Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hemû Kurd di hedefê dene

09/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Dewleta Tirk a dagîrker bi biryardarî dijminatiya kurdan dike. Dijminatiyek ne ji teref anjî partiyekê reye. Ew stratêjiyek înkar û tunekirina dîroka kurdan dike. Ev stratêjî ji damezrandina Komarê ve bêyî navber tê pêk anîn. Erdogan dixwaze polîtîkayên Mistefa Kemal û Îsmet İnono ya qirkirina kurdan temem bike. Di siyaset û hişmendiya piratîk de, wekî Îtîhad Teraqî û Kemalîzim dimeşe. Dijminahiya bingehîn li bakurê Kurdistanê li ser her kesê ku binvê kurdan biaxive anjî gav bavêje, xayîn û cûdaker tê ragihandin û ji bo tunekirina wan her tişt kir. Di sala 1980’ê yî de PKK’ê bi navê kurdan derkete pêş. Derbeya leşkerî hem partiyên Çep û hem rêxistinên kurdî jî pelçiqand. Ne mumkune ku avahiyan cardin vegerînin hev ku hin ji wan jî bi temamî hate tasfiyekirin. Tenê PKK’ê bi nerîn û berxwedana Rêber Apo li ser piyan bihêle. PKK’ê her çû ji gelê kurd re bû nasnameya siyasî û netewî. Netewparêzî rol lîst.

Di vê yekê de, Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî PKK’ê kir, her hewl dida ku van êrîş û qirkirin ji cîhanê veşêre. Di zivistana 2016’an de, dibin rêvebriya Erdogan û Bahçelî de û li beramberî çavê cîhanê Cizîr, Sur, Şirnax û bi dehan bajar didan ber bombabaran û hilweşandin. Pişît ku Bakur dibin êrîşê girande ma û çalakiyên girse asteng kirin, dibin rêvebriya Erdogan û Bahçelî de referandum kirin hincet û ketin tevgerê de. Ew bi lezgîn bi Îranê û Îraqê bûne yek û êrîşî Başûr kirin û di şevekê de Kerkûk ji kurdan stendin û dagîrkirin. Dev avêtin rûmeta PDK’ê û hikumeta Başûr. Piştire bi Rûsan re îtîfaq kir û êrîşî Efrîn kir. Di encamê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kurd ji cih û warên xwe penber bûn. Li beramberî çavê cîhanê Efrîn dagîrkir û guhertina demografî kir. Hîn jî paqijkirina etnîkî li Efrînê berdewam dike û çeteyên xwe yên li Idlibê li Efrînê di malên kurdan de bi ceh dike.

Di vê demê de wan êrîşên xwe birin ser Başûrê Kurdisatnê. Hewil dide ku ku bi hêza xweyî asimanî herêma Biradostê dagîrbike. Ku em bala xwe bidinê ew êrîşî hersê barçeyên Kurdistanê dike. Ev herdu parçeyên din di sînorên dewletek din deye, yanî derveyeî sînorê Tirkiyê ye. Ew her bi paqijkirina etnîkî zagonên dewletan bin pêdike. Serwerên Başûrê Kurdistanê di cîhê çewt de bi dijminre li dijî kurdan radibin. Dibe ku Rêveberiya Başûr hêzekî nade Tirkiyê. Dibe ku berjewendî anjî hesabên cûda hebin. Lê çi dibe bila bibe, dewleta ku bi ermanac qirkirin û tunekirina kurdan êrîş dike, gelek tişt hene ku li himberî wê bê kirin. Ya yekem û sereke ku van êrîş û dagîrkeriyan rewa nekin. Dikarin alîkarî anjî destkdayîn ji Bexdayî bixwezin. Têkiliyên wan bi gelek dewletan re hene, ew dikarin vê pirsgirêkê bixin rojeva wan de. Gelek tişt hene di milê siyasî û diblomasî de dikarin bikin. Ya herî girîng dikarin bêjin ku gelê Başûr dagîrkeriyê qebûl nake. Tirkiyê ji hemû perçe, partî û hêzên kurdistanî re metirsiyek mezine. Pêwîsta ku li himberî vê metirsiyê hêzên Kurdistanî bibin yek. Divê gelê Kurd li dijî êrîş û dagîrkeriya Tirk ku li ser welat, rabin li ser piyan. Partî îro hene sibê wê tunebin, lê belê helê kurd wê her hebin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, erk û mafê her gelî hey ku li himberî dijmin bidekinin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.