Sîpan ŞÎNDA
Heftiya bûrî bi kurtasî me qala pêstûriya civakî kiribû. Di vê nivîsê de ji emê behsa kesî bikin. Pêstûrî ji bû civakê li ser kesî weke darê tirsê ye. Ji ber wê kes her tim di bin zordariya pêstûriya civakî de ye. Kes, ji ber pêstûriya civakî nikare li gor viyana dilê xwe bijî. Civak û pêstûriya civakî ji bû kesî weke qeyd û benda ye. Nahêle kes viyanên dilê xwe pêk bîne. Di nava demê de kes bi xwe ji dikeve di nava qalibekê de û êdî ew bi xwe dikeve di nava wê derûniyê de û sehma pêstûriya civakî li ser dikeve. Di vir de kesayetî qet û wesel dibe. Ya rast kesayetiyek xweser namîne. Xweseriya kesayetiyê, qasî civak destûrê dide ye. Ji wê û wê de, kes her tim îşka dide xwe. Wijdana pêstûriyê ji nîne. Ew tenê li peye kû kontrola xwe zêde bike. Kes, di nava pêstûriya civakî û viyanên dilê xwe de her tim êşekê dikişîne. Ji aliyekê ve dixwaze daxwazên dilê xwe pêk bîne, ji aliyekê ve ji ber pêstûriya civakî nikare xwe biqeliqîne. Di jiyanê de hemî kes xwediyê vîn û xiyalan e. Hemî kes li pey xiyalên xwe ye kû wan pêk bîne. Lê çawe? Gelo ma kes ne ji bûna kû xiyal û viyanên xwe pêk bîne li ser rûyê erdê dijî? Heke ew li dûv xiyalên xwe neçe, hebûn û jiyana kesî ji çire ye? Mixabin ji ber pêstûriya civakî kes gelik caran pirrê viyan û xiyalên xwe dixe di nava çalan de û weke miriyan tejî li ser ax û ber dike. Piştî demekê li ser kesî otokontrol çêdibe. Êdî kes bi xwe li lixaba hespê xiyalên xwe dide. Ew nikare hespê xiyalên xwe li gor viyana dilê xwe bajo. Demekê kes li hemberî vê pêstûriya civakî disekine û li ber xwe dide. Lê her kû diçe pêstûriya civakî li ser kesê kû li hember civakê disekine stûrtir dibe. Pirrê van kesan piştî demekê êdî dev ji xiyalan xwe berdidin û dikevin di nava jiyaneka li gor ‘pîvanên’ civakê de. Pirrê kesan bi vî hawî dibin xwediyê kesayetiyeka perçiqî. Dema mirov berê xwe dide rûyê wan, vemiriye! Ew êdî zewqê ji jiyanê nastînin. Kaniyên giyanê dide xiyalên wana çikayîne. Êdî co û cobarên dilê wan şêlo diherikin. Gelo çima civak vê afatê li serê kesî de tîne? Çima civak evqas berû xwe ye? Çima civak kesî evqas tune digire û di nava pergala xwe de bêqîmet dike? Di nava civakên pajde mayî de çi wateya van pirsên henê nîne. Dera xwendin, pêşketin lê kêm be û kes nekaribe bi serê xwe bihizire û biryaran bide, qîmetê pirsan ji nîne. Ji xwe ji ber wê ye kû civakên kevneşop perest di vî halî de ne.





