Mihemed ŞAHÎN
Ji salên 1985’an virve ye berxwedana kurd qedera hikumetên Tirkiyê diyar dike.
Erdogan di sala 2002’an de ji bo têkbirina berxwedana kurd wekî projeyekî hat ser kar. Piştî 17 salan ew bixwe têk çû.
Hişmendiya ku komara Tirkiyê li ser ava bûye destûr nade hewldanên demokratîkbûnê û yên çarserkirina pirsgirêka kurd biserbikevin. Hikumetên ku teslîmê wê hişmendiyê dibin û di şerê dijî kurd de israr dikin hemû yek bi yek diçin sergoya dîrokê.
Erdogan li ser soza guhertina wê hişmendiyê di sala 2002’yan de hat ser kar. Li gel gelek kêmasî û şaşiyan dîsa jî hemû beşên civakê bi hêviya guhertina hişmendiya dewletê ya faşîst û yekparêz demeke dirêj piştgiriya Erdogan kirin. Mixabin Erdogan ew piştgiriya gel a bi qedir û kîmet ji bo guhertina hişmendiya dewletê, ji bo avakirina pergaleke demokratîk û çarserkirina pirsgirêka kurd bikar ne anî. Mixabin ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe ya yek kesî ya yekparêz bikaranî.
Erdogan, di sala 2015’an de bi redkirin û tunehesibandina mutebaqata Dolmabahçeyê rûpoşa xwe ya dawîn a demokrasiyê û çareserkirina pirgirêkên civakî avêt. Bi avêtina wê rûpoşê şansê xwe yê herî mezin ê ku karibû bi çareserkirina pirsgirêka kurd û avakirina pergaleke demokratîk navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de binivîse winde kir. Piştî ku rûpoş ket hêvî û bendewariyên ji Erdogan bi temamî şikestin.
Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de civakên Tirkiyê ji bo hişyariyê peyamek girîng dan Erdogan. Di wê peyama xwe de helwesta HDP’ê ya aştîxwaz erê kirin û piştgirî dan ê, helwesta Erdogan a nîjadperest û şerxwaz red kirin û çeza lê birîn.
Mixabin hestên Erdogan ên ez eziyê destûr nedan bi awayeke rast û durist hişyariya gel fêm bike û vegere ser xeta aştî û demokrasiyê. Erdogan çû teslîmê hişmendiya faşîst û qirker a ku komar li ser ava bûye bû. Pişta xwe da gel û daxwazên gel bêrê xwe da dewleta kûr û daxwazên dewleta kûr. Ji wê rojê şûn ve êdî yekane armanca Erdogan hebû ew jî parastin û berdewamkirina desthilatdariya wî bû.
Bê guman civakên Tirkiyê ji van geşedanan hayîdar bûn. Lewre di 31’adar û 23’yê hezîranê de ji Erdogan re gotin êdî bese, tu bawerî û bendewariya me ji te û ji desthiatdariya te nemaye û wekî yên beriya wî berê wî jî dan sergoya dîrokê.
Ji 31’ê adarê vir ve ye meşrûbûna Erdogan û desthilatdariya wî ya faşîst êdî nemaye. Erdogan û aqilmendên xwe jî bi vê heqîqetê dizanin. Lewre ji bo meşrûkirin û domandina desthilatdariya xwe ketine nava hewldanan.
Ji hêlekîve wekî şansê xweyê dawîn biceribînin bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşê kurdên berxwedêr û azadîxwaz dikin, ji hêla din ve hewl didin bi destê nivîskarên derûdorên xwe hêvî û bendewariya destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsgirêka kurd bi afirînin.
Di encama şerê topyekûn ê çar salan de careke din hatiye fêmkirin ku kurd di şer de têk naçin, bi qirkirinan naqedin û pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re di encama şerê çar salan de Tirkiyê bû gola xwîne, aborî têk çû, pergalê komarê rûxiya, pergalê dadmendiyê rûxiya, heq, hiqûq, edalet tune bûn, aştî û aramiya civakî têk çû û kes nekare qala hebûna demokrasiya herî kêm jî bike. Hemû kes dizanin ku Tirkirye bi vî halê xwe yî heyî nekare demeke dirêj li berxwe bide û hebûna xwe biparêze.
Bê guman li gel hemû bêbawerî û bêheviyan destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê pêkane. Lê ne di şert û mercên berê de û ne wekî pêvajoyên berê yên xapînok. Niha ji her demî zêdetir pêdiva Tirkiyê bi pêvajoyeke çareserî ya rasteqîn heye.
Lê bi hêşmendiya AKP’ê ya kevn destpêkirina pêvajoyeke nû nepêkane. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya rasteqîn di serî de pêwistî bi guherîna hişmendiya Erdogan û AKP’ê heye, pêwistî bi guherîna siyaseta AKP’ê ya mîlîtarîst a dijî kurd heye. Ya girîng rayedarên AKP’ê ji pêvajoyên berê çiqasî ders derxistine û çiqasî guherîne. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya rasteqîn çiqasî amade ne. Axaftin û peyamên wan qet bawerî nadin mirov. Bi hişmendiya berê belkî destpêkkirin pêkan be lê encam girtin wê nepêkan be.
Heke armanca AKP’ê raste rast çereserkirina pirsgirêka kurd be hewceye di serî de şert û mercên Rêberê Gelê Kurd biguherîne û Meclîsa Tirkiyê bike muxatabê pirsgirêkê. Aştiya civakî bi daxwaz û erêkirina civakan pêkane lewre hewceye hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl tevilê pêvajoyê bibin û hemû nîqaş bi awayeke eşkere li ber çavê gel pêk werin. Gavên ku bên avêtin hewceye şênber û di bin ewlehiya makezagonê de bin. Heke armanc çarserkirina pirgirêkê be hewceye pêvajoya nû di vê çarcoveyê de dest pê bike.
Heke hikûmeta AKP’ê derveyî vê çarçoveyê bi hişmendiya xwe ya kevn bikeve nava hewldanên destpêkirina pêvajoyeke nû wê were wê wateyê ku armanc ne çareseriyê, armanc ji bo rizgarkirin û meşrûkirina desthilatdariya xwe xapandina civakê ye.
Tirkiye çar sale bi awayeke herî giran berdêla têkçûyina pêvajoya çareseriyê dide. Bê encam mayina pêvajoyeke nû dê wê berdêlî du sê qat zêdetir bike û rojên reş û tarî nêziktir bike. Lewre hewceye hemû derûdorên eleqedar bi berpirsiyariyeke gelek bilind nêzikê pêvajoya çarseriyê bibin.
Her çiqasî axaftin û nirxandinên rayedarên AKP’ê qet bawerî nedin jî dîsa em hêvî bikin ku rayedarên AKP’ê pirsgirêka kurd a sed salan nekin qurbana hesabên xwe yên biçûk yên ji bo berdewama desthilatdariya xwe ya faşîst a tekparêz.





