Qasim ENGÎN
Dewleta Tirk a dagirker di vê demê de tam har bûye. Heta çawa ku Gayê Êspanya rengê sor dibîne û êrîş dike, dewleta Tirk jî li ku derê deskeftiyek û qezencek Kurda heye bi heman şêwazê bi çavsorî erîşî Kurdan dike.
Dibe ku hinek kes û hinek derdor ji tehdîdên dewleta Tirk ya dagirker bandor bibin. Dibe ku hinek kes rastî jî jê bitirsin. Lê em dizanin ku feydaya tirsê ji mirinê re nîne. Ger dewleta Tirk bîryar girtibe ku Kurdan bikûje û di qirkirinê de derbas bike, çendî tu bitirsî jî ger te tedbîrên xwe yên jiyan kirinê negirtibin, tê bimirî. Tê were koç kirin. Tê were talan kirin û tê di pazaran de were firotin.
Birîna dîrokê hîna taze ye. Çawa dewleta Tirk êrîş bir ser Cîzre û Nusaybîn li ber çavan e. Çawa êrîş bir ser Efrîn û hêna jî êrîş dike li ber çavan e. Em hîç behsa dema Şêx Saîd Efendî nekin, behsa Geliyê Zîlan nekin û em behsa Tertele ango qirkirina Dersîmê jî nekin. Dewleta Tirk çi anîbû serê Kurdan û hêna jî çi tîne serê wan li ber çavan e.
Beyî hirda û wirda, li hember Gayê Êspanya yê modern yek rê heye, ew jî bi rûhê 14’ê tîrmêhê berxwedan e. Berxwedan ne tenê di mana fîzîkî de. Na, berxwedan di hemû milan de.
Beriya her tiştî pêwîste em bizanin ku hêza herî xûrt ya gelekî ew e ku, xwe bike yek. Li hember dijminan bi heman helwestî refleks ango tepkî raber bike. Dema ku li Rojhilat êrîşek hat ser gelê me wê êşê hîs bike û biçe tevlî berxwedana rojhilat bibe. Dema ku li Başûr êrîşek hat ser gelê me wê êşa gelê me yê Başûr di dilê xwe de hîs bike, û li kêleka gel û pêşmergeyan cihê xwe bigire û bitekoşe. Dema ku êrîşek hat ser Rojava, xwe bi şervanên Rojava re bike yek û dijî wan êrîşan bisekine. Dema êrîşek hat ser Bakurê welat, wê êrîşê li ser xwe bihesibîne û bi gel û gerîlla re bibe yek, tevlî gerîlla bibe û Bakurê welatê xwe biparêze.
Em bala xwe bidinê ji ber ku Kurdan wiha nekir, her carê li cihê kê welatê me de gelê me hat kuştin, hat talan kirin û gelek caran destdanîne ser namus û rûmeta me.
Bi gotinên peşawê mezin Qazî Muhammed; ” Ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin! Bibin yek, li hember dijminê zordar li piyan bin û ti carî xwe nefiroşin wan! Dijmin hinga ji were dilovan e, ku ji we sûd wergire. Eger na, ti carî dilê wan bi we nasoje. Di her fersendê de ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, xwe digihînin we û bi navginiya we digihin armancên xwe.
Dijminên gelê Kurd gelek zalim û bêrehm in. Nîşana pîroziya her neteweyê, yekîtî û hevkarî ye. Ev nîşana pêşiyên we ne, ji bilî vê rewşê ev gel tine dibe û di bin destê biyaniyan de dîl dimîne.”
Hîç bila kes nebêje marê ku li min nede bila hezar sal bijî. Bîra nekin ku ew marê ku li te nede ger te tedbîrên xwe negirtibin yê her bi şêweyekê yê bi te bide. Marê dewleta Tirk çawa ku li 16 cotmeha 2017’an de li Kerkûkê me de hêna zêde zêde tazeye.
Di wê manê de, Na ji dagirkerî bi rûhê berxwederên 14 tîrmehê bijî berxwedan!





