Farûk SAKIK
Li Kurdistan saziyek bi navê JÎTEM hatibû avakirin. Ev JÎTEM wê li Kurdistanê dest bi pêkanîna vê konseptê bikira. Didamezirandina vê rêxistana kujer de, ku li ser daxwaza serfermandariya artêşa Tirkiyeyê hatibû avakirin.
Di destpêkê de li kesayetek,li sembolekê, li siyasedmedarek,li parezvanek mafên mirovan geriyan. 5ê Tîrmehê ev nav hatibû destnîşankirin.
Vedat Aydin.
Jîtemê ji bo kuştinaVedat Aydin biryar dabû. Demek ji bo revandin û kuştina wî hin amadekarî destpêkiribûn. Dihat şopandin û li dora mala wî keşf dihatin kirin.
2 roj piştî vê keşfê tîmek tê amadekirin û ev tîm wek polîs bi şev demjimêr 23. 45an li ber deriyê Vedat Aydin bûn. Hevsera wî Şukran Aydin derî vekir.
Şukran Aydin: “Min derî li wan vekir, min dît ku 3 kesin. Yek bêtel di dest wî de û 2 kes ji bi çek bûn. Yê ku bêtêl di dest dabû min baş bala xwe dayê. Ev kes min di meş û mitîngan de dîtibû. Ji bo ku min digot ev Polîsên hîç guman di min de çênebûn.Ez derbasî hundir bûm min ji Vedat re got, têlefonî derek bike hên derkeve. Got na ji ofîsa siyasî hatine,di demek kurt de min berdin ezê werim.Vedat Aydin,hevalekxwedî tecrûbe bû. Gelek caran hatibû girtin û berdan. Lê piştî ku ew birin ez ketim nav gumana”.
Piştî ku Vedat tê binçavkirin malbat,liparêzeran geriyan û li benda sibehê man. Di heman demê de li Serokê Giştî yê HEPê Fehmî Işiklar jî geriyan û ji bo aqûbeta binçavkirina wî ji wî alîkarî xwestin.
6ê Tîrmehê parêzer û rayedarên partiya HEPê ketin nav hewldanan û li Vedat Aydin geriyan. Serî li van meqamên fermî dan.
Lê van saziyan hemû bersivek didan,“Vedat Aydin ne di binçavan deye û di derbarê aqûbeta wî de di dest me detu agahî tune ne”
8ê Tîrmehê agahiyek dihat gotin ku li nêzikî Madenê cesedek hatiye dîtin. Malbat û hevalên Vedat Aydin berê xwe dane Madenê.
10ê mehê malbat teşhîs kir ku ev cesedê Vedat Aydine.
Di encama otopsiyê de aşkere dibe ku berî kuştinê îşkence lê hatiye kirinû piştre bi 8 gulleyan hatiye qetilkirin.
Endamê JÎTEMê îtirafkar Mûrad Demîr di doza kuştina Vedat Aydin de wiha behsa wê roja revandin û kuştinê dike:
“Hin îtirafkarên ku di nav wan de Hasan Adak, Îmanim û Bûlent hebûn em bi sê wesayitan çûn mala Vedat Aydin. Hasan Adak, Îmanim û Bûlent bi bêtêlan çûn Vedat ji mal girtin anîn û em berbi Xarpêtê birêketin. Wesayita Cem Ersever di rêde ket pêşiya me û me ew şopand. 10 km mabû ku em bigîhijin Madenê,em ber bi çiya meşiyan. Ersever got lêpirsîn bikin,ez ê berdestê sibehê vegerim. Me dest bi lêpirsînê kir. Wî digot “ Hûn nikarin tu tiştek ji min bigirin. Ezê neaxivim”Îşkence hetanî sibehê dewam kir. Dema ku di neaxaftinê de israrkir, me ew bire Madenê cihek bêdeng peya kir û li bin pirekê ew înfaz kir. Hasan Adak tetîk kişand. “
EWROJ
9ê Tîrmehê ji aliyê partiya HEP, Komeleya Mafê Mirovan û saziyên sivîl ên demokratik ve ji bo “merasîma cenaze” amadekarî destpêkirin.
Rojek berêji gelek deveran mirov pêl bi pêl ber bi Amedê herikîn.
10êmehê de li Amedê hemû darebeyên dikanan girtî bûn. Li çend noqteyan mirov bi wesayitên xwe komdibûn û ji bo girtina cenaze karwanê wesayitan dihatin amadekirin.
Li aliyek din jî, çar aliyên bajêr ji aliyê polîs, esker û tîmên taybet ve hatibû dorpêçandin.
Konvoya ku cenaze ji Madenê girtibû,ji 6 hezar wesayitan pêk dihat. Dema ku ev konvoy vegeriya û ket bajêr, bi girseya ku li Amedê kom bibûn,gihîştibû 100 hezarî. Serê konvoyê gihîştibû Gorristanê lê dawiya konvoyê hênjî li taxa Seyrantepeyê bû.
Li Amedê serhildan hebû.
Dema karwan gihîşte nêzî qereqola “Mardîn Kapi” hêzên dewletê yên mat mayî dest bi êrîşan kirin. Ji qereqolê û ji ser bircên bEdeneyê,gel gullebaran dikirin. 20 deqîqe ev êrîş dewam kir. Di encam de ber deriyê qereqolê bibû gola xwînê. Mirî û birîndar hebûn. Kolanên Amedê bibûn wek qada şer.
Di vê êrîşê de otobûsa HEPê ku parlementerû rojnamevan têde hebûn rastî êrîşekê hat.
Di serhildana Amedê de hin kes bi çekan hatin kuştin,hin kes wendabûn û gelek kes jî birîndarbûn.
Ew roj li nexweşxneyên Amedê tijî birîndar bibûn. Dîsa li derdorê nexweşxaneyan ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn dorpêçandin û gelek kes ji wanderan dihatin binçavkirin.
Dora rojê Wezîrê Karê Hundir Abdûlkadîr Aksû di daxwiyaniya xwe ya fermî de digot, 8 mirî û 30 birîndar hene. Lê li gor şahidan 30 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûn.
Piştî kuştina Vedat Aydin kuştinên welatparêzan destpêkir.
ÎROJ
Sal û dem derbasbûn, li Başurê Kurdistan dîsa li kesek wek Vedat Aydin digeriyan. Di 5’ê Tîrmehê de ev nav hatibû tespît kirin. Diyar Xerîb. Di nav civaka Başur de gelek dihat hezkirin. Û ji bo yekitiya Netewî xebat dimeşand. Ji bo bibe hedef ev bes bû.
Di 5ê Tîrmehê de di hedefa balafirên Tirk de li gor îstixbarata ji heremê girtibûn, Diyar Xerîb hebû. Di êrişeke hewayî de Diyar Xerîb û 2 hevrêyên xwe şehîd bûn.
Dîsa barek giran ket ser milê kurdan: Tolhildana Diyar Xerîb.





