ev dewletên ku em behsa wan dikin, bernameyên wan wek demokrasî û aştiyê nînin. Nîqaş û rexneyên van mijaran gelek girîng û jiyanî ne. Lûtkeya G20 li Japoniya Trump got “Tirkiyê bikeve Sûriyê wê kurdan qirbikira, lê min asteng kir.
Eger hêza Emerîka heye nehişt ku Tirkiyê kurdan qirbike, na xwe çima hêza wê nîne ku kurdan beşdarî civînên navdewletî bike? wekî hate xuyakirin siyasta van dewletan ya yekpare nîne. Pirsgirêk ne di hêz anjî zanebûnê deye. Ev dewletana li ser siyasta berjewendiyan tev digerin. Ew li gorî xwestekên xwe pirsgirêkên gel re eleqdar dibin. Zanyarên rewşenbîr, çapemenî û saziyên demokrasî da ku nîqaşên komcivîn anjî forman di zemînek hîn rastîn de bidin meşandin dikarin rolek girîng bilîzin. Divê aşitî û berjewendiyên gel neyên paşgukirin. Wekî Tirkî li Efrînê paqijiya etnîkî, qirker û koçberî kir, divê heman tiş li Bakurê Sûriyê neyê kirin, divê her kes li dijî siyasetên qirker û înkarê xwedî helwest û rol bin. Ew berpirsiyariyek û erkek mirovî ye ku li dijî polîtîleyên şer bisekinin.





