Sîpan ŞÎNDA
Civak, pergaleke weke tevnepîrê, bi awayekî hostayî hatiye hûnandin. Bi sedan, hezaran salane civak vê pergala xwe dihûne. Hûnandina pergala civakê, ji bûna civak xwe li ser piyan bigire, pirrê caran hişk hatiye ristin. Ji bû vê yekê ji gelik alav ji aliyê civakê ve li hember kesan hatîne bikaranîn. Yek ji van alavan ji pêstûriya civakî ye. Pêstûriya civakî, ji bû civak kesan bêxe di bin kontrola xwe de, tê bikaranîn. Gelo ma civak hewceyî vê yekê ye bike? Li gor pergala civakên şûnde mayîn, civakên gerdîş perest, yên li gor zagonên olan tên birêvebirin, yan ji civakên bandora oldariyê li ser wan zêde heyîn, ev yeka henê hîmekî girîng e. Di nav civakên pêşketî de ev yek qederekê hatiye şikandin. Lê belê dîsa ji mirov nikare bêje yekcar nemaye. Civaka Kurd ji, yek ji van civakên herî zêde pêstûriya civakî di nav de pêşketî ye. Gelo ew civaka ji kesan pêk tê, bi pêstûriyê çi ji kesan dixwaze? Gelo ma şert e kû ji bûna civak rêgezên xwe, pergala xwe bide jiyan kirin, pêstûriyê li kesan bike? Ma civak nikare bê pêstûrî kesan control bike? Civak bi vê yekê kesî têxe çi halî de? Ji xwe di vir de civak çi hebûna kesî qebûl nake. Li gor vê, kes çiqas bi awayekî hişk bi civakê ve girêdayî be, çiqas bi awayekî îtaetkar li gor pergala civakê bijî, ew ji ewqas heye. Raste, jiyana civakî bê rêgez nabe. Heke kesek bixwaze pê li sîncê bike û tixwîbên pergala civakê derbas bike, wê demê ev mekanîzma pêstûriya civakî dikeve dewrê de. Pêstûriya civakî, ji bû kesan weke lixabekê ye. Çawe dema siwar bixwaze hespî bide sekinandin, li lixabê dide û lixabê hişk digire, civak ji eyn welê ye. Dema civak bixwaze kesan di nava tixwîbê xwe de bigire, ew her tim dixwaze, pêstûriyê li ser kesan dike. Asta hişkiya pêstûriyê ji li gor cureyê serhildana kesên li hemberî pergala civakê derketîne tê guhertin. Tewanbarkirin, şerkmezarkirin, qewirandin, cirmkirin, cizakirin, lêdan, heta carinan ev yek ewqas hişk dibe kuştinê dide kirin. Gelo dema pergal vê yeka henê li serê kesan tîne, çi dibe? Civak bi awayekî pirranî vê pêstûriyê baş dibîne, erê dike. Dema kesinin li hemberî vê pêstûriyê derdikevin, ewan ji dikin hevalbendê wana. Ji ber wê barê civakên kevneşop perest girane. Her tişt li gor rêgezên civakê tê pîvandin. Tixwîbê pîvana civakê ji, ji bû civakê bê sînor e, lê belê ji bû kesan tixwîb hemî deman îtaete. Pêstûriya civakî, li hemî qadên jiyanê giraniya xwe dide xwiyakirin. Ji nava malê bigire heta dibistanê, ji kolanê bigire heya ciyê kar, ji wergirtina cil û bergan bigire heya rabîn û rûniştinê, heta şiklê por-rî qusandinê… Gelo eva henê di jiyana kesan de çi bi xwe re tîne? Ango çi başiyê, xirabiyê li ser kesayetî û derûniya kesan çêdike? Li hemberî vê pêstûriya civakî ya giran de, kes dikeve çi halî de? Emê di nivîsa pêşiya me de li ser vêya henê bisekinin.





