Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şervanên ku li hember kurdan wêrek

09/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Kurdistan di rewşek mêtingeriya giran de ye. Çendî dewletên dagirker hebin kurdan wek xulamên xwe dibînin û dixwazin ku kurd jî wek xulamên wan tevbigerin. Dema ku kurd vê rewşê qebûl nakin, û li hember vê rewşê helwest raber dikin hêzên dagirker erîşa dibin ser wan.

Dîroka dused salên dawî pir bi êş e. Kurdan çiqasî erîş xwarine em nikarin bihejmêrin. Êrîşên herî zêde Kurdan di sedsala 19’an û 20’an de xwarine. Mixabin ev êrîşên hêzên dagirker di sedsala 21.mîn de jî hêna bi dijwariyek mezin didomin.

Bêguman her êrîşek hêzên dagirker gelê me diêşîne. Ji ber ku her êrîşek di dilê gelê me de birîn vekirine, bi xwere koçberiyek û talanek aniye. Gelê me li seranserê cîhanê belavkirine, axa bav û kalên xwe bi neçarî terikandiye. Şengal û Efrîn mînakên herî nêzîkin.

Lê êrîşên giran ne tenê yê ji milê dijmînê gelê Kurd de hatine, ew dijminin û hatine welatê me ji xwe re dagirbikin. Ji ber wê jî em fêm dikin. Lê êrîşên giran di esasa xwe de êrîşên kesên ku xwe Kurd dihasibînin û qaşo îdîa dikin ku doza Kurdan dişopînin e.

Mînak kesên ku li Efrînê li cem dewleta tirk cihê xwe girtine û hêna jî digirin, wêrekî raber nekirine û yek guleyek li hember çeteyan û hêzên dagirker neavêtine. Lê dema mijar bû Kurd li kêleka dewleta tirk bi çavsoriyek mezin êrîş anîn ser Kurdê Efrînê.

Dîsa li Şengalê dema ku DAIŞ’î hatin yên ku qada cengê terikandin û bi reva nemerdî gelê me yê Êzîdî bi qirkirinê rû bi rû hiştin, dema mijar bû Kurd bi panzeran û çekan bê tirs çûne ser dayîk û şervanên Kurd.

Her wiha dema hêzên mêtinger hatin Kerkûk yên ku Kerkûk berdan û reviyan niha wek şêran di meydanê de wek tolazan bejin û bala xwe li hember Kurdên ku hêzên mêtinger protesto dikin nîşan didin.

Dîsa dema ku dewleta dagirker ya tirk di refaranduma Başûrê Kurdistan de diranê xwe tûj kir û ewqasî heqaret û gef li kurdan xwar, yên ku bêdeng mayîn û xwe ker û lal kirin, niha li kêleka dewleta tirk ya dagirker bi ‘mêranî’ çawa diranê xwe li hember şervan û şoreşgerên Kurd tûj kirine herkes dibîne.

Ew kesên ku hêzên dagirker dibînin û paşpaşkî direvin û meydanê ji wan re dihêlin, di dema xwe de li hember Suleymanî Muînî çendî wêrek bûn jî me dîtîbû. Dîsa me dîtîbû ku çawa li hember Dr. Şivan û hevalên wan jî bi kuştina wan wêrek bûn. Her wiha me dîtibû çendî li hember Elî Asker, Tahîr Walî Beg, Huseyîn Baba Şêxê Êzîdî û Dr. Xalid û hevalên wan li Hekarî bi wêrek bûn. Di salên 1992 de jî me dîtîbû çawa li kêleka dewleta tirk ya dagirker bi wêrekî êrîş anîbûn ser gerîlla, Sadik Omer û Alî Şaban Amedeyî kuştibûn.

Em hîç behsa bi bêbaxtî kuştina endamên PDK-Î bi destê Qîyade Mueqet nakin. Yên ku dixwazin bûyerê fêm bikin dikarin belgeya PDK-Î derbarê vê mijarê de bixwînin.

Û herî dawî jî yên ku li hember dagirkeran bi tirs, newêrek û yek guleyek naavêtine xwe çawa amade dikin ku li dijî şervanên Rojavayê Kurdistanê êrîş bikin li ber çavanin.

Îdîa ev e; di cîhanê de tu hêz û mirovên ku li hemberî dagirkeran ewqasî bi tirsonek, lê li hemberî gelê xwe jî ewqasî bi ‘wêrek’î tevdigirin tinenin!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.