Medenî FERHO
Rolek ji ya dîrokê, eşkere kirina bûyerên di anîşk û qurçikên mêjiyê mirov de veşartî ne.
Dagirkeriya dewleta Tirk ya Başûr û helwesta partiyên Başûr, em mecbur kirin ku di mêjiyê xwe de kolanek arkeolojîk bikin. Em ne arkaolog bin jî, em ê rastî bûyerên têkildarî hev bibin û dikaribin îro şîrove bikin.
Dagirkeran her dem xwestiye, mêjiyê Kurdan bişon, wan kor û xeşîm bikin; em Kurd jî, tenê li bûyerên destanî-epîk dinêrin, naxwazin bûyerên trajîk bibînin.
Dîrok, di vî alî de dibe çavên me û em dibînin ku, Kurd ne tenê îro, berê jî dansa bi Hespê Troya re lîstine. Çîroka Hespê Troya tê zanîn: Hespê Troya wek xelat e, lê piştî nîvê şevê dibê dagirkerî, komkujî û şewitandina bajêr. Gelê Troya, bi nezanîn, lê Kurd bi destên xwe Hespê Troya dikine hundirê kelihê û bûne kurmê nava darê. Yan jî bûne xeratê ku “qedûmê ego” li dar û depan didin.
Di vê serdema modern û mercên dîrokî de, ku derfetên mezin derketine pêşiya Kurdan, mixabin, Partiyên Başûrê Kurdistanê, bi Hespê Troya re dansê dikin.
Hespê Troya, çîroka bêbextiyê ye, di destê Homeros de bûye epîk-tarejiya dîrokî. Hespê Troya dersek e: Kesê nizanibe çi dike, xwe jî nas nake; yan jî, kesê xwe nas neke, nizanê çi dike… Mirov jî, wisa gav bi gav xwe pûç dike, eger desthilatdar be, welat û civakê têk dibe.
Lewma, di kolana arkeolojîk ya erda mêjiyê me de, eşkere dibe ku, dansa rêveberên Hewler û Silêmaniyê, bi Hespê Troya re, ne îro dest pê kiriye, kevin e. Geh bi Tahranê re, geh bi Enqerê re… Geh bi rola radara X-bandê rabûne, geh xencera jehrî ji kalan kişandine û heta bi nexweşên di nexweşxane û kolanan de kuştine. Her dem bûne dohnê genekê, fitîla çira û findikan û riya dagirkeran ronî kirine.
Di van rojên ku hêzên global, bi pirsgirêkên stratejîk re mijul dibin; bi taybetî pêvejoya şerê yekemîn yê cîhanê û nexşeriya ku ji bo parvekirina çavkaniyên enerejiyê, hevsengiya dengeyên li Rojhilata Navîn û cîhanê amade dikin de, Kurd jî di qonaxek krîtîk de ne.
Di vê dema krîtîk de, dewletên li ser xaka Kurdistanê rûniştine, (Tirkiye, Iran, Iraq, Suriye) ji bo destketiyên Kurdan têk bibin, bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan dikin. Bi taybetî Tirkiyê, pêşengiya tunekirina Kurdan dike, gav bi gav trajediya tofana Troya amade dike.
Tirkiyê, ji bilî malbat û hin eşîran, desteka hêzên siyasî jî girtiye pişt xwe. Ev Kurd, wek xeratan, qedûmê ego kirine destên xwe û ha ha li dar û depan didin.
Dansa bi Hespê Torya re, mixabin wek demxeyek reş û hetikberî, ji serdema Komara Mehabadê û vir ve, li pêçav-eniya hin Kurdan e. Li hemberî PDK-Îranê, li hemberî şoreşgerên Bakur û PDK-Tirkiyê, bi Hespê Troya re dans kirine… Vê jî, wek serdema dagirkeriya hêzên îslamî ku zimanê Kurdan jêkirin, zimanê diyalektîka têkoşîna azadiya Kurd jêkirin, dîroka têkoşîna Kurdan lalûbkem kirin, mêjiyê kurdan kurmî kirin, civak parçe kirin.
Dijmin jî, bi zimanekî “felîte”, Kurdan bi xeşîmî û nezanîn, nekêr û çiyayî tewanbar dikin.
Guman tê de nîne, desthilatdariya Başûrê Kurdistanê tevir li lingê xwe dide. Kor û xeşîm bûne; ji ber ku bikêrî desthilatdariyê nayên, rêkûpêkiyê pêknayînin, ji Baxdatê zêdetir bi Enqerê re têkildar in, di qada navneteweyî de nirxê wan nemaye. Di cîhana modern de wek rêveber û berpirsiyar cihekî wan jî çênebûye.





