Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rejîma Sûriyê û bazarên şaş

13/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî, perçebûn, siyaseta dagirkeriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLU

Min di nivîsa xwe ya hefteya borî de gotibû Rûsya ji Kurdan çi dixwaze? Ev pirs di gelek mijaran de dewam dike. Çinkî siyaseta dijberiya Kurd ne tenê ji aliyê dewletên li ser Kurdistan dagirkerin, di heman demê de dewletên mezin yên cîhanê û hinek hêzên li ser navê Kurdan bikar tînin û siyaset dikn jî, dijberiya Kurdan dikin. Li beramberî ev siyaseta xerab berxwedaniyek bilind dinava gelê Kurd û hevkarê wan de heye.

Êdî eşkere bûye ku têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk ya dagirker li ser Sûriyê di gelek aliyan de dervî rejîma Sûriyê û Îran jî dimeşe. Ev bandoriya xwe li ser jiyana rojane ya mirovan dike. Di 04 Avrêlê dema êrîşa li ser Idlibê destpêkir, gelek kesan got ev wê têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê xerab bike. Lê di rastiyê de ev êrîş li ser lihevhatinek pêk hatibû. Rûsya û Tirkiyê li ser rêya M4 ya ji Heleb-Lazqiyê bikeve destê rejîma Sûriyê lihevkiribûn. Li beramberî vê jî Rûsya rêdabû ku dewleta Tirk ya dagirker Til Rêfhed (Arfed) dagir bike. Rejîma Sûriyê ji bo wê êrîşa li ser Idlibê destpêkiri bû û bi alîkariya Rûsya kêf xweş bû. Li gora rejîma Sûriyê,  êrîşa li ser Idlibê bê lihevhatinek û yekalî hatiye destpêkirin. Lê rastî piştî êrîşa dewleta Tirk ya dagirker li ser gundê Til Rifhet eşkere bû. Rêjîma Sûriyê û hevkarê wê Îran bersiva êrîşên dewleta Tirk ya dagirker dan û siyaseta Rûsya ax li beramberî axê qebûl nekirin. Rejîma Sûriyê vê hevkarî Îranê kir. Ez dikarim bêjim ev siyaset ji rejîma Sûriyê zêdetir, ya Îran bû.

Dinava rejîma Sûriyê dubendî her diçe kûrtir dibe. Ji aliyekî Rûsya dixwaze di hemû qadên siyaseta rejîma Sûriyê xwe bandor bike. Li beramberî wê aliyên rejîma Sûriyê yên nêzî Îran dixwazin bandoriya xwe ya berê li ser rejîma Sûriyê berdewam bike. Îran li dijî lihev kirinên taybet yên Rûsya bi dewleta Tirk re nerihetiyê xwe dide xuya kirin. Aliyên nêzîkî Îran yên dinava rejîma Sûriyê de jî li gora wê tevdigere. Lê diyar dibe bandoriya Îran li ser rejîma Sûriyê didemê dawî de lewaz bûye. Bi lewaziya Îran siyaseta herêmê jî hêdî hêdî diguhere.

Li gorî agahiyên di navbera Istixbarata rêjîma Baas û dewleta Tirk de di 28 û 30 Hizêranê de li gundê Endarê yê navçeya Şêrawa ya bi ser herêma Efrîn a dagirkerî ve civîn hatine lidarxistin. Encamên van civînan an naverokên wan zelal nebûn. Lê pêkhatina ev civînan jî dide diyar dikin ku, rejîma Sûriyê dixwaze bazerek nû li ser herêmê bike. Ev bazar didemek wiha deye ku, rejîma Sûriyê bi alîkariya balafirên Rûsya jî nikare li Idlibê pêşketinek bike.

Sedema rejîma Sûriyê li Idlibê nikare pêş bikeve ji du aliyane. Yek Îran piştî bi Rûsya re kete nava nakokiyan, hêzên xwe pirranî ji başûrê Idlibê kişand. Du Rûsya ji ber bertekên Dewletên Yekbûyî Emerîka û Ewrupiyan alîkariya di êrîşan dida rejîma Sûriyê kêm kir. Li beramberê wê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe alîkariya komên çeteyên li Idlibê kir. Ev hişt ku rejîma Sûriyê şikestinek cidî li Idlibê bixe.

Di demek wiha de rejîma Sûriyê ya beşa piştgiriya xwe ji Rûsya digre dibe ku li ser Til Rifhet di vê civîna li gundê Endarê yê Efrînê, li gora siyaseta Rûsya ax bi axê xisti be rojevê. Siyasetek wiha di rastî de ne diberjewendiyê rejîma Sûriyê deye jî. Lê dibe piştî Rûsya ji gelek aliyan ve li ser rejîma Sûriyê bandor bûye, bixwaze rejîma Sûriyê li gora siyaseta xwe ya bi hevkariya dewleta Tirk ya dagirker re nêzîk bike. Ev dibe ku dem kurt li Idlibê rihetiyek bide rejîma Sûriyê, di heman demê de Kurdên ji ber dewleta Tirk ya dagirker reviyan zerar bibînin,  lê wê dem dirêj metirsiyan li ser rejîma Sûriyê zêde bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.