Idrîs HENAN
Pevçûnên li bakurê Sûriyê û bi taybet şerê ku navenda wê bakur û rojavayê Sûriyê ye, wê di demên pêş de bi xwe re nexşeya hêzê jî biguhere. Şiklê dengeyan û naverokên veşartî yên itîfaqên nepenî diyar dikin ku li herêmê gelek lihevkirinên parçeyî hene. Aliyekî itîfaqa sêgoşe ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê heye. Aliyê dîtir encamên itîfaqa veşartî ya sêaliya Îsraîl, Amerîka û Rûsya heye. Perelelî van lihevkirinan itîfaqa hêzên herêmî bi komên çete re hene. Dêmekî mesela bialîkirina encamê yan jî serketina planekê li dijî plana dîtir, nola beza li pey hev a pisîk û mişkê lê hatiye. Ne pisîk mişkê digire, ne jî mişk ji pisîkê xilas dibe. Heya ku qoşxaneya siyasî li ser agir be ne diyare wê kîjan alî di çirava aloziyê de vegivize?. Tevî vê yekê jî hinek nîşaneyên berbiçav ku derfeta hinek pêşbîniyan didin çavdêran hene.
Yek ji welatên ku çav li rê ye mewzî û prestîja xwe ya itîbarê ji dest bide, faşîzma Tirk e. Ev yek li gorî gelek lêkolîner û navendên vekolînên stratejîk pêşbîniyek xwedî şansa pêkanînê ya herî mezin e. Dîsa sînaryoya li ser erdê û xisûsa liva lîstikvanan, heya asteke baş, li gorî hinek şert û mercan vê pêşbîniyê piştrast dikin. Ev yek ji rastiyên aloziyan e. Lê tişta em behsê bikin êdî ji çarenûsa dewletan wêdetir, aliyên memûr, sîxur û kurtêlxwar in. Gelo dê bi van kiryarên xwe yên li dijî esil û feslê xwe heya ku biçin? Çiqas şansê wan ê jiyanê bê patronên xwe heye?. Diyare hemû aliyên ku qedera xwe bi hebûna sîstemên faşîst re girêdane, wê ketina wan jî rezîlane be. Dîroka faşîzmê vê yekê dibêje: dê di oxira parastina heyîna faşîzmê de bibin qirm û kizot. Aliyê ku li derveyî berjewendiya eslê xwe tev bigere, nikare li ser bêkokiya dijmin hişîn were. Dema ku bi rêbazên zanista hatiye çewisandin re di leberetwarên sîxurtiyê de hişîn bê jî, ancax tenê strî û giyayê cehrî be. Ev encam wê ne tenê li Sûriyê, dê li tevahî herêmê derbasdar be. Taybet cihê ku faşîzm lê êrişan dike wê ev encam gelek beloq û berbiçav be. Ger em tenê weke mînak zêdeyî salekê ji dagirkirina Efrînê û rewşa li Başûrê Kurdistanê diqewime bigirin dest, wê têgihaştina naveroka tişta li jor hatiye gotin pir hêsan be. Amûrên navxweyî yên ku tiliya wan di dagirkirina Efrînê de hebûn, niha nola lib û tepika serguyan di agirê sîxurtiya xwe de dişewitin. Faşîzmê çawa ku li ser pişta ajantiya wan dagirkeriya xwe misoger kir, berê xwe da kurtêxwaran. Rojane yek bi yek têne qelandin û qetilkirin. Kesên ku heya niha jî mane, wê sedî sed bi qedandina peywira xwefiroşiyê re bê mane bibin. Jiholêrakirina wan jî misoger dibe. Hişmendiya zordest ku pala xwe dide hêzê wisa ye. Parvekirina li ser duduyan qebûl nake. Ji lew re navê “ dijminên kedîkirî yên bê bandor” li sîxuran dike. Nola keriyê pez diajo. Lê dema serjêkirinê were, bê rehm û bi awayekî gelekî rezîlane dike qurbanê berjewendiyan. Rejîma desthilatdar a li Başûrê Kurdistanê jî bi vê halê xwe li ser lingan maye. Heya ku bide wê li ser dikkê be. Kengê xezîneya kurtêlxwariyê boş bibe, serbirîn wê çarenûs be. Pirsa em li dawî bikin ev e; Gelo çiqas şansê lêvegereke neteweyî ku rê li ber vê xeta sîxur bigire heye?





