Medenî FERHO
Destpêka entelektueliya Ewropa sedsala 18mîn e. Li tevahiya welatên Ewropa komarên ronakbiriyê hatin ava kirin, vê jî, baskên zanist û hişmendiyê pêşxistin û popularize kirin.
Dîrok dihate guhertin, cografya dibû dîrok û di lêgerînên serdemê de pêdivî bi hişmendiyek nû hebû. Cîhan diguherî, hişmendî jî li ser mîrateya nifşan xwe ji nû de ava dikir. Bi saya feylesof û entelektuelan peryodek dîrokî ya nû derkete holê. Serdem ya aqil bû, literature zanistê dihate parvekirin û hêdî hêdî bandor li desthilatdaran dikir.
Hate fêm kirin ku “azadî zanebûn e”, û eger efsane, xeyal, eger pratîk nebe “reben jarê” ye, “waweylê” ye. Vê jî lêgerîna li rastiyê da dest pê kirin. Dîrok, ji çîrok û serpêhatiyan rizgar bû, ronakbîriyê jî rastî û “mutlaqiyet”a bi “aqil” dixwest, vê jî siyaseta welatan rende kir, skeletek bi beden û mêjî derxiste hole.
Ev şiyarbûna bi hejenadin bû.
Yekemîn car Ehmedê Xanî xwest gelê Kurd, bi hejandinekê şiyar bike. Dengên hemdema wî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyra û hwd. ev xwestek destek kirin. Ehmedê Xanî, bi helbesta “Eger hebûya me padişahek (…)” xwest otorîte, oldar û malbatên pêşengên Kurdan, ji xewa sedsalê şiyar bike. Mixabin, pêşeng û lîderên Kurdan, ji xewna şêrîn şiyar nebûn, rastiya cîhanê nedîtin, hişmendiya Kurd ya “mumya- şimakirî” rizgar nekirin.
Duyemîn car, Abdullah Ocalan gav avêt, bi gotina “azadî zanebûn e”, bi hejandinekê kişûmat Kurd ji xewa mirinê şiyar kirin. Ev gotin, avakirina bingeha hişmendiya modern e… Di mînaka Musa Anter de jî, entelektueliya Kurd, siyaseta Kurd popularize kir û xwest di her alî de edebiyata Kurd bi hêz bike.
Ibnî Haldun, edebiyat weke çend gotinên retorîk dîbîne, lê Ocalan ev dîtin red kir û edebiyat weke “derbaskirina asoyên dewletê” dît, stewihandina hişmendiya civakê, rende kirina siyasetê dît. Derbaskirina asoyên dewletê, dihate wateya civaka têgihîştî. Di hevpeyvina bi Yalçin Kuçuk re dibêje; “êdî ronakbiriya Kurd heye”, piştre mînaka Musa Anter dide.
Ev despêka kilîmata ronakbiriyê ye; eger fîlozof, entelektuel nebin, hişmendiya zanistî nayê zemt kirin, civaka pêşketî nayê afirandin. Hîna di sedsala 18mîn de, ev daxwaza li Ewropa wek avakirina “komara edebiyatê” dihate binavkirin. Her komar, nabê desthilatdar, komara edebiyatê jî ne desthilatdarî, peryoda berdewamî ya “aqil”e û dibe akademiya siyasî û hemû baskên jiyanê.
Di vî kîlmatê de, mixabin îro, birîna mumarî, di bedena Kurd de li Başûrê Kurdistanê xwîn û idabê bi hev re dimîze; lewma em baştir bi aqûbeta Şoreşa Fransa serwext dibin. Şoreşa Fransa ji aliyê burjuwaziya Fransa ve têk çû, defactoya li Başûr jî, bi desteka serkêş, ol, malbatên ku ji zanista modern “naqis”in û bi destê dagirkerên dewşirme ve têk diçe.
Zaningehên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, ji afirgeriya fîlozofîk, ji amadekirina raporên fizîbîlîtê yên aqildana desthilatdaran dûr in. Medya Kurd heye, entelektueliya Kurd jî hene, mixabin beşek ji wan berdevkiya gel nakin. Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê dijberiya xwe nîşan da, bi hişmendiya raperînê haraket kir, lê desthilatdarên Başûr, mixabin ruhê raperînê jî kor kirin.
Klîmatê komara edebiyatê, bi Ocalan dest pê kir, pêşî dîwarên statuqo, diwarên tirsê hêrivandin, di civakan de, di eniya siyasî û hişmendiyê de guhertin çêkirin. Kin jî be, li Bakurê Kurdistanê hamleyek kulturî-edebî hate dest pê kirin, dewleta dewşîrme kire nava trirsê û êîrş kirin; li Rojava jî argumantên entelektueliya fîlozofî derketine holê, di mêjiyê mirovan de kolektîvîtîzm cih girtiye. Divê li Rojava hamleyek xurt ya edebiyatê werê destpêkirin.
Ev nexeşeyek hêviyan e û li hemberî hemû êrîşên zorbe û dehşetengîz domkirina meşa paşarojên azad e. Bêguman metirsî li hundir û derve heye, dive komara edebiyatê bi hêz bibe û bibê mertalê destketiyan.





